Fîçer - Coka Gawirî yek ji şûnwarên diyar ên Germiyanê
Dema tu biçî devera Germiyanê, tu dê gelek bermahiyên dîrokî bibînî, ya herî diyar ku çend caran hatiye nûjenkirin Keleha Şêrwane ye. Lê gelek cihên din jî hene ku tenê çend şûnwarên wan mane û ji ber guherîna avhewayê tên ku ji nav herin.
Yek ji wan şûnwarên ku çend beşên wê yên kêm mane, Coka Gawirî ye. Coka Gawirî li bakurê rojhilatê bajarê Kelarê, ji Çemê Sîrwan dest pê dike û di çend qonaxan de li çend deverên bajêr dirêj dibe.
Dîroka avakirina Coka Gawirî vedigere serdema Sasaniyan. Hinek dibêjin di serdema Paşa Kîsrayê Yekemîn de hatiye çêkirin, lê ti çavkaniyekê ev agahî piştrast nekiriye. Tê gotin ku Coka Gawirî di navbera salên 550 ta 628ê zayînî de hatiye çêkirin.
Cok ji kevirên şayîkkirî hatiye çêkirin û di heyama xwe de ava vexwarinê ji Çemê Sîrwanê ji bo tevahiya bajêr dabîn kiriye.

Belav bike li ser