Fîçer - Beyan Pesend, nivîskar û wergêra Kurd li Mehabadê
Beyan di sala 1979an de li Mehabadê ji dayik bûye. Dema dibe 8 salî, bavê wê koça dawî dike. Ew jî bi jana jidestdana bavê xwe re mezin bûye.
Di 14 saliya xwe de zewicî û niha dayika sê zarokan e. Li malê piraniya dema xwe bi xwendin, nivîsandin û karê wergerandinê mijûl dibe.
Yek ji wergerên herî dijwar ên Beyan Pesend, pirtûkeke Girus Ebdilmelekyan bû ku bi Farisiyeke ewqas zehmet hatiye nivîsandin, bi hêsanî nikarîbû wergerîne zimanê Kurdî, lê dev jê bernedaye û di heyama sê mehan de wergera wê kuta kiriye.
Beyan Pesend gelek caran bi tenê di nav xwezayê de digere û li wir gelek hizrên nivîsîn û helbestan jê re tên û ew wan dinivîse. Niha jî nivîsandina xwe berdewam dike û dixwaze bi karên xwe pirtûkxaneya Kurdî zengîntir bike.

Belav bike li ser