Fîçer - Deştî Germiyanî peykeran ji qiloçên ajelan çêdike
Deştî Germiyanî yek ji peykersazên Kurd ên Germiyanê ye ku 12 sal in karê peykersaziyê dike. Gelek şûnwar û kelûpelên dîrokî ji nû ve çêkirine. Hin peykerên wî nûjen in.
Deştî dibêje "Alavên ku ez li ser wan dixebitim, qoçên ajelan, kevir û dar in. Karkirina li ser daran pir hêsan e, lê nazik in û carinan dişikin. Karê herî dijwar li ser qiloçê ajelan e, ji ber ku pir hişk e."
Deştî Enstîtuya Kompûterê kuta kiriye. Lê ji peykersazî û karê hunerî pir hez dike. Ji bilî peykersaziyê, karê xweşnivîsiyê jî dike. Destxeta Deştî ne xweşik e lê birayê wî jê re dinivîse û ew jî karê kolandinê
dike.
Deştî pêşangeha xwe ya taybet heye û beşdarî 10 pêşangehên komî jî bûye.

Belav bike li ser