Almanya.. Koçberî bûye mijareke germ a bangeşeyên partiyan ên hilbijartinê

10 January 2025
Almanya.. Koçberî bûye mijareke germ a bangeşeyên partiyan ên hilbijartinê
Li Almanyayê bangeşeyên hilbijartinên parlamentoya federal dest pê kirine ku biryar e di 23yê meha bê de bên lidarxistin.
Li gorî agahiyên me heta niha 10 Kurd ji partiyên cuda xwe kirine berendam ku ji heftiya pêş de heta dawiya hilbijartinan em ê wan hemûyan di rûmalên xwe de bidin nasîn. Yek ji wan mijarên ku di van hilbijartinan de girîngiyeke mezin pê tê dayîn, siyaseta koçberiyê ye.
Partiyên Almanyayê rikberiya hev dikin ka kî dê zêdetir li ser tundkirina siyaseta koçberiyê pêdagir be. Vê hefteyê ciwanekî koçber bi êrişeke li ser zarok û mezinan, nîqaşên li ser siyaseta koçberiyê germtir kir. Wî ciwanî li bajarê Aschaffburgê zarokekî 2 salî û zilamekî 41 salî kuşt. Sê kes jî birîndar kirin ku yek ji wan zarokekî din ê 2 salî bû. Her du zarok jî bi esil koçber bûn. Vê yekê wer kiriye ku li seranserê Almanyayê guşar zêdetir bibin da ku hikûmeta bê ya Almanyayê rêkarên tundtir ji bo hatina koçberan wergire.
Li gorî nûtirîn amarên Wezareta Derve ya Almanyayê, sala 2024an hewl hatiye dayîn ku kêmtirîn koçberên bi temen sûdê ji yasayên anîna endamên malbatê ji aliyê koçberên xwedî mafê mayînê ve wergirin. Loma jî, ji tomeriya 12 hezar kesên ku hatine cem malbatên xwe li Almanyayê, ji sedî 61ê wan zarok bûn ku dike 7300 zarok. Her wiha 1500 dê û bav hatine Almanyayê ku zarokên wan di bin 18 salî de bûn û berê gihiştibûn Almanyayê.

Vê hefteyê 391 koçber ji Kanala Manşê derbasî Brîtanyayê bûn
Tevî ku hikûmeta Brîtanyayê hemû hewlên xwe xistine kar ji bo rêlibergirtina derbasbûna koçberan ji Kanala Manşê (Îngilîz) bo wî welatî, lê hîn jî hejmareke zêde ya koçberan derbas dibin.
Amarên Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê aşkere dikin ku vê hefteyê 391 koçber bi 9 qeyikên biçûk derbasî wî alî bûne.
Hefteya borî hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku bi Îraq û Herêma Kurdistanê re lihevkirin çêkiriye ji bo rêlibergirtina sûcê rêxistinkirî û hatina koçberên neyasayî. Ev jî bi wê yekê ku li nav Herêma Kurdistan û Îraqê bi hevkariya Brîtanyayê bandên qaçaxçîtiyê bên eşkerekirin. Yek ji wan mînakan girtina bandekê bû ku Brîtanyayê spasiya rayedarên Kurdistanê kir ku li Silêmaniyê bi hevbeşî hatine girtin.
Cureyeke din a karên hevbeş ku Brîtanya piştgiriya wan dike, helmetên hişyarkirinê ne. Wek mînak îro şemiyê li Hewlêrê paneleke hevbeş heye ku karekî hevbeş ê dezgehên Brîtanya û Kurdistanê ye. Panel bi piştgiriya balyozxaneya Îraqê li Brîtanyayê tê lidarxistin û bi hevbeşî bi Enstîtuya Mafên Navneteweyî re.
Di vê derbarê de ji Brîtanyayê Sekreterê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Nizar Weys, bi rêya Skypê bû mêvanê Diyasporayê û ragihand ku roja şemiyê 25.01.2025 paneleke wan li Hewlêrê heye ku beşa platforma mafên mirovan a Komeleya Kurdî saz dike û bi rê ve dibe bi beşdariya Enstîtuya Navneteweyî ya Mafên Mirovan.
Sekreterê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Nizar Weys zelal kir ku platform du beş e, beşa yekem li Hewlêrê tê kirin û biryar e balyozxaneya Brîtanyayê li Îraqê piştgiriya projeyê bike û beşdarî wê bibe û beşa din jî biryar e li meha sê yan meha çar li Brîtanyayê bê kirin.
Nizar Weys got: "Em hewl didin bi hikûmeta Brîtanyayê re bigihîjin têgihiştinekê ji bo bi zorê neşandina penaberan ji Brîtanyayê, ku bandoreke neyînî li ser derûna penaberan kiriye û tevliheviyeke mezin peyda kiriye." Her wiha got: "Girîng e em bizanin çawa hevahengiyê bikin ji bo dîtina rêyekê ji bo kêmkirina van hemû trajedî û mirinan ku bi serê malbat û ciwanên Kurd de tên di wan rêyên qaçax de."

SWÊD - Welatînameya kesên 'sûcdar û xeternak' dê bê betalkirin 
Hikûmeta Swêdê projeyasayeke nû amade dike da ku welatînameya kesên ku gef in li ser ewlehiya welêt betal bike.
Hikûmeta Swêdê dest bi gavên betalkirina welatînameya kesên ku ji bo ewlehiya welêt gef in an jî sûcdar in kiriye.
Bi projeyasaya nû tê plankirin ku welatînameya Swêdê ya kesên ku sûc dikin an jî ji bo ewlehiya civakê xeter in ji wan bê standin.
Partiyên beşdarî koalîsyona hikûmeta Swêdê bûne jî iştgiriyê didin wergirtina pasaportên kesên ku xeternak û sûc dikin.
Tê gotin ku projeyasa dê li gorî destûra Swêdê rê bide betalkirina welatînameya van kesan.
Li gorî destûra bingehîn a Swêdê, piştî ku kesek bibe welatiyê Swêdê nikare ji welatînameya xwe bê bêparkirin lê tê gotin ku bi projeyasaya nû dibe ku ev rewş biguhere.
Hevkarên hikûmeta Swêdê yên derve piştgiriyê nadin vê biryara hikûmetê lê tenê Partiya Demokrat ragihand ku ew piştgiriyê dide vê gavê.
Wezareta Koçberiyê ya Swêdê diyar kir ku niha li dijî 600 kesan pêvajo hatiye destpêkirin ku welatînameya wan bê betalkirin.

Rapora Wezareta Dadê ya Japonyayê ya derbarê Kurdan bû sedema nerazîbûnê 
Li Japonyayê penaber û koçberên Kurd bûn mijara nîqaşê.
Li gorî raporeke Wezareta Dadê ya Japonyayê ya sala 2004an, penaberên Kurd bi niyeta nebaş ketine nav sîstemê û vê yek roj bi roj zêdetir pirsgirêk çêkirine.
Her çiqasî hikûmeta Japonyayê di wê demê de biryar dabû ku naveroka vê raporê bi gel re neyê parvekirin jî niha naveroka raporê ji raya giştî re hatiye eşkerekirin.
Di raporê de tê gotin ku Wezareta Dadê ya Japonyayê ji bo lêkolîna rewşa jiyanê ya li Tirkiyeyê tîmeke lêkolînê şandiye û piştî vê lêkolînê serlêdanên penaberiya Kurdên li Japonyayê hatine redkirin.
Piraniya penaberên Kurd li bajarê Kawasakiyê dijîn. Li gorî raporê, beşek ji penaberên ku çûne Japonyayê, piştî ku ji Tirkiyeyê çûne tenê ji bo perekomkirinê li Japonyayê mane û ji ber vê yekê ew ne li gorî statuya penaberiyê ne.
Hikûmeta Japonyayê tevî encamên raporê jî heta niha tu daxuyanî li ser vê mijarê nedaye.
Li Kawasaki nifûsa Kurdan nêzîkî 2 hezar û 500 kesan e. Xelkê herêmê dibêje ev rapor dê pirsgirêkan ji bo diyaspora Kurdan çêbike. 
Ji ber vê yekê kampanyayek hatiye destpêkirin û dixwazin hikûmeta Japonya ravebike ka çima ev rapor nehate eşkerekirin û eger Kurdan sîstema koçberiyê ya Japonyayê xerab bi kar anîbe, çima destûr hatiye dayîn.
Wezîrê Dadê yê Japonyayê Keisuke Suzuki piştrast kir ku rapor hatiye weşandin lê derbarê ku gelo hikûmeta Japonya dê lêkolînekê bike yan na ti daxuyanî neda. Li parêzgeha Saitamayê ku piraniya Kurdên Japonyayê lê dijîn, berê jî xelkê herêmê êrişî koçberên Kurd kiribû.
Ji ber vê yekê polîs û nûnerên diyaspora Kurd a li parêzgehê ji bo parastina koçberên herêmê bi hev re devriye kir. Penaberên Kurd li benda bersiva pirsên xwe ne ku wan çawa ziyan gîhîştandiye sîstema koçberiyê ya Japonyayê û çawa destûr ji vê yekê re hatiye dayîn.

Werzişvanekî Kurd li pêşbaziya hunera bergiriyê ya Ewropayê madalyaya zêrîn bi dest xist
Ferşad Gerdkane bû qehremanê Ewropayê di yariya jiu jitsu de
Hefteya borî Kurdek li Ewropayê karî bibe qehremanê Ewropayê di yariyeke bi nav û deng a Japonî de.
Ferşad Gerdkane, di pêşbaziyên yariya (jiu jitsu) de ku bi navê (European Jiu Jitsu) tên lidarxistin, di kêşa 94 kîloyî de bû qehreman. Dema li ser dika yekemîniyê rawestiya, alayeke mezin a Kurdistanê derxist û hejand.
Ferşad Gerdkane, qehremanê Ewropayê yê yariya jiu jitsu bi rêya Skypê bû mêvanê Diyasporayê û ragihand ku ev qehremanî di asta cîhanê de pir girîng e û salê carekê tê lidarxistin.
Ferşad zelal kir, herçend pêşbazî li Ewropayê tê lidarxistin, lê hemû qehremanên cîhanê beşdarî wê dibin. Asta wê pir bilind e û her kesê pilaya yekem bi dest bixe, dibe qehremanê cîhanê. Ferşad got: "Dema min pilaya yekem bi dest xist, min biryar da alaya Kurdistanê li vê meydanê bilind bikim û navê Kurdistanê bilind ragrim û min wisa jî kir û min nasnav û serkeftina xwe jî pêşkêşî Kurdistanê kir."
Ferşad Gerdkane amaje bi wê yekê kir ku herçend yariya dawî pir zehmet bû, lê bîra wî li ser wê yekê bû ku eger bibe qehreman, ev ê ji bo Kurdistanê be, lewra hemû hêz û şiyana xwe xiste kar ji bo ku qehremaniyê bi dest bixe. Wiha dibêje: "Yarîzanê hemberî min yek ji baştirînên cîhanê bû, lê bi alîkariya Xwedê min karî vê destkeftê ji bo Kurdistanê tomar bikim."
Ferşad Gerdkane dibêje: "Rast e ez li Beljîkayê dijîm û min dikarî alaya Beljîkayê bilind bikim, lê girîng e cîhan bizane em Kurd in. Dil û mejiyê me her li Kurdistanê ye û ez bi her awayî hewl didim navê Kurdistanê bilind ragrim û em wek werzişvanekî takekesî pêşbaziyê dikin. Niha em yekem Kurd in ku me di vê astê de serkeftin bi dest xistiye û em ê ji bo werzişvanên din ên Kurd rê xweşker bin."

Hikûmeta Almanyayê dê pereyan bide koçberên Sûriyeyî yên ku vegerin
Mezintirîn diyasporaya Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê li Ewropayê li Almanyayê dijî. Amarên Wezareta Navxwe ya Almanyayê nîşan didin ku 975 hezar koçber li Almanyayê hene ku xelkê Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê ne, ango nêzîkî milyonek kes.
Tenê sala 2024an, zêdetirî 77 hezar koçberên xelkê Rojava û Sûriyeyê li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kirine. Ji wî nêzîkî milyonek koçberî, 607 hezar kesan mafê mayînê ji bo demeke diyarkirî wergirtine. 340 hezar kesan jî mafê penaberiyê wergirtine û 266 hezar kesan jî di çarçoveya anîna endamên malbatê de mafê mayînê wergirtine.
Wezareta Koç û Koçberan a Almanyaya Federal ragihandiye ku berê ji bo koçberên welatên din bernameyeke wan hebû û ji vê mehê ve bername koçberên Sûriyeyê jî li xwe digire. Her kesê bixwaze vegere, hikûmeta Almanyayê dê 1700 Euro bidiyê û mesrefa vegerê jî li ser wan e. Ji bo malbatan jî 4000 Euro didin. Her wiha malbat dikarin di nav sê mehên yekem ên mayîna xwe li welatê xwe de her kes 2 hezar Euro wek alîkarî ji bo mesrefên tenduristiyê wergire.
Nêzîkî yek milyon diasporaya xelkê Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê dijîn
Li ser paşeroja wan li vir û paşeroja Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê jî, hejmarek çalakvanên çandî yên Rojavayê Kurdistanê rojên borî civîneke şêwirmendî li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê lidar xistin. Sê kes ji beşdarên civînê bûn mêvanên Diasporayê, ku ew jî Îdrîs Omer, Kamîran Hecî Ebdo û Şadî Hacî bûn ku hersê jî diyasporanişînên xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û qala naveroka civînê kirin.
Serê pêşî Şadî Hacî zelal kir ku karên komeleyên Kurdî yên Almanyayê bandor li ser biryarên hikûmeta Almanyayê derbarê Rojava û Sûriyeyê de nekirine û got: "Pêwîst e ciwanên Kurd li Almanyayê tevlî partiyên Almanyayê bibin û ew dikarin bi rêya partiyên Almanyayê roleke wan li ser biryara hikûmetê hebe hem ji bo welat û hem jî ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê."
Şadî Hacî got: "Heta niha rewşa Sûriyeyê ne zelal e û heta mafê hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de neyê bicihkirin, tirs dê her bimîne."
Şadî Hacî dubare kir ku daxwaza sereke ya komeleya wan çespandina sîstema federalî ye li Sûriyeyê û armanca wan a sereke ye ku Rojavayê Kurdistanê bibe herêmeke federal di Sûriyeya paşerojê de.
Ji aliyê xwe ce, Dr. Kamîran Hecî Ebdo derbarê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û bandora wê li ser koçberên wî welatî li welatên Yekîtiya Ewropayê got: "Eger aramî û ewlehî û jiyan li Sûriyeyê bê holê, piraniya koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên ku li welatên Ewropayê dijîn dê vegerin."
Dr. Kamîran Hecî Ebdo zelal kir ku hikûmeta Almanyayê dikare rola wê di avakirina aramiya Sûriyeyê de hebe û her wiha başkirina jiyana aborî, ji bilî Almanyayê welatên Yekîtiya Ewropayê bi giştî dikarin vê rolê bilîzin, loma bi avêtina vê gavê bi rêjeyeke zêde koçber dê vegerin welatê xwe û bi vî awayî barê ser milê van welatan ji hebûna koçberan kêm dibe. Dibêje: "Eger hikûmeta bê ya Sûriyeyê bikaribe ewlehî û aramî û rewşa aborî baştir bike, bi taybetî li beşa Rojavayê Kurdistanê, bi dilniyayî piraniya herî zêde ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Ewropayê niştecî ne, xasma li welatê Almanyayê dê vegerin û xizmetê ji netew û welatê xwe re bikin."
Sîstema federal ji bo birêvebirina paşeroja Sûriyeyê mijareke germ e di nav diyasporaya Kurdî li Ewropayê, berdewam çalakiyên siyasî li ser vê yekê tên kirin û çalakvan û siyasetmedarên Kurd ên Rojava li Ewropayê bi taybetî li Almanyayê dixwazin lobiyeke mezin ji bo çespandina sîstema federal li Sûriyeyê ava bikin û qenaetê bi welatên Ewropayê bikin da ku piştgiriya vê projeyê bikin. Îdrîs Omer ku çalakvanekî diyar ê diyasporaya Kurdî ya Rojava ye li Sûriyeyê û endamê Komeleya Kurdî ye li Almanyayê derbarê armanca komeleyê got: "Em daxwaza sîstema federal dikin ji bo Sûriyeyê, herçend em dizanin hinekî zehmet e, sedem jî vedigere wê yekê ku Erebên Sûriyeyê federaliyê nas nakin û wek parçebûna welat dizanin û şirove dikin, lê di rastiyê de federalî yekbûn e, ne parçeparçebûn e û Sûriyeyê bi yekparçeyî dihêle."

Fîlma derhênerê Kurd beşdarî Festîvala Fîlman a Texasê dibe
Fîlma hevpar a Kurd-Norwêcî "My Uncle Jeans" piştî nîşandana xwe ya yekem li Norwêcê, dê li Festîvala Fîlman a South by Southwest (SXSW) ya li eyaleta Texasa Amerîkayê were nîşandan.
Di fîlma ku Brwa Wahabpur derhêneriya wê kiriye de Hamza Agoşî û Peyman Ezîzpur di rolên sereke de dilîzin.
Derhênerê Kurd ê hevwelatiyê Norwêcê Brwa Wahabpur, di bernameya Diyasporayê ya ku Hemîn Ebdullah pêşkêş dike de li ser mijara fîlmê axivî.
“Di fîlmê de gelek çîrokên civakî û siyasî hene”
Wahabpur diyar kir ku di fîlmê de gelek çîrokên civakî û siyasî hene.
Fîlm çîroka xortekî Kurd vedibêje ku li Kurdistanê ji dayîk bûye û di zaroktiya xwe de koçî Norwêcê kiriye.
Karakterê sereke yê fîlmê mamosteyek e ku bi du hevalên xwe re di malekê de dijî.
Brwa Wahabpur got, "Çîrok bi serdana mamê ku ji Kurdistanê tê mala wan dest pê dike.
Fîlm hewldanên mam ên ji bo hînkirina çand û zimanê Kurdî ji biraziyên xwe re vedibêje."
Derhênerî got ku wî beriya 10 salan cara yekem Hamza Agoşî ji bo filmeke kurt a li bakurê Norwêcê kişandî hilbijartibû û ji wê demê ve gelek caran bi hev re kar kirine.
Wahabpur diyar kir ku ji ber vê yekê wî rasterast rola serekî daye wî û ti ceribandinên lîstikvaniyê nekirine.
“Gelek xal hene ku dê bala temaşevanan bikişînin”
Lîstikvanê serekî yê filmê Hamza Agoşî jî got, "Film bi tevlihevkirina drama û komediyê gelek mijarên siyasî û civakî tîne zimên. 
Di senaryoyê de gelek xalên hene ku dê bala temaşevanan bikişînin."
Agoşî her wiha got, "Film ji bo temaşevanên li Ewropa û Amerîkayê gelekî balkêş e. 
Ez di filmê de di rola serekî de wekî Mam Yûnis dilîzim, ev beşek ji çîroka min a borî ye."