Fîçer - Cheshtxanay Jnani Mousil

Fîçer - Cheshtxanay Jnani Mousil
Piştî Bexdaya paytext, Mûsil duyem bajarê herî mezin ê Îraqê ye. Gelek netewe û pêkhateyên cuda li vî bajarî hene û çendik û çend sal in bi hev re dijîn. Ji ber vê yekê jî bûye bajarekî pirçand û pirreng.

Li taxa Hemam Menqûşe ya Mûsila kevn, bi navê Mala Dayika Min xwaringeheke jinan heye. Hemû karmendên wê jin in. Nuhad Ebdilwehab xwediya xwaringehê ye. Her çend ew bi xwe doktor e jî, lê wê ev xwaringeha xwe ji gelek jinên bajêr re kiriye derfeteke kar.

Nuhad Ebdilwehab - Xwediya Xwaringeha Mala Dayika Min "Cih li dereke wêran mêrgek e. Aliyê rastê yê Mûsilê tûşî wêraniya herî zêde li Mûsilê bûye. Me ev der kiriye mêrgeke xweş. Xelk lê diqesidin û bîranînên aliyê rastê yê Mûsilê bi bîr tînin. Jinên bêçare bi rêya vê projeyê bi dengekî bilind dibêjin em ê rewşa xirab a ku em tê de bûn, veguherînin rewşa serkeftinê. Jin îro vê projeyê bi rê ve dibin ku şikir ji Xwedê re bi mûçeyeke mehane debara xwe û malbatên xwe pê dikin."

Armanca Nuhadê ji damezrandina Mala Dayika Min ew e ku jin tê de kar bikin û mehane dahateke wan a taybet hebe ji bo ku karibin debara zarokên xwe bikin.

Nuhad Ebdilwehab - Xwediya Xwaringeha Mala Dayika Min "Armanca min bi eşkereyî ne xwaringeh bû. Li şûnê, armanca min peydakirina derfeta kar ji bo van keçan e. Lê gava me berhemên xwe xistin bazarê, ji me re eşkere bû ku baştir e em bi xwe vî karî bi rêya vê restorantê bikin. Paşê me amadekarî, biharat û tiştên din lê zêde kir. Ez hem jina malê me hem jî xwarinçêker im. Ti hevbirînek di navbera her du karên min de çênebûye."

Li xwaringeha Mala Dayika Min li Mûsilê zêdeyî 12 jinên bê hevjîn ku erka malbatên wan li ser milê wan e, kar dikin. Jin mûçeyên mehane distînin. Hin ji wan sibehan û hin jî êvaran dewam dikin.

Hewzan Elî - Şefa Xwaringeha Mala Dayika Min "Ramana vê xwaringehê li bajarê Mûsilê ramaneke nû û bêhempa ye, çimkî karmendên ku li vir kar dikin tev jin in. Ji jinên bê hevjîn pêk tên. Jinên ku ji hevjînên xwe cuda bûne, bêkes û tewra derçûyên zanîngehan in jî. Ev proje piştgiriya jinên Mûsilê bi giştî û jinên aliyê rastê yê Mûsilê bi taybetî dike."

Piraniya herî zêde ya xwaringehê şêniyên Mûsilê ne û gelek caran jî geştyarên bajarên din ên Îraqê ku serdana Mûsilê dikin, li vê xwaringehê dixwin.

Zeyneb Tehsîn - Şêniya Mûsilê "Me gelek tişt li ser navûdengê xwarina Mûsilê bihîstibû, lê ev cara yekem e ku ez wê diceribînim û bi rastî jî bitehm e. Hemî xwarin çêj û taybetmendiyên xwe hene. Lap rêk û pêk in, bê kil û kêmasî ne. Ji hêla dekorê ve, cih bêhempa ye. Staf hezkirî ye û karmendên wan devliken in. Hemû tam rêk û pêk e."

Armanca Nuhadê ew e ku cih berfireh bike da ku derfetên zêdetir bide jinên Mûsilê ji bo ku kar bi dest wan bikeve.

Nuhad Ebdilwehab - Xwediya Xwaringeha Mala Dayika Min "Navê vî cihî (Xwaringeha Mala Dayika Min) e, armanca me ew e ku em vî cihî berfireh bikin û şaxên wî li navçeyên din jî vekin, xasma li aliyê rastê yê Mûsilê. Heke Xwedayê mezin hez bike, em ê xwaringehê dorfireh bikin. Armanc ew e ku em herî zêde jinan wergirin. Her roj jin ji bo derfetên kar têne ba min. Ez dixwazim ev proje ji bo hemû jinên ku pêdiviya wan bi dahatê heye, bibe derfeta kar."

Bi gelemperî Mûsil bi xwaringehên xwe navdar e. Li ser asta Îraqê, xwarinên wan ên taybet hene ku tehm û çêja wan ji yên bajarên din cuda ye. Mala Dayika Min heta nîvê şevê li ber geştyarên Mûsilê vekirî ye.