Documentari - Mehmûd Êzîdî
Ev aştî û azadî ne bi hêsanî, bi xwîna bi hezaran ciwan û têkoşerên vî welatî pêk hatiye.
Ev belgefîlm çîroka şehîdê qehreman ê şoreşên Îlonê û Gulanê, Şehîd Mehmûd Êzdî ku yek ji kesayetên sereke yên Şoreşa Gulanê tê naskirin, vedibêje.
Şehîd Mehmûd Êzîdî di sala 1944an de ji dayîk bûye. Di sala 1963an de, tevlî nava rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, ku wê demê di nava artêşa Iraqê de bû, Şehîd Mehmûd Êzîdî di sala 1944an de ji dayîk bûye. Di sala 1963an de, tevlî nava rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, ku wê demê di nava artêşa Iraqê de bû di sala 1973 yan.
Piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê çû Îranê, lê zêde neman û berê xwe da gundên Başûrê Kurdistanê û dîsa dest bi xebatên xwe yên rêxistinî kir. Piştre rêxistinên xwe berfireh kir û çalakiyên xwe derbasî bajaran û piştre jî derbasî Mûsil û Bexdayê bû.
Şehîd Mehmûd Êzîdî di karê leşkerî û rêxistinî de, tirseke mezin xistibû dilê rejîma Baas, ku hemû hewlên xwe dabûn jinavbirina wî. Herî dawî bi xiyanetê hat şehîdkirin
Şehîd Mehmûd Êzidî beşdarî gelek çîrok û qehremaniyan bû, li gorî hevalên wî her tim lehengê şeran bû û dest ji tiştekî berneda û ji mirinê netirsiya Ew stêrkek geş bû li esmanê kurdayetiyê û li dijî zulm û neheqiyê şer dikir.

Belav bike li ser