Hikûmeta Brîtanya û Fransayê li ser dersînorkirina du zarokên Kurd ên 6 û 9 salî li hev kir

07 March 2025
Hikûmeta Brîtanya û Fransayê li ser dersînorkirina du zarokên Kurd ên 6 û 9 salî li hev kir
Li gorî biryarekê ku mînaka wê nebûye, hikûmeta Brîtanyayê du zarokên Kurd dersînorî Fransayê dike. Zarok 6 û 9 salî ne û bi qaçaxî ji Kanala Îngilîzî derbasî Brîtanyayê bûne.
Dê û bavê zarokan li Fransayê gilî li hikûmeta Brîtanyayê kirine. Ew ku pişta xwe bi madeya 8an a Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovan ve girê didin, daxwaz dikin ku biçin cem zarokên xwe.
Dadgeha Brîtanyayê daxwaza wan red kiriye. Hikûmeta Brîtanyayê dibêje wê loma biryara dersînorkirina zarokan daye ji ber ku eger vê carê dê û bavên wan ji bo Brîtanyayê bên anîn, ev dê bibe adet û dê û bavên din jî dê jiyana zarokên xwe têxin metirsiyê û bi tena serê xwe bidin destê qaçaxçiyan.
Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê ligel Wezîrê Navxwe yê Fransayê li ser dersînorkirinê li hev kiriye.

Hefteya borî nêzî 1400 koçberî ji Kanala Îngilîzî derbas bûne
Li gorî daneyên fermî, tenê hefteya borî 1378 koçber bi 24 qeyikên biçûk ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne. Ev hejmar li gorî daneyên hefteyên borî yên îsal hejmareke herî mezin e.
Roja yekşema borî 592 koçber bi 11 qeyikan derbas bûne.
Brîtanya hikûmeta Fransayê tawanbar dike ku rojên dawiya hefteyê karmendên kêmtir ji bo parastina sînoran datîne û bi vê sedemê koçberên zêdetir dikarin derbas bibin. Fransa vê yekê red dike.

Dadgeheke Îtalî: Divê hikûmet 177 koçberan bi pereyan qerebû bike
Dadgeha Bilind a bajarê Romayê biryarek daye ku dibe ku ji bo hin koçberên Kurd ên ku di wî welatî re derbas bûne yan lê mane, xêra wê hebe. Dadgeh dibêje ku sala 2018an hikûmeta Îtalî rê nedaye daketina hejmareke koçberan ku bi keştiyekê hatibûn girava Lîmpadûsya ya Îtalî.
Di meha heştan a wê salê de keştiyeke tijî koçber xwe nêzî peravê kir. Hejmara wan 190 koçber bûn, rewşa tenduristiya 13 koçberan gelekî xerab bû û bi lez ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Ên mayî ji bo dema 10 rojan li ser keştiyê hatine hiştin.
Dadgeh dibêje ev li dijî yasayê bû û divê koçber bi pereyan bên qerebûkirin. Lê negotiye divê pere çiqas be.
Piştî derketina biryarê, serekwezîra Îtalî û berpirsên din nîgeraniya xwe anîn ziman. Hinekan ji wan rexne jî li biryarê girt. Margîrîta Kasanoya seroka dadgeha Romayê jî bersiva wan da û got "Rexnegirtina li biryarê normal e, lê sivikatiya li biryarê ne yasayî ye û nayê qebûlkirin."
Li seranserê Brîtanyayê 42 mizgeftên Kurdî hene
Bi sedema çûna wê hejmara zêde ya koçberan, hêdî hêdî diyasporayeke mezin û rêkxistî ya Kurdî li Brîtanyayê çêdibe.
Diyaspora ji Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê hîn bûye ku di vê meha Remezanê de 42 mizgeft li seranserê Brîtanyayê hene ku ji bilî nimêj, rojî û gotara înê, dersên zimanê Kurdî jî ji bo zarokên Kurdên diyasporanişîn li wan tên dayîn.
Almanya.. bi destpêşxeriya Kurdekî li cudahiya di navbera mûçe û pîşeya kesekî Alman û yekî bi esl koçber de lêkolîn tê kirin
Li Almanyayê jî diyasporayeke mezin a Kurdî heye û di hilbijartinên vê dawiyê de jî hejmareke zêde ya Kurdan bûne parlamenterên federal, lê ligel vê jî dane tiştên ecêb nîşan didin.
Dezgeha Federal a Amarê ya Almanyayê aşkere kiriye ku kesên ku li Almanyayê dijîn û bi esl ne Alman in (yanî paşbingeha wan a koçberiyê heye), di warên wekî polîs, mamostetî, xizmetguzariyên darayî, berevanî û karmendên îdarî de herî kêm rol bi wan hatiye dayîn û cihê wan heye.
Di wan waran de rêjeya kesên ne Alman di baştirîn rewşê de ji %17ê derbas nake. Lê di warên din ên wekî karkeriya avahîsaziyê, hilberîna xwarinê û şofêriyê de rêjeya koçberan ji kesên Alman pir zêdetir e.
%67 ê kesên ku karkerên avahîsazî ne li Almanyê paşbingeha koçberiyê heye, %46 şofêrên otobus û tramê (yan wek Alman dibêjin şitirasinban) koçber in, di kerta hilberîna xwarinê de jî %51 ê karkeran bi esl ne Alman in.
Ji bilî ku li Almanyayê û bi daneyên fermî xuya bûye ku cudahiya mezin di warê kar de di navbera bi esl Alman û ne Alman de heye, di mijara mûçeyê de jî cudahî heye. Yanî tewra eger kesekî koçber postekî bilind jî hebe, hin caran ne şert e ku heman mûçeya kesekî Alman hebe ku posteke wek wî hebe. Vê yekê kir ku Kurdek îro li bajarê Duseldorfê projeyeke taybet ragihîne.
Zinar Şîno li cihê ragihandina projeyê li Duseldorfê bû û zanyariyên zêdetir aşkere kirin:
Live-ya Zinar Şîno
Zinar Şîno: Li Almanyayê dema ku behsa mûçe yan heqdestê kar tê kirin, naxwaze bi şêweyeke giştî biaxive. Li gorî cudahiya ku di navbera jin û mêr de heye, em dizanin û hîn dibin an jî em vê mijarê di siyasetê de dirêj dikin an jî bo raya giştî. Li wî welatî jin û mêr bi hisabwergirtin tên diyarîkirin, yanî kî di kîjan beşê kar de ye. An jî kîjan kes rêveber in an jî berpirsiyariyên wan ên bilind di nav kompanyayan de heye, xasma behsa hejmara jinan tê kirin.
Tiştê ku hin guhertin bi ser de hatine, behsa kesayetiyan tê kirin an jî ji ber cudahiyên wekî girêdayîna cuda yan jî xelkê derve û baweriyên cuda. Tiştê ku kesek di jin û mêr de dibîne teqez digihêje rewşeke nû, em dixwazin di nav xelkê giştî yan jî Almanyayê de vê mijarê diyar bikin. Heqdest an jî mûçeya kesê ku biyanî ye yan jî paşxaneke biyanî heye, pêwîst e pir behsa wê bê kirin, tevî ku dîrokeke dirêj li wî welatî heye. Bi taybetî piştî lihevhatina di navbera Almanya û Tirkiyê de di dehsaliya şêstan de ku beşeke mezin Kurd in, bi hebûna hemû welatên endam di nav her du bereyên Tirkiyê de, zû hest bi vê cudahiyê kirine: karê dirêjdem bêyî bêhnvedan û her wiha cudahî di mûçeyê de.
Kesekî çalak di nav xelkê Kurd ê Almanyayê de, Egîd Mistefa Mîre ye. Egîd karekî rêk û pêk û lêkolîneke berfireh li ser vê mijarê kiriye. Egîd Post Zemîr ligel cîhanê kar dike, wekî berpirsê rêxistina Mozayîk li Almanyayê. Kar ligel Mozayîk dikir, Mozayîk civakek bû dixwestin mozayîka xwe diyar bikin ku di civaka Almanyayê de heye, di destpêkê de kar dikirin.
Egîd Post Zemîr, behsa wê yekê ji me re bike ku li Kolnê çi dîtiye û cudahî çi ne, cudahiyên di mûçe û jimaran de, yasa û çendîn elfên wî welatî çi tê gotin? Egîd, ez gelekî sipasiya te dikim. Destpêkê behsa wê yekê bikin gelo ev qadeke nû ye li Almanyayê ku em dikarin qala vê cudahiya mûçeyê bikin?
Egîd Pozdemîr - Berpirsê Rêxistina Mozaîkê li Almanyayê: Gelekî spas ku we ez vexwendim. Destpêkê hêviya baş ji bo xelkê herêman dixwazim. Em dibînin ku ev mijar xwedî wateyeke pir kûr e ji bo kesên ku mûçeyê werdigirin û şerê mafê xwe dikin. Em dizanin ku kesên ku bi esl koçber in, ne di heman astê de ne ligel kesên ku Alman in. Loma dema ku pirsgirêkek heye di dîtina apartmanekê de yan jî tu bixwazî mafên xwe bisepînî, ji ber ku tu dibînî cudakarî heye ji ber ku tu bi esl koçber î, paşê tu dizanî ku te heman mafê wî kesî nîne ku Alman e, nexasim di bidestxistina kar de. Bi taybetî yên ku mûçeyê werdigirin, mûçeyên wan ne temam û ne wekhev in. Niha, ji piştî heftiyan ve, piştî şerekî zêde, niha em dibînin ku xelk ne di heman astê de ne. Loma kesên ku bi esl koçber in, dicivin û yekîtiyekê, rêxistinekê ava dikin ji bo ku mafê xwe bistînin. Em dibînin îro valahî di navbera mûçeya xelkê Almanya yê resen û kesên esl koçber de nêzî ji sedî heftê ye, tenê ji ber ku ew bi kok koçber in.
Hikûmet dibêje ew dixwazin vê yekê rawestînin. Du yasayên me yên nû hene ji piştî 2006an ve ku yasaya mafên wekhev e û ji 2017an ve me yasaya şefafiyetê heye. Ev her du yasa, hikûmetê hewl daye piştgiriya wan kesan bike ji bo ku heman mûçeyê bistînin, lê li Almanyayê çend lihevhatinên me hene û danûstandin hatiye kirin ku divê polên mûçeyê bên rêkxistin. Ti kes nehatiye ku bibêje, "kek Zinar, tu pereyên kêmtir ji Egîd werdigirî." Lê belê dibêjin hikûmeta Almanyayê ne gelekî baş e ji bo te, loma pêwîst e tu hinekî li vir bimînî û herî li dû cihekî din bigerî. Lê dema ku tu vê pirsê ji Almanên resen dikî, tu dibînî ku cudakarî û regezperestiyek heye, ji ber ku ev sîstem wiha dike ku di demeke kurt de pereyekî zêde bidin wan, dema ku tu kêmtir ji wan werdigirî. Pereyê te diçe cem wan. Ev mafê te ye û divê tu şer bikî, ji bo wî mafî hewl bidî. Hikûmet tiştekî zêde ji bo vê yekê nake, ji ber ku eger bikin dê ev hemû valahiya me çênebe ku ji sedî heftê ye, ku di navbera xelkên esl koçber ligel kesekî Almanê heye, ev cudahiya wan heye.
Çend tiştên din jî hene. Bi taybetî îro roja mûçeya wekhev e. Em îro bi bîr tînin ku mûçeya jin û mêran jî ne heman tişt e, ji ber ku îro ew roj e ku em bi bîr bînin ku jin kêmtir werdigirin ji mêran, tenê ji ber ku regeza wan mê ye. Lê eger tu jin bî û koka te jî koçber be, ev valahiyê zêdetir dike ku ez dikarim bibêjim ji sedî bîst zêdetir dibe li gorî jineke Almana resen. Bi rastî ev dibe hesteke nexweş ji bo jineke ku bi esl koçber be û jin jî be. Pêwîst e em şer bikin û divê em behsa vê yekê bikin. Gelek doktor û bijîşkên me yên Kurd hene li başûrê Kurdistanê. Dema ku tên vir, ew wan di komên biçûktir de datînin, ji wan re dibêjin: "Divê tu li vir hîn bibî, hînî zimên bibî û divê tu çanda me derbarê nexweşxaneyên me de hîn bibî." Lê dema ku em li lihevhatinan û girêbestên wan mêze dikin, em dibînin ku bi hezaran Euro ji xelkê Almanê resen werdigirin. Li her cihê ev heye, ne tenê di yek keta taybet de. Her dem kesên çermspî hebin biryarê li ser kesên ne çermspî bidin, em dibînin ku bi şêweyekî pir regezperestî desthilata xwe bi kar tînin. Bo nimûne, kesek navê wî Mihemed an Ehmed be yan jî bo nimûne Êzîdî yan Misilman an jî çermreş be û li dû apartmanekê bigere li Almanyayê, nikarin apartmaneke baş bi dest bixin, ji ber ku dawetnameya wan a hevdîtinê nîne. Heman tişt dikeve ser wê yekê ku dema dixwazin apartmanekê bidin te, pişta xwe bi mûçeya te ve girê didin."
Welatiyên Yekîtiya Ewropayê ji dawiya vê mehê ve nikarin bêyî razîbûna pêşwext a Brîtanyayê serdana wî welatî bikin
Ji destpêka meha bê ve, yanî meha çaran, berî ku herin Brîtanyayê, divê daxwaza destûra elektronî ya geştê bikin, ku bi îngilîzî jê re dibêjin (ETA). Eger we ev nekiribe, nahêlin ku hûn herin nav xaka Brîtanyayê.
Lê nûçeya xweş ew e ku kar bi çend xulekan tê kirin û piraniya deman jî di çend xulekan de bersiva we tê. Her kesê telefona jîr pê re hebe dikare sepaneke Wezareta Navxweyî ya Brîtanyayê bar bike. Zanyariyên xwe tê de binivîse û 11 Euro (an 10 pound) bide û di nav çend xulekan de destûrê bistîne. Piştî wê heta du salan dikarî bi wê destûrê hat û çûna Brîtanyayê bikî.
Dibe ku gelek kes bipirsin: Ew destûr tenê ji bo wan kesan e ku îqameya wan li Ewropayê heye yan wan kesan jî li xwe digire ku welatiyên Ewropayê ne? Bersiva wê ew e ku her kesê ku ji Yekîtiya Ewropayê diçe Brîtanyayê ew destûr jê re pêwîst e û divê hebe.
Helbestên Baban Kerkûkî li ser kolanên bajarekî mezin ê Holendayê hatine kolandin û li cihên giştî li ser ekranan tên nîşandan
Baban Kerkûkî wek ji navê wî xuya ye xelkê Kerkûkê ye, lê çendîn fersexan dûrtir ji Kerkûkê karên wî deng vedane. Çendîn sal e wekî helbestvanê bajêr li parêzgeha Ûtrêxtê ya Holendayê tê naskirin, ku yek ji mezintirîn û qerebalixtrîn parêzgehên Holendayê ye.
Baban ji bilî çar dîwanan, hejmareke zêde ya helbestên wî di kovar û rojname û belavokên din ên Holandayê de jî belav bûne. Li bajarê dîrokî yê Ûtrêxtê, dema ku tu di kolanên navenda bajêr re diçî, helbestên Baban li ser şeqaman hatine kolandin.
Li ber pirtûkxaneya giştî ya bajêr jî skrînek heye û 24 saetan di şev û rojekê de helbestên Baban lê hatine danîn û xelkên derbasbûyî dikarin bixwînin. Ez dixwazim hûn ji devê wî ve çîroka Baban Kerkûkî bizanin.
Baban Kerkûkî "Ziman beşek e ji bo helbestnivîsînê, lê ne her tişt e, beşeke gelekî girîng e, li Ewropayê ziman beşek e, lê divê bêhtir bîr û fikr tê de hebe.
Dengê xwezayî…
Helbestên rojhilatî gelekî ciwan in, lê hestan gelekî zêde tê dikin. Li vir jê re dibêjin petêtis, yanî gelekî zêdekirina di hestan de, du sed salî berî niha ew tişt temam bûye.
Dengê xwezayî…
Girîng her ew e ku tu nêrîneke nû, ramaneke nû, dinyayeke ciwantir ava bikî. Berê xelk ew raman nebûye. Bila bibêjin tu li pireke mêze dikî, her kes wî tiştî dibîne, lê tu çawa xwe ligel wê pirê, behsa wê pirê dikî yan jî kara te çi ye ligel wê pirê, ew zêdekirin e, ew îzafeya ji bo helbestê ye û her behsa ciwaniyê jî nake, behsa ciwaniyê beşek ji helbestê ye, lê divê tu jê re dibêjin pêrspêktîv, yanî asoyekê, tiştekî nû bînî, nêrîneke nû bînî meydanê.
Dengê xwezayî…
Standarda helbestên Ewropayî, bi rastî navneteweyî jî ne hêsan e, gelekî bilind e. Heta helbestek belav bibe, diçe cem çar, pênc kesan û lê mêze dikin, gelo asta zimên baş e, gelo asta ramanê ku behseke bihêz e, standardeke zêde tê de heye heta helbestek belav bibe.
Dengê xwezayî…
Jiyan şahidî ye ji bo nêrîna te li asoyê, gavên te rabirdûyê bi peyvên nivîsandî ve girê didin, hemû demsal li vî bajarê bê dawî xwe dibînin. Ev helbest hatiye nivîsîn bi zimanê Holandî, navê 'Moedertaal' e, yanî zimanê dayîkê, di 21ê 3ê de belav dibe, yanî roja cîhanî, helbesta cîhanî ye, di heman demê de Newrozê de û bi çendîn zimanan hatiye wergerandin, yek ji wan zimanan zimanê îngilîzî, îtalî, bi xwe jî bi zimanê Holendî hatiye nivîsîn û bi Kurdî û bi Erebî jî û bi çend zimanên din.
Dengê xwezayî…
Yekem helbesta min bi Holendî ku hatibûn belavkirin, di 2002an de bû, du sal bû li vir bûm, lê piştî wê ya rastî, baştirîn helbest di sala 2006an de temam bûn. Yekem dîwan belav bû. Dîwana 'Bê Ove Xinar Ere-Erat', bi wateya 'Ber bi Araratê ve'. Bi Kurdî jî heye, belav bûye. Bergê wê yê wênekêşekî gelekî navdar e, navê wî Baldîn Ehmed e. Ew jî her piştgirê min bû ji bo vê dîwanê, demildest li gelek bajarên wan cihê xwe li Holendayê girt. Ev berhema te ya yekem bû, piştî, piştî vê dîwanê bû.
Dengê xwezayî…
Ev der pirtûkxaneya giştî ya bajarê Ûtrêxtê ye li kevintirîn avahiya bajarê Ûtrêxtê, yanî li vir e. Li vê ekrana ku hûn dibînin, 24 saetan, bajarê min, gelekî, gelekî divabû baştir xizmeta wî bihata kirin, dilê Kurdistanê ye, Qudsa Kurdistanê ye, her tiştê Kurdistanê ye lê xêra ku jê derdikeve ne ji bo civakê bûye, ev yekem tişt, û ez dixwazim bibêjim mîrat e, tiştekî ji bo Kerkûkê be, navê Kerkûkê bimîne. Xelk jî bizane xelkê Kerkûkê helbestvanên wan hene, nivîskarên wan hene, wekî wî, bila diyariyek be, karên te bikim. Yek ku di dawiyê de dimire, karek, mîrat ji bo zarokên wî dimîne, lê navê Kerkûkê her dimîne.
Dengê xwezayî…
Dîwana çarem ev e, 'Licht Om Bekend', roniya nenaskirî, belê, nediyar, roniya nediyar. Ev çar dîwan belav bûne heta niha, lê niha kar li ser dîwaneke nû ye, salek din dibe temam bibe, ku dîwana 'Ber bi Araratê ve' belav bû, di sala 2006an de yekser hest kirin ku helbestvanekî nû heye, ji ber zimanek, ne zimanê dayika wî ye, zimanê Holendî, bi zimanê, wekî zimanê, wekî helbestvanekî Kurdistan û Kerkûkê, di sala 2006an de dest pê kir û beşdarî çendîn festîvalên Holendî de bû. Di sala 2011an de, bêhtir a rastî dema ku dîwana duyem belav bû, 'Lontananse', ji wê demê ve êdî civaka Holendî, ne tenê civaka festîvala edebî, bêhtir girîngî bi helbestên min dan, ji ber ku tiştekî cuda bû, ez bi şêweyekê dinivîsim helbestan, loma bi Holendî, bi zimanê Holendî, lê ramana wê jî şêweyeke Rojhilatî jî tê de heye. Ne ku raman Rojhilatî be, lê mîks (tevlihev) e, cîhana min mîks e. Ev tiştekî nû dide helbestên Holendî. Ji bo beşdariyên min yên zêde, di çendîn festîvalan de, wekî festîvala 'Crossing Border' û yek e ji wan festîvalên gelekî bilind li Holandayê, beşdar bûme. Li kluba festîvaleke gelekî cîhanî, yanî helbestvan ji her welatî tên vexwendin û di sala 2011an de xelata 'C.C.S. Crone Stipendium' jê re tê gotin, xelata vê parêzgehê ye, parêzgeha baştirîn helbestvanê parêzgeha Ûtrêxtê.
Festîvalên helbestê yên zêde li Ûtrêxtê hene, yek ji girîngtirîn bajarên Holendayê ye, bêguman Amsterdam, Rotterdam, Den Haag bajarên mezin in, Ûtrêxt jî festîvalên gelekî mezin tê de tên kirin, û beşdarbûn di çendîn festîvalan li vir li Ûtrêxt û her wiha me li vir komek heye, jê re tê gotin 'Stadsdichtersgilde'.
Dengê xwezayî…
Ev hest, ne tenê hest e, divê tiştên din jî zêde tê de bikî, wekî hewcehiyekê, tu çawa nan dixwî, hewcehiya te bi xwarina nanê heye, pêdiviya helbestvan jî bi peyvan heye. Çiqas temenê te mezin be, helbest û bîranînên berê jî dûr dikevin, ji ber ku ji welatê xwe dûr î, lê çend tiştên ciwan hene li Kurdistanê ye, li Kerkûkê ye, û dibêjin kolanên kevn ên Kerkûkê, şeqamên Kerkûkê, ew bîranînên ku li Kerkûkê bûn, çemê Xase, min helbest li ser nivîsiye. Bêguman ev beşek ji jiyana mine, naxwazim nemîne, bila berdewam bimîne. Ez hest dikim pêwîstiyek e ku bi zimanê Holendî binivîsim, eger ji bo wê yekê ku karên min ji civaka Holendî re bigihînim eger ez her bi Kurdî helbestê binivîsim, yanî li vir xelk nexwîne. Min hest bi wê yekê kir, yekem tişt dema hatim Holendayê, divê baş hînî zimanê Holendî bibim, ji bo ku ew hest û ew raman û ew dîroka ku ez ji Kerkûkê hatime, bigihînim Holendayê, ne tenê behsa Kurdistanê bikim, lê wekî helbestvanekî Kurd bi zimanê Holendî bêm naskirin û karên min ji bo hemû civaka Ewropayî be û ji bo Holendayê, bi taybeî, bi rastî ji dayik, tiştek nîne ku bibêjî ji dayik bûyî wekî helbestvan, lê wiha xuya ye wisa ye, eger ne helbestvan bûma, erê jî bû neke.
Du jinên Kurd dê di demeke nêz de projeya xwe ya taybet a ciwankariyê li Almanyayê vekin
Diyasporaya Kurdî diyasporayeke tijî dînamîkî û xweşik e. Ji ber vê jî di şoweke wekî ya me de jî hûn dê wê curbicurî û dinamîkiyê bibînin. Kesên rojîgir û nimêjkar ên di diyasporayê de karê xwe dikin, kesên ku li ser nebûna wekheviya civakî û aborî di nav civakên diyasporaya Kurdî de lêkolîn dikin karê xwe dikin, kesên ku bûne helbestvanên navdar, ew jî karê xwe dikin, herwiha kesên ku giringiyê didin xweşikbûn û xweşikkirinê jî karê xwe dikin.
Du jinên Kurd ên ku bûne mêvanên bernameya Diyasporayê dixwazin bi rêya xweşikkirin û giringîdayîna xweşikiyê cihê xwe di civaka Almanyayê de bigirin.
Navê min Viyan Xelîl e. Ez ji Rojavayê Kurdistanê me. Temenê min 27 sal e û 5 sal e ez li Almanyayê dijîm."
Ez Marlîn im. Temenê min 23 sal e û ez Kurda Rojavayê Kurdistanê me û 15 sal e li Almanyayê dijîm. Ez wekî wê li ser erdê ne zêde baş im. Kursa me fêrî xweşikkirin û çareserkirina çerm dike, fêrî xweşikkirinê û kesên ku li ser çerm kar dikin. Karê me li ser xweşikkirinê ye û ez reklaman dikim û di medyaya civakî de jî kar dikim.
Karê min reklam e û ez di medyaya civakî de jî çalak im.
Her yek ji Marlîn û Viyanê bûn mêvanên studyoya Diyasporayê û behsa nasîna hev û karkirina bi hev re kirin. Der barê hevnasîna xwe de Marlîn, pêşanger û pispora xweşikkirinê got: "Ez pir kêfxweş im ji vê hevkariyê, ez ji vê çîroka hevaltiya xweş a di navbera min û Viyanê de hez dikim. Me li ser TikTokê û torên civakî hev nas kir, ji wir me agahî li ser hev bi dest xistin û me dest bi çêkirina vîdyoyan bi hev re kir.
Viyan Xelîl, pêşanger û pispora xweşikkirinê jî derbarê nasîna xwe û Marlînê de got: "Ez rasterast neçûm cem Marlînê, berê min dest bi karê rojnamevaniyê kiribû. Wekî ku Marlînê behs kir, me bi rêya torên civakî hev nas kir. Wekî her kes dizane, di destpêkê de zimanê min ê Kurmancî lawaz bû. Dema me hev nas kir, Marlînê vîdyoyeke min ku min bi zimanê Tirkî çêkiribû dît, pir lawaz bû û pê keniya. Piştî ku me hev nas kir li ser bingeha ziman, çawa bêjim ku lawaz bû. Beriya bernameyê Marlînê got ku tê bîra wê piştî ku me hev nas kir, me li ser bingeha zimên baş bi hev re kar kir. Berê em bûbûn hevalên hev û niha şiyana min a axaftina bi Kurdî gelekî baştir bûye, ev jî pir xweş e. Em bi vî rengî bûn." Herwiha dibêje: "Du birayên min ên din ji karê torên civakî pir hez dikirin, li Almanyayê bûn. Beriya pênc salan ji bo min pir dijwar bû ku kar bikim. Pir zehmet e ku tu bixwazî derfeta kar bibînî, pêdiviya te bi zimên heye. Wê demê ji bo min pir dijwar bû. Paşê min dît ku karê wan çiqas xweş e, torên civakî derdora wan dagirtibû. Min bi wan re hevkarî kir û me dest bi karkirinê kir. Di destpêkê de hin serêşî hebûn, gelek serêşî... Na, na, lê niha pir xweş e."
Der barê xewn û armancên xwe de Marlînê dibêje: "Bi rastî ez dixwazim navendekê vekim, tê de kar bikim û xwendekar û fêrxwazan hîn bikim û karê xwe berfireh bikim." Viyanê jî dibêje: "Pir xweş e ku ez bi hevala xwe re kar dikim, lê ez dixwazim beşa ragihandinê biqedînim û niha em karê reklamê dikin ku karekî pir xweş e û nêzîkî karê ragihandinê ye."
Der barê jiyana li Almanyayê wekî koçber û cudatiya di navbera wan û kesên ku bi eslê xwe Alman in de, Viyanê dibêje: "Bi rastî cudahiyek heye eger tu bi baldarî lê binêrî. Meaşê me wekî koçber ji meaşê Almaniyên ku li vir ji dayik bûne, li vir xwendine û kar kirine cuda ye. Lê derfet jî gelek in, dewletê gelek derfet danîne ber destê me wekî fêrbûna ziman, beşdarbûna çalakiyên werzişî û civakî. Derfetên civakî gelek in ji bo ku em beşdar bibin, rêya pêşketinê ji me re heye, lê di destpêkê de dijwar e, bi taybetî ji aliyê zimên ve. Mirov divê dema baş fêrî ziman bû, hingê derfet baştir dibin û cudahî jî kêmtir dibin."
Ji aliyê xwe ve li ser heman mijarê Marlînê dibêje: "Em hest dikin ku di hin waran de cudahî heye, lê di qada ku em tê de kar dikin de, me tu cudahî nedîtiye. Karê me ji karê Almaniyan xweştir e, paqijtir û baştir e. Ez serdana navendên Almanî, Erebî û Kurdî dikim û wan didim ber hev, karê me baştir e û ez tu cudahiyan nabînim."