Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê
Fîlmê dokûmenter ê bi navê "Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê" behsa serpêhatiya dezgeheke kurdewar dike ku bi salan e li Stockholma paytextê Swêdê xizmeta kurdan, swêdiyan û biyaniyan dike. Şayanê gotinê ye ku ev kitêbxane bi han û hewldana rehmetiyê Nedîm Dagdevîrenî hatibû avakirin. Fîlmê ku Salih Kevirbirî derhêneriya wê kiriye, bi vegotina Newzad Hirorî yê Berpirsê Kitêbxaneyê, me dibe nava deh hezaran kitêb, belge, wêne û fîlmên li ser kurdan û jiyana kurdan.
Belav bike li ser