Dadgeheke Almanyayê biryara vegerandina koçberên Sûriyê dide

23 August 2024
Dadgeheke Almanyayê biryara vegerandina koçberên Sûriyê dide
Dadgeheke Almanyayê biryara vegerandina koçberên Sûriyê dide
Li gorî biryara dadgeheke bilind a Almanyayê, êdî koçberên ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi sedema nearamiya li welatê xwe nikarin mafê mayîn û parastinê li Almanyayê bistînin.
Dadgeha Bilind a Kargerî ya Almanyayê doza zilamekî Sûrî ku ji ber nearamiya Sûriyê daxwaz kiribû ku mafê wî yê mayîn û parastinê li Almanyayê hebe, yekalî kir. Her çend biryara dadgehê vê hefteyê hat ragihandin jî, lê berî 6 hefteyan derketibû.
Di wê demê de mafê mêrikê Sûrî hebû ku îtirazê bike, lê nekir û biryara wî bû dawî. Dadgeha ku baregeha wê li bajarê Munsterê ye, ragihand ku her çend hîn jî li hin derên Sûriyê şer û pevçûn hene, lê hewce nake şêniyên Sûriyeyê ji tirsa tundûtûjiya dijî kesên sivîl dev ji welatê xwe berdin.
Mafê rûniştin û parastinê li Almanyayê bi kesên ku serlêdana wan a penaberiyê tê redkirin tê dayîn, lê ji ber rewşa aloz a li welatê xwe nikarin vegerin û divê ji aliyê Almanyayê ve bên parastin.
Di vê navberê de, daneyên nû nîşan didin ku Almanyayê îsal li gorî par zêdetir koçber dersînor kiriye. Di nîvê yekem ê îsal de, 10 hezar kes li welatên wan hatine vegerandin an ji bo welatekî Yekîtiya Ewropayê hatine şandin. Par heta van çaxan 7861 koçber hatibûn vegerandin.
Ev daneyên Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ne. Li gorî van daneyan, piraniya koçberên ku hatine dersînorkirin hilgirên welatînameya Tirkiyê bûn. Ango kesên ji Bakurê Kurdistanê jî di nav de hebûn.
Ji bilî wan, koçberên hilgirên welatînameya Sûriyê jî, ji bo welatên din ên YEyê hatine şandin, ji ber ku li wir daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Rêjeya dersînorkirina koçberan li Almanyayê %17 zêde bûye
Heya vêga Almanyayê koçber ji bo Rojavayê Kurdistan, Sûriye û Efxanistanê dersînor nedikirin. Lê piştî ku koçberekî Sûrî hefteya borî êrişeke kujer li dijî sivîlan pêk anî, li navendên biryargirtinê û li kolanên Almanyayê jî dengên dersînorkirina Sûrî û Efxanan bilind bûn.
Nûçegihanê Rûdawê li Almanyayê Zinar Şîno di vî warî de bû mêvanê Diyasporayê û çend dane û zanyariyên nû eşkere kirin û da zanîn ku hikûmeta Almanyayê dê ji niha û bi şûn de planên nû li dijî hin koçberan deyne û vê yekê berdewam bike jî.
Zinar Şîno diyar ku kuştina sê welatiyên Alman vê dawiyê ji aliyê koçberekî ve, nêrîna siyasetkaran li hember koçberan guhert û wiha pê de çû "Roja înê, 30ê Tebaxa 2024an hikûmeta Almanyayê 28 welatiyên Efxanistanê ji Almanyayê vegerandin Kabulê ji ber ku wan koçberan sûc pêk anîbû."
Derbarê tedbîrên vegerandina koçberan ji Almanyayê li welatên wan, Zinar Şîno got "Li gorî biryarên hikûmetê, her koçberekî li Almanyayê ku ji aliyê dadgehê ve hatibe cezakirin, dê demildest bê vegerandin, lê koçberên ku li gorî qanûnên Almanyayê tevbigerin û pirsgirêkan dernexin, nayên vegerandin."
Zinar Şîno herwisa got "Almanya şerê koçberên neyasayî dike, lê di heman demê de pêşwaziya wan koçberan dike ku kar dikin û hînî zimanê Almanî dibin. Bi şertê ku divê di dema rûniştina xwe ya li Almanyayê de girêdayî qanûnên welêt bin."
Zinar Şîno anî ziman ku piştî nearamiya rewşa Sûriyê bi hezaran kes û malbatên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê berî dan welatên Ewropayê û daxwaza mafê mayînê kirin, lê vê dawiyê kesekî Sûrî sê welatiyên Alman kuştin û ev yek bû sedem ku nêrîna piraniya welatên YEyê li hember penaxwazên Sûrî biguhere û hin ji wan daxwaza vegerandina penaberên Sûriyeyê bikin.

Brîtanya: Koçber ji ber kurtanîna budceyê tên dersînorkirin
Brîtanya dixwaze koçberan zêdetir dersînor bike. Yek ji wan deran jî Başûrê Kurdistan û Îraq e.
Sedem jî ew e ku heta vêga hikûmeta wî welatî 6 milyar û 400 milyon poundên bêtir ji wê budceya salane ku ji bo koçberiyê hatiye veqetandin xerc kirine û dixwazin sînorekî ji van xerciyan re deynin.
Lewra hikûmeta niha ya Brîtanyayê dixwaze bi hikûmetên din û saziyên navdewletî re li hev bike ji bo vegerandina koçberên ku mafê wan nîne li wî welatî bimînin. Ev jî bi rêya projeyeke ku 15 milyon pound jê re hatine veqetandin.
Ji bilî Îraq, Pakistan, Vîetnam, Nîjerya 7 welatên din jî dikarin beşdarî projeyê bibin. Di nava Brîtanyayê de, ji ber ku Îraq di nav lîsteyê de cih girtiye, hikûmet tê rexnekirin. Ji ber ku ew dibêjin beşek ji wan koçberên ku tên vegerandin belgeyên wan ên Îraqî yên tam nînin û dibe ku jiyana wan li xalên kontrolê yên Îraqê bikeve metirsiyê.

Macaristan sînorên xwe yên bi YEyê re ji koçberan re vedike
Macaristan gefeke sosret li Yekîtiya Ewropayê dixwe. Hikûmeta Macaristanê ragihand ku ji bo koçberên ku bi qaçaxî derbasî wî welatî dibin, planeke wê ya amade heye. Plan jî ew e ku bilêteke trênê ji wan re dibire û berê wan dide bajarê Brukselê ku paytexta YEyê ye.
Macaristan ji biryareke Dadgeha Bilind a Ewropayê ku wê neçar dike 200 milyon euroyan wek cezayê pereyan bide, dilgiran e. Ev ceza tê ji ber ku dadgeh di wê baweriyê de ye ku Macaristan bi awayekî Ewropî û mirovî bi koçberan re tevnegeriyaye.
Hikûmeta Macaristanê hewl dide wê biryarê betal bike û 200 milyon euroyan nede. Ji ber vê yekê jî gefan li Brukselê dixwe û dibêje ger negihin rêkeftinekê, dê koçberan bi kom bişîne Brukselê da ku li wir baştir rêz li wan were girtin!

Çend welatên Ewropayê dayîna karta şîn hêsantir dikin
Nûçeyeke xweş ji bo kesên ku dixwazin demekê ji bo kar herin Ewropayê. Yewnanistan, Îtalya, Estonya û Slovakyayê şert û mercên dayîna mafê rûniştinê (yan karta Şîn) kêm kir. Swêd jî dixwaze şert û mercan hêsantir bike.
Karta şîn ji bo wan kesan e ku di warekî de xwedî şiyaneke bilind in û pêwîstiya Yekîtiya Ewropayê bi wan heye. Her welatekî di YEyê de serbest e ku şert û mercan dijwartir an jî hêsantir bike.
Ji niha û bi şûn de Yewnanistan dê destûrê bide kesên ku bi vîzeya kurt û tenê ji bo serdanê hatine Yewnanistanê daxwaza karta şîn bikin. Çi kesê ku li Yewnanistanê daxwaza wê kartê bike divê 300 euroyan bide.
Ger kart stand mafê wî heye ku 2 salan bimîne û ger bixwaze nû bike, divê 450 euroyan bide. Îtalya jî portaleke dîjîtal vedike ku xwedîkarên Îtalî derfetên xwe yên kar tê de diweşînin û kesên li derveyî Îtalyayê dikarin daxwaza karta şîn û bidestxistina kar bikin.
Swêd jî amadekariyan dike ji bo ku ger kesek karibe karekî li wî welatî bibîne ku mûçeya wî ya mehane 4300 euro bin, karta şîn bide wî.
Divabû heta niha mûçe 5200 euro bûya.

Fînlandiya.. Ahenga havînê ya Kurdî tê sazkirin
Dawiya havînê ye. Li Fînlandiyayê Kurdên wir dixwazin bi ahengeke havînî xatirê xwe jê bixwazin. Li bajarê Turkuyê yê Fînlandiyayê Komeleya Çanda Kurdî ji bo êvara roja şemiyê 31ê Tebaxa 2024an ahengek amade kiriye. 
Nadya Nezerî ku berpirsa wê komeleyê ye, bû mêvana Diyasporayê û di vî warî de biland "Roja şemiyê 31.08.2024an ahenga havînê ya Kurdî li Fînlandiyayê tê sazkirin. Aheng saet 16:00 dest pê dike û saet 19:00 kuta dibe. Armanca ahengê nasandina zêdetir a çand û kultûra Kurdî bi gelê Fînlandî û her kesê li Fînlandiyayê dijî û hatin jî belaş e."       
Nadya Nezerî got jî "Di ahengê de, stran û muzîka Kurdî dê ji beşdaran re bên pêşkêşkirin, herwiha dê gelek xwarinên kurdewarî bên amadekirin û pêşkêşî beşdaran bên kirin, di eynî demê de dê ji bo zarokan jî çalakî bên lidarxistin."
Her sal Komeleya Çanda Kurdî li Fînlandiyayê di dawiya meha Tebaxê de ahenga dawiya havînê li dar dixe û gelek çalakiyan birêve dibe.


Çîroka hunermendekî Xirîstiyanê Kurdistanî li Fransayê
Li bajarokekî qeşeng li derdora Parîsê çend malbatên Xirîstiyanî yên Kurdistanî dijîn. Tê bêjî qey ew hîn jî li Kurdistanê ne û bi muzîk, stran û cil û kincên xwe çanda xwe parastine.
Hunermend Semîr Yûsif û heval û xizmên wî çîroka xwe ji Diyasporayê re vedibêjin.
Dengê xwezayî..
Semîr Yûsifê muzîkjen û stranbêj, 42 sal e li bajarê Parîsê yê Fransayê dijî û ev dem hemû bi muzîk û karê hunerî derbas kiriye. Semîr Xirîstiyan e û ji gundê Bêspinê ye û li wir ji dayik bûye ku nêzîkî sînorê Birahîm Xelîl li nêzî çemê Xabûrê li Silopiyayê ye, ew bi xwe dibêje "Em Şirnexî ne ku berê ser bi Mêrdînê bû lê vêga Şirnex e" û dibêje jî "Navê min bi zimanê Aşûrî Keldanî Semîr Yewsif e."
Semîr di zarokatiya xwe de şeş sal li gundê Bêspinê yê Bakurê Kurdistanê derbas kir, piştre ligel malbata xwe çû Stenbolê û li wir li dibistaneke Fransî xwend û herwiha bi awayekî akademîk fêrî sazê bû û bû sazbendekî jêhatî.
Paşê di 19 saliya xwe de ango sala 1982yan koçî Ewropayê dike û li bajarê Parîsê bi cih dibe û dimîne û piştre dizewice.
Studyoyeke biçûk a Semîr Yûsif li qata jor a mala wî heye. Di vî biyavî de dibêje "Tevî ku studyoya min biçûk e, lê têra karên min dike û ez bi hevalên xwe re tême vir û em li ser muzîk û stranan dixebitin û herwisa em stranan tomar jî dikin."
Ji xeynî karê muzîk û stranbêjiyê, Yûsif lîstikvan e jî, dibêje "Ez beşdarî du fîlmên sînemayî bûme. Yek ji wan Dîwarê Yilmaz Guney e û yê din jî yê Huner Selîm e ku qala serxwebûna Kurdistanê dike." 
Li studyoya xwe ya biçûk gelek wêneyên cihêreng daleqandine. Bi gotina wî, dîroka yek ji wan wêneyan vedigere salên 1988 û 1989an li Belçîkayê û dibêje "Kesê di wêneyê de bi min re ye, hevalekî min ê delal bû û navê wî Siryan e û bi min re li amûrê dixist. Em wê demê ciwan bûn û wêne ji min re girîng e loma min li studyoya xwe daleqand." Paşê dabaşa wêneyên din jî dike û sedema daleqandina wan li studyoyê vedibêje. Ev ji bilî hebûna çend peykerên hunerî di studyoya wî de ye ku diyar dike ka çima hatine danîn.
Her çend Yûsif kesekî Keldan Aşûrî ye lê bi Kurdî stranan dibêje û herwisa bi zimanê dayika xwe jî stran gotine û xwedî çendîn CD û klîb e, di vî warî de dibêje "Ez cudahiyê naxim navbera strangotina bi zimanê Kurdî û zimanê Keldan Aşûrî. Ez niha xwediyê heşt CDyên stranan im, 4 ji wan bi zimanê Kurdî ne û çarên din jî bi zimanê Keldan Aşûrî ne."
Li ser çand û zimanê xwe dibêje "Divê em çand û zimanê xwe ji bîr nekin. Min zarokên xwe fêrî zimanê dayikê kir û ez dixwazim nifşên me yên paşerojê jî çand û zimanê xwe ji bîr nekin."
Yûsif Semîr girîngiyeke mezin dide bihevrejiyana Kurd, Keldû Aşûriyan û di wê baweriyê de ye ku her du jî nevî û merivên ser heman xakê ne û divê bi hev re di nav biratî û aştiyê de bijîn û dibilîne "Em bi birayên xwe yên Kurd re çarenivîsa me girêdayî hev e û her çend em vêga li Ewropayê dijîn, lê bihevrejiyana me ya Kurdistanê li vir jî reng vedaye û pêwendiyên me berdewam in." Paşê Yûsif bi zimanê xwe peyamek raberî xizm, dost û hevalên xwe kir.Dengê xwezayî..
Karsazeke Şingalî li Almanyayê bizniseke mezin a ciwankariyê rêk dixe

Pakîze Eldexî ji bilî peydakirina derfetên kar, xanimên Kurd rahênan jî dike

Li Almanyayê xanimeke Şingalî ya wêrek kariye bibe karsazeke serkeftî. Lê bi vê jî nesekiniye û ji xeynî peydakirina derfetên kar ji xanimên din re, vêga gelek jinên din bi zimanê Kurdî rahênan û perwerde dike da ku bibin xwediyên karsaziya xwe.

Pakîze Eldexî karsazeke Kurd a Êzîdî ye û ji bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ye, ev deh sal in ku Eldexî li Almanyayê dijî û ev 5 sal in jî ku karê bedewkirina jinan dike.

Pakîze niha li Berlînê xwediya navendeke bedewkariyê ya mezin e. Ji bilî karê xweşikkirina jinan li navenda xwe, kursên fêrbûnê ji jinan re di vî warî de vedikin û bi dehan keç û jin li navenda wan fêrî karê ciwankirinê bûne û bawername standine. Hin ji wan niha li bajarên cuda yên Almanyayê xwediyên salonên xwe yên bedewiyê ne.

Kursên fêrbûnê ne tenê bi zimanê Almanî ne, Pakîzeyê dibêje "Berê divabû hemû kurs bi zimanê Almanî bûna. Ji ber ku piraniya fêrxwazên me Kurd in û hin ji wan zimanê Almanî baş nizanin, loma me biryar da ku em hemû kursên fêrbûna ciwankariyê bi zimanê Kurdî bidin, me wiha kir û em ê berdewam jî bikin."

Pakîzeyê dibêje jî "Kurs ne tenê teorîk in, lê belê piştî ku em bi devkî ji wan re dibêjin, paşê rasterast em bi awayê pratîk û kirdarî hemû pêngavên ciwankariyê bi hemû madeyên ku têne bikaranîn, li darî çavên wan diceribînin û wan hîn dikin."

Pakîze Eldexî ku mêvana Diyasporayê bû da zanîn ku ew bi hêsanî negihîştiye roja îro, li şûnê, gelek ked daye, pir westiyaye û dibêje "Ger armanceke mirov hebe ti kar ne zehmet e û ji bo ku ez di karê bedewkirinê de bêtir herim pêş, min hewla karê nû daye."
Pakîzeyê da xuyakirin ku ew hin rahênan û perwerdeyên xwe yên li ser înternetê (online) bi Kurdistan û welatên din re pêk tîne.