biryareke nû ya Brîtanyayê ku dê ziyanê bigihîne bi sedan koçberên Kurd

14 February 2025

Karvedanên li hemberî biryareke nû ya Brîtanyayê ku dê ziyanê bigihîne bi sedan koçberên Kurd jî, zêdetir dibin
Hemû kesên ku bi awayê ne qanûnî (çi bi qayik çi bi kamyonan) hatine Brîtanyayê, qet nabin xwediyên welatînameya wî welatî. Gelo ev çi qasî dê bê bicihanîn û kî dikare pêşî lê bigire, ev ew pirs in ku em ê demeke din bersivên wan wergirin.
Tevî biryara nû ya Hikûmeta Brîtanyayê ji bo kesên ku xwe bi qayik an kamyonan digihînin Brîtanyayê, vê hefteyê 164 koçberan xwe bi 5 qayikên biçûk gihand wî welatî. Destpêka vê hefteyê, Wezareta Karên Hundir a Brîtanyayê rênimayiyên nû ji bo karmendên ku biryarê li ser dosyeyên koçberan didin, şand.
Di rênimayiyê de hatiye ku her koçberekî ku bi awayekî ne qanûnî (yanî bi her rêya qaçax) hatibe Brîtanyayê, bi awayekî otomatîk mafê dayîna welatînameya (yan pasaport yan jî welatînî) wî nîne û daxwaza wî dê bê redkirin.
Rênimayî wan kesên ku beriya 10ê vê mehê welatînameya xwe wergirtine yan daxwaz kirine, li xwe nagire.
Wek rêxistinên ku mafên koçberan diparêzin li Brîtanyayê dibêjin, biryar dê zêdetirî 71 hezar kesî li xwe bigire. Wezareta Karên Hundir a Brîtanyayê dibêje, dixwaze bi vê rêyê pêşî li wê yekê bigire ku kesên ku bi qaçaxî tên Brîtanyayê rojekê ji rojan bibin xwediyê welatînameya wê.
Stella Creasy, parlamentera ji bajarê Londonê, dibêje ku ev rênimayî ne mumkin e bê bicihanîn. Dibêje nabe ku tu ji aliyekî ve mafê penaberiyê bidî kesekî û ji aliyê din ve wî ceza bikî û nehêlî bibe welatiyê Brîtanyayê.
Gelek kes dibêjin ev rênima (yan biryar) wek biryara şandina koçberan bo Rwandayê ye û di dawiyê de dê bê betalkirin. Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê yek ji wan saziyên ku ji vê hefteyê ve ketiye nav liv û tevgerê ji bo dîtina rêyeke qanûnî ji bo astengkirina bicihkirina biryarê.
Hawjîn Mistefa, berpirsê/a şopandinê li wê komeleyê mêvanê/a Diyasporayê bû, got: "Ev biryar wan hemû kesan digire ku bi qayik û kamyon yan bi awayê qaçax hatine yan xwe di kamyonan de veşartine yan bi her awayekî ne qanûnî gihiştine Brîtanyayê."
Di hûrgiliyên biryarê de, ev rêbaza nû wan kesan nagire ku bi vîzeya qanûnî hatine, çi vîzeya malbatî be, çi ya xwendinê be, çi ya kar be yan ya yekgirtina malbatan be. Her wiha zarokên jêr 14 salî û ew zarokên ku di rê de ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine bikaranîn jî nagire. Derbarê dengoya ku penaberên siyasî nagire, Hawjîn Mistefa tekez kir ku ti awarteyek ji bo penaberên siyasî di rêbazê de nehatiye kirin.
Hawjîn Mistefa amaje bi wê yekê jî kir ku biryarê cudahî nekiriye û wan hemû kesan digire ku piştî 10ê Sibatê daxwazê pêşkêş dikin û hemû daxwaz dê bên redkirin eger ew kes bi awayekî ne qanûnî hatibe. Ev jî dê bandoreke mezin li ser jiyana bi hezaran kesî bike ku bi salan e li Brîtanyayê bi cih bûne û xwedî kar û malbat in.
Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê niha hemû hewlên xwe xistiye gerê û hevkariyê dike digel rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî rêxistinên piştgiriya penaberan, ji bo ku biryarê bibin dadgehên Brîtanyayê bi armanca îtîrazkirin û betalkirina wê. Berpirsê şopandinê yê Komeleya Kurdî dibêje ku ev ne cara yekem e ku rêxistin li dijî qanûn û biryarên dijî penaberiyê derdikevin.
Di mînakên serkeftî yên berê de, qanûna Rwandayê di kabîneya berê ya hikûmeta muhafizekaran de piştî pejirandin û girtina çend kesan, ji aliyê Dadgeha Bilind a Brîtanyayê ve hat betalkirin.
Çendîn qanûnên dijî penaberiyê yên din jî di salên borî de hatine betalkirin, ev jî hêviyekê dide rêxistinan û civaka Kurdî ji bo derketina li dijî vê biryara nû.
Berpirsê şopandinê yê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê dibêje îhtîmaleke mezin heye ku li Dadgeha Bilind a Brîtanyayê yan biryar bê betalkirin an guherînên berbiçav tê de bên kirin. Tekez jî kir ku biryar li dijî qanûnên mafên mirovan e li cîhanê û Brîtanyayê û ne tenê penaber li dijî ne, lê welatiyên Brîtanyayê jî nerazîbûnê nîşan didin û piştgiriya mafên penaberan dikin.

23ê Sibata îsal li Almanyayê hilbijartinên pêşwext ên ji bo Parlamentoya Federal tên lidarxistin. 11 berbijêrên Kurd hene. Îşev yek ji wan berbijêran û dengderên Kurd jî li Almanyayê dê bibin mêvanên Diyasporayê.
23ê vê mehê li Almanyayê hilbijartinên Parlamentoya Federal tên lidarxistin. Di nav zêdetirî milyonek Kurdên ku li Almanyayê dijîn de, yên ku mafê wan ê dengdanê heye, 11 kesan xwe kiriye berbijêr û diyasporanişîn dikarin dengê xwe bidin wan. Di Diyasporaya borî de, Qasim Tahir Salih mêvanê min bû, ku parlamenter e û li ser lîsteya Keskan xwe careke din kiriye berbijêr. Vê hefteyê hûn ê berbijêrekî din nas bikin.
Elî Artan Toprak Kurdistaniyekî zêdetir naskirî ye di nav navendên siyasî û medyayî yên Almanyayê de. Toprak Kurdekî Elewî ye lê li Kurdistanê nejiyaye, Kurdiya wî têrê nake ku hevpeyvînê pê bike. Lê kiryarên wî li Almanyayê ewqas Kurdistanhez û Kurdî ne ku dema biryarder û medyaya Almanî wî dibînin, wî wek Eliyê Kurd nas dikin. Ew di van hilbijartinan de li ser lîsteya Krîstiyan Demokratan berbijêr e, ku rapirsî dibêjin ew partî dê zêdetirîn dengan bîne.
Elî Artan Toprak, Serokê Civaka Kurdî li Almanyayê û berbijêrê Partiya Krîstiyan Demokrat bû mêvanê Diyasporayê û qala bernameya partiya xwe ji bo diyasporaya Kurdî kir.
Toprak got ku partiya wî di demên dijwar de piştgiriya Başûrê Kurdistanê kiriye. "Wê dema ku rewşa Kurdistanê di rewşeke ne xweş de bû, partiyên çep li dijî dayîna çekan ji bo Başûrê Kurdistanê bûn, lê Partiya Krîstiyan Demokrat ev yek kir."
Derbarê rewşa niha ya Almanyayê de, Elî Artan Toprak behsa wê yekê kir ku welat du sal e di qeyraneke aborî re derbas dibe. "Ya ku dê bibe sedema rizgarkirina Almanyayê ji vê rewşa ne xweş a aborî, Partiya Krîstiyan Demokrat e. Tişta yekem ku di bernameya me de ye ew e ku em bacê kêm bikin û em dixwazin aboriyê vejînin."
Toprak rexne li partiyên çep girt û got: "Mixabin partiyên çep ji babeta aborî fêm nakin û di sê salên borî de rewşa Almanyayê xistin rewşeke gelekî xerab. Almanya dewleteke sosyalîst e û pêwîst e di vê rewşê de aboriyeke me ya xurt hebe. Ez bawer im ku partiya me hilbijartineke baş e û navnîşaneke baş e, bi taybetî ku em dixwazin bacê kompaniyan kêm bikin."
Elî Artan Toprak, ku 11 sal e serokayetiya Civaka Kurdî li Almanyayê dike, derbarê biryara beşdarîkirina di hilbijartinên parlamentoyê de got: "Di heyama 11 salên borî de me rewşa Kurdan bi awayekî erênî nîşan daye. Di raya giştî de Kurd nerîneke erênî hene û koçberê Kurd li Almanyayê ne pirsgirêk e ji bo Almanyayê, ji ber ku bi Almanyayê re xwe guncandine."
Toprak tekez jî kir: "Civakeke Kurdî heye ku bi Almanyayê re xwe diguncîne. Me di salên dawî de bi awayekî baştir hewl daye ku dengê Kurdan bigihînin Almanyayê. Em bûn sedema wê yekê ku dostaniyek di navbera Kurdan û Almanyayê de çêbibe. Em bi siyaseta Almanyayê re bûn û em dixwazin di wê de çalak bin."
Berbijêrê Kurd got: "Em beşek in ji Almanyayê û Kurd jî dê bibin xwediyê gotinê li Almanyayê di paşerojê de. Ez ji ber vê yekê dixwazim biçim Parlamentoya Almanyayê û wek ku bi salan e ez nûnertiya Kurdan dikim, ez bawer im ku ez ê bi baştirîn awayî di paşerojê de jî nûnertiya Kurdan bikim."

Wî xortê Kurd ku ji ber acizkirina hevalên xwe yên polê li Almanyayê xwe hînî yariya kîkboksîngê kir, niha bûye yek ji qehremanên herî navdar ên kîkboksîng û MMAyê.
Cîhad Akîpa di 15 saliya xwe de li Almanyayê pirsgirêkeke wî hebû. Li dibistanê xwendekaran ew aciz dikir û tinazên xwe pê dikirin. Hêza wê yekê tê de nebû ku bergiriyê li xwe bike. Ji ber vê biryar da ku biçe kurseke hînbûna kîkboksîngê. Piştî wê, di demeke kurt de, xwe li ser dika pêşbaziya kîkboksîngê digel kesên navdar ên Almanyayê dît. Wisa lê hat ku ne tenê êdî kesî ew aciz nedikir, lê wek qehremanekî jî dihat temaşekirin. Niha Cîhad 49 serkeftin di yarî û gerên cuda cuda de bi navê xwe tomar kiriye. Vê dawiyê jî berê xwe daye yariyên şerên tevlihev û li wir jî berî çend rojan bi ala Kurdistanê serkeftineke nû tomar kir.
Cîhad Akîpa, qehremanê Ewropayê yê kîkboksîngê, bû mêvanê Diyaspora û behsa jiyana xwe û gihiştina xwe ya lutkeya vê werzişê kir û çawa ala Kurdistanê dike beşek ji serkeftinên xwe. Cudatir ji piraniya werzişvanên din, ew ne tenê xwe bi yariyan ve mijûl dike, lê vîdeo û malpereke wî ya taybet heye û jiyana xwe ya rojane nîşanî şopînerên xwe dide.
Cîhad li bajarê Ostayma Almanyayê ye û li wir ji dayîk bûye, qala wê yekê kir çawa di temenê zaroktiyê de rûbirûyê acizkirinê bûye. Dibêje "Dema ku zarok bûm, gelek kesan ez diêşandim. Li dibistanê ez gelekî lawaz û bêhêz bûm, dilovanî û dilrehmî nebû. Hemû ji min mezintir bûn û bandor li min dikirin. Vê yekê kir ku ez biryar bidim rêyekê ji bo bergiriya li xwe bibînim."
Qehremanê Kurd amaje pê kir ku li dibistanê dest bi werzişa kîkboksîngê kiriye. "Ji wê demê ve ku min dest bi werzişê kir, jiyana min guherî. Piştî êşên ku min kişandin, navê min derket. Werzişê dîsîplîn da min û dibistana min jî baştir bû. Her tişt ber bi baştiriyê ve çû."
Derbarê amadekirina ji bo yariyan, Cîhad zelal kir ku sîstemeke wî ya taybet heye. Got "Pêwîst e tu 12 hefteyan xwe amade bikî. Hinek deman tu tenê rahênanên giran dikî, hinek deman lezgînî, hinek deman jî sîstema xwarinê dest pê dike. Kêşa min a asayî 90 kîlo ye, lê ji bo yariyan dikim 77 kîlo. Digihêjim 84-85 kîloyan û piştre bi rêya ziwakirina xwe, kêşa xwe kêm dikim."
Derbarê karê xwe de, Cîhad Akîpa - qehremanê kîkboksîngê û MMAyê zelal kir ku jiyana wî ne tenê werziş e. "Ez xwediyê kompaniyeke paqijkirina sîstema hewaguhêrê me. Vî karî wer kiriye ku ez bikarim serbest werzişê bikim. Ez dikarim biçim Taylandê û sê-çar hefteyan rahênanê bikim û piştre vegerim ser karê xwe."
Derbarê tîma xwe, Akîpa dabaşa wê yekê kir ku ala Kurdistanê li ser sînga wan tevan e, her çiqas ne Kurd in jî. "Ne mecbûrî ye li ser wan, lê ew di 12 hefteyên amadekariyê de wek bira ne. Ew dibin beşek ji xewnên min, çi Ereb bin çi Tirk, ne girîng e, ew di dilê min de ne û werzişa wan li ser milê min e."
Qehremanê Kurd tekez li ser girîngiya hilgirtina ala Kurdistanê kir û got "Ji bo min gelekî girîng e ku ez ala Kurdistanê bilind bikim. Min wek Kurdekî ji zaroktiyê ve gelek êş kişandiye. Kes nebû piştgiriya min bike. Niha dixwazim mînakek bim ji bo zarokên Kurd, dixwazim nîşanî wan bidim ku Kurd dikarin serkeftî bin."
Derbarê paşeroja zarokên xwe, lehengê Kurd dibêje: "Ez neçar bûm vê werzişê ji bo bergiriya xwe, ji bo dîsîplîn û pêşketina xwe bikim. Lê naxwazim eger zarokên min hebin neçar bin vê werzişa min bikin. Bila ew li gorî xwesteka xwe werzişê bikin, werziş pêwîst e lê ne neçar in wekî min bikin."
Cîhad Akîpa - qehremanê kîkboksîng û MMAyê yê 28 salî qala xewnên xwe kir. Dibêje "Niha li Ewropayê ez yekem im û li Oktagonê ku mezintirîn rêxistina kîkboksîngê li Ewropayê ye, dilîzim. Di lîstika min a dawî de 60 hezar temaşevan li salona yariyê amade bûn. Xewna min ew e ku ez bibim yekemîn Kurdê qehremanê UFCyê. Heta bêhna xwe ya dawî ez dê ji bo vê xewnê şer bikim."
Her çiqas li Almanyayê ji dayîk bûye jî, lê têkiliyeke wî ya xurt bi Kurdistanê re heye. "Her sal digel malbata xwe diçim Nisêbînê. Em serdana Mêrdînê dikin ku bajarekî pir xweşik e."

Diyasporanişînekî ku li Swêdê dijî û li zanîngehê Hişê Çêkirî dixwîne. Dixwaze bi projeyekê xortên Kurdistanê û diyasporayê bi hev ve girê bide.
Las Niyaz Necmedîn xortekî Kurd e ku li Swêdê dijî. Ew li zanîngehê Hişê Çêkirî dixwîne. Projeyeke wî ji bo nêzîkkirina ciwanên Kurd ên li Kurdistanê û diyasporayê heye.
Las Niyaz Necmedînê 18 salî bû mêvanê Diyasporayê û behsa jiyana xwe kir û got: "Ez li Kurdistanê ji dayîk bûme, piştre ji bo demeke kurt li Brîtanyayê jiyame. Her çiqas temenê min gelekî biçûk bû û ti tişt nayê bîra min, ez piştre vegeriyam Kurdistanê. Ez ji temenê heşt-neh salî ve hatime Swêdê û ji wê demê ve li vir im."
Las dabaşa girîngiya Hişê Çêkirî û bandora wê ya li ser paşeroja mirovahiyê kir. "Ez gelekî dixwazim xelkê Kurdistanê dest pê bikin û hînî Hişê Çêkirî û teknolojiya nû bibin. Li welatên fena Swêd, Amerîka û Ewropayê bi berdewamî mijûlî pêşxistina teknolojiyê ne û alîkariyeke wan a zêde heye. Wek mînak, berî demekê Google-ê sîstemek bi navê 'AlphaFold'ê çêkir ku alîkariya çêkirina protînan dike."
Li gorî Las, vê teknolojî bandoreke mezin li ser qada bijîşkiyê kiriye. "Bi alîkariya AlphaFoldê, zanayan kariye protînan nîşanî bijîşkan bidin û karîne derman û çareseriyên nû çêbikin. Ev tenê mînakek e ji sedan bikaranînên Hişê Çêkirî."
Derbarê çawaniya destpêkirinê li Kurdistanê, Las planeke zelal pêşkêş kir û got "Pêwîst e ji destpêkê ve xort hînî zimanê Pythonê bibin. Li zanîngehan jî divê van babetan hînî xwendekaran bikin, çawa ji matematîkê fêm bikin û çawa dikarin bi Hişê Çêkirî re kar bikin. Piştre dikarin van zanyariyan bi kar bînin ji bo kompaniyan, nexweşxaneyan, yan alîkariya hikûmetê."
Derbarê îhtimala dubarebûna ezmûna welatên pêşketî li Kurdistanê, Las bi geşbînî dibêje: "Rast e Swêd û welatên Ewropayê gelekî li pêş in di teknolojiyê de, lê bê guman em jî dikarin pêş bikevin. Tewra eger tu bi tenê jî li ser vê qadê kar bikî dîsa dibe. Bi rêya YouTube û Google û çavkaniyên cuda dikarî hîn bibî."
"Girîng ew e ku em bizanin çi pêwîst e ku em hîn bibin û dem û hêz û çavkaniyên pêwîst jê re veqetînin. Em dikarin zû bigihêjin wî astê ku em dixwazin û navenda me ya taybet ji bo pêşxistina Hişê Çêkirî hebe." Las wiha got.
Derbarê pêşbîniyên xwe yên ji bo sala 2025an, Las amaje bi wê yekê kir ku pêşbaziyeke mezin di navbera kompaniyên xurt de dê çêbe. "Di vê salê de me dît ku Google jî hatiye nav pêşbaziyê. Ev pêşbazî ye ji bo ka kî Hişê Çêkirî yê herî baş çêdike. Bi dîtina min pêşbaziyeke tund di navbera kompaniyên mezin û kompaniyên wek ChatGPT de dê çêbe."
Las tekez kir ku di sala 2025an de çaverê dike ku Hişê Çêkirî erzantir û leztir berdest be. "Tewra Elon Musk jî Hişê Çêkirî yê taybet bi xwe çêdike û dixwaze bê nav vê qadê. Xelkê zêdetir dikarin wek DeppSick bi kar bînin û kompanî hewl didin bi awayekî erzantir û leztir xizmetguzariyên xwe pêşkêş bikin."