Fîçer - Doktorekî Amerîkî li Silêmaniyê li çareseriya penceşêrê digere
Li bajarê Silêmaniyê û em behsa bijîjkekî pisporê taqîgehê yê Amerîkî dikin. Dr. Maykil ev 16 sal e ji Amerîka hatiye Silêmaniyê û li taqîgehê bi xwebexşî testên penceşêrê digire.
Dr. Maykil 83 salî ue û li gelek welatên deverê kar kiriye. Piştî ku malnişîn dibe, bi rêya doktor Enwer Şêxe tê Kurdistanê û li Silêmaniyê testa kanserê ji nexweşan re digire.
Dr. Maykil berdewam di navbera şarên Herêma Kurdistanê de çûn û hatinê dike bo test û diyarkirina rewşa nesaxan. Di vê fîçerê de, em ê jiyana
Dr. Maykil li Silêmaniyê bibînin.
Dr. Maykil li ser hatina xwe bo Herêma Kurdistanê dibêje "Dr. Enwer sala 2002 li Siûdiyê bû, wê demê şerê kendavê yê duyem dikir pêkeve, wî dixwest li Kurdistanê ez testê li ser nexweşên penceşêrê bikim. Ez bi rêya Enwer gihîştim Kurdistanê û heta vêga li ser karê xwe berdewam im.
Ez berdewam li nav bajarên Herêma Kurdistanê digerim û testa nexweşan digirim. Sala 2008 ez malnişîn bûm û bi temamî hatim Kurdistanê."
Dr. Maykil dixwaze sedemên tûşbûna bi penceşêrê li Kurdistanê diyar bike û her wisa çareyê jî jê re bibîne.
Belav bike li ser