Hefteya borî zêdetirî 500 koçberan xwe ji Kanala Îngilîz gihandin Brîtanyayê

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundirîn a Brîtanyayê, tenê di hefteya borî de 542 koçberan bi 10 qeyikên biçûk xwe ji Fransayê û bi rêya Kanala Înglîzî gihandin Brîtanyayê.
Niha pileya germahiyê li Kanala Înglîzî 5 pile ye. Her wiha 99 koçberan jî ku hewl dabûn bi qeyikan derbas bibin û rastî rewşeke dijwar hatibûn, ji aliyê hêzên deryayî yên Fransayê ve hatin rizgarkirin û li Fransayê hatin vegerandin.
Her di hefteya borî de di operasyoneke hevbeş a hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û Brîtanyayê de li bajarê Silêmaniyê 3 kes bi tawana qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.
Ajansa Neteweyî ya Sûcê ya Brîtanyayê (NCA) ragihand ku ew 3 kesên hatine desteserkirin têkiliya wan bi Amanc Hesenzade re hebû ku dawiya sala borî li Brîtanyayê bi 17 sal zindan hat cezakirin. Ew jî piştî ku hate piştrastkirin ku bi dehan koçber bi awayekî neyasayî gihandine Brîtanyayê. Ji wan 3 kesên desteserkirî yek jê 38 salî ye û karê qaçaxbirina mirovan ji Yewnanistanê ber bi Îtalyayê kiriye. Kesê duyem di 40 saliya xwe de ye û karê hewaleyan kiriye û kesê sêyem jî di 30 saliya xwe de ye û tawanbar e ku simsarî ji qaçaxçiyan re kiriye û koçber ji wan re peyda kirine.
Amanc Hesenzade bi sedema rûniştineke vîdyoyî hate eşkerekirin ku sala 2021ê li Kurdistanê jê re hatibû girtin û tê de wek "qaçaxçiyê herî baş" hatibû naskirin. Polîsê Brîtanî vîdyoyê li ser YouTubê dibînin û wî digirin.
Hikûmeta Brîtanyayê ji bo hêsankariya desteserkirina qaçaxçiyan spasiya hikûmeta Kurdistanê kir
Hikûmeta Brîtanyayê spasiya hikûmeta Kurdistanê kiriye û di tweetekê de ragihandiye ku berê qaçaxçiyan wisa dizanî ku destê me nagihîje wan, lê spas ji karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê re ku kirine ku êdî wisa nebe.
Heftiya borî Serokwezîrê Îraqê li Brîtanyayê bû. Hikûmeta Brîtanyayê bi awayekî fermî ragihand ku armanca serdanê xurtkirina têkiliyên aborî ye. Hevdem jî eşkere kir ku dê dest bi gotûbêjan bikin li ser rêkeftinekê ji bo vegerandina koçberan û rêlibergirtina koça neyasayî.
Gelek ji wan kesên ku li Brîtanyayê dijîn ji vê nûçeyê nîgeran in û wer belav bûye ku ji niha ve Brîtanyayê dest bi dersînorkirina koçberan kiriye. Divê ev çiqas rast be û bi rastî jî pêwîst e koçber li Brîtanyayê ji xwe bitirsin.
Di vê derbarê de rojnamevan Nebez Bazyanî ji Londonê bû mêvanê Diyasporayê û ragihand ku ew koçberên ku keysên wan hîn yekalî nebûne li Brîtanyayê, tirsa wan heye û got "Belavbûna nûçeyê li medyaya civakî tirs di nav koçberan de belav kiriye, kesên ku Brîtanyayê ew dersînor kirine, sûc kirine, lê pêwîstiya dersînorkirina wan bi razîbûna dadgehê heye, yan jî wan kesan li xwe digire ku keysên wan bi temamî hatine girtin".
Nebez Bazyanî her wiha got "Her vegerandineke koçberan divê bi yasa bê kirin û divê were yekalîkirin ku ew kesên dersînor dibin jiyana wan di ewlehiyê de ye yan na".
Bazyanî eşkere kir ku di civîna di navbera Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Brîtanyayê de behsa "dersînorkirina diyarkirî" hatiye kirin, lê hûrgiliyên wê nehatine eşkerekirin.
Li gorî sala 2023, sala 2024an daxwazên penaberiyê li Ewropayê kêmtir bûn
Li gorî daneyên Yekîtiya Ewropayê, di sala 2024an de rêjeya daxwaza mafê penaberiyê li YE, Swîsre û Norwêcê li gorî sala 2023an, bi rêjeya ji sedî 12 kêmtir bûye.
Sala 2024an yek milyon kesî daxwaza mafê penaberiyê kirine, lê sala berê milyon û sed û çil daxwaz hatibûn pêşkêşkirin. Piraniya daxwazan, ku digihîje 235 hezar û 925 daxwazî, li Almanyayê hatine pêşkêşkirin.
Li Almanyayê jî rêje bi qasî ji sedî 30 li gorî sala berê kêm bûye. Piraniya wan kesên ku sala borî hatine Almanyayê xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bûn.
Piştî Almanyayê, Spanya û piştre Fransa û di dawiyê de jî Îtalyayê herî zêde daxwazên penaberiyê tomar kirine. Macaristan xerabtirîn welat bûye û di dirêjahiya salê de tenê 29 daxwazên penaberiyê wergirtine.
Li Almanyayê bangeşeyên hilbijartinên parlamentoyê dest pê kirin
Almanya: Alîgirên partiyeke tundajo ya dijî koçberan bilîtên girîmaneyî yên dersînorkirinê ji 30 hezar navnîşanan re şandine ku rûniştvanên wan bi eslê xwe ne Alman in
Hilbijartinên parlamentoyê yên vê carê yên Almanyayê, ku nîvê meha bê dê bên lidarxistin, kampanyayên bangeşeyê yên ecêb û seyr tê de hene.
Li bajarê Karlsruheyê li başûrrojavayê Almanyayê, partiyeke tundajo ya dijî koçberan şêwazeke nû ya bangeşeyê afirandiye. Partiya Alternative fuer Deutschland (AfD) di bernameya xwe ya hilbijartinê de qala vegerandina zêdetir a koçberan ji Almanyayê bo welatên wan dike. Hin endam, alîgir û rêberên wan jî ji wê zêdetir diçin û dibêjin tewra kesên ku welatînameya Almanyayê jî wergirtine, divê li balafirekê bên siwarkirin û ji bo welatê xwe yê ewil bên şandin.
Hin ji wan kesên ku behsa wan tê kirin dê û bavên wan an dapîr û bapîrên wan hatine Almanyayê û ew bi xwe li vir ji dayik bûne, lê tundajoyên dijî koçberan dibêjin divê ew jî bên dersînorkirin.
Li Karlsruheyê ji 30 hezar malan re kaxezeke bi şêweya bilîta balafirê hatiye şandin. Bilît yek ser e û ekonomî ye. Hatiye nivîsandin ku ji Almanyayê ber bi wî welatê aram ve ye ku wergirê bilîtê jê hatiye.
Belavbûna vê nûçeyê li seranserî Almanyayê nîgeranî û rexneyên zêde bi dû xwe de anî. Frank Mentrupê serokê şaredariya bajêr rexneya tund li partiya Alternative fuer Deutschland girt û got tiştê ku kirine ewlehiya civakê dixe metirsiyê.
Li bajarê Dusseldorfê Kongreya Neteweyî ya Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê birêve çû
Roja îna borî li Dusseldorfê dûr ji mijara hilbijartinên Almanyayê, behsa paşeroja Rojavayê Kurdistanê û rola Êzidiyên Rojava hat kirin. Kongreya Neteweyî ya Êzidiyên Rojava birêve çû.
Zinar Şînoyê peyamnêrê Rûdawê li Ewropayê di nav kongireyê de bû û wî bi yek ji serperestên sereke yên kongireyê re hevpeyvînek saz kir:
Hejmareke mezin a Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê li Dusseldorfê kom bûn û çalakiyek pêk anîn, ji bo ku nûnertiyekê ava bikin da ku bi rêveberiya nû ya Şamê re bikevin danûstandinan, da ku mafên Êzidiyan di Sûriyeya nû ya piştî Esed de di destûr û yasayê de û bi fermî bên naskirin.
Îbrahîm Simo yê yasanas beşdarî kongreyê bû, Zinar Şîno bi wî re hevpeyvîn kiriye.
Rûdaw: Bi dîtina te, divê çi bê kirin, ji bo ku mafên Êzidiyan di destûrê yan jî di yasayên nû yên Sûriyeyê de bên parastin? L ba we çi girîng e, divê piştgiriyeke siyasî hebe, yan yekgirtina Êzidiyan hebe yan pêwîstî bi piştgiriya civaka navneteweyî heye?
Îbrahîm Simo: Berî her tiştî yekbûna Êzidiyan pêwîst e û piştre jî piştgiriyeke siyasî pêwîst e û piştgiriyeke navneteweyî jî pêwîst e. Ev her sê faktor pir girîng in ji bo paşeroja Sûriyeyê û paşeroja Êzidiyan û kêmîneyên din. Heta niha em kom dibin, şêwirê dikin ka çi pêwîst e û çi ne pêwîst e. Berê me digot bila em bifikirin ka em çi dixwazin û divê em lezê bikin. Tiştê ku çendîn sal berê li Sûriyeyê qewimî bi rastî qeyraneke mezin bû ku ew welat tê re derbas bû, gelê wê jî tertûbelav bû, Êzidî jî nola pêkhateyekê di wê civakê de, loma hewl û şiyaneke zêde pêwîst e û çawa em dikarin tiştekî bidest bixin.
Rûdaw: Min bersiva xwe rasterast wernegirt, lê xuya ye ku ti yek ji van hersê tiştan niha nîne, ne yekgirtin, ne piştgiriya siyasî ne jî piştgiriya navneteweyî?
Îbrahîm Simo: Bi rastî em hewl didin ku yekîtiya Êzidiyan bidest bixin berî her tiştî û paşê bifikirin ka em ber bi ku ve diçin, çawa difikirin û stratejiyekê datînin. Ew stratejî bi rastî girîng e, piştgiriya navneteweyî û siyasî herdu jî girîng in. Bi dîtina min, ez îro dibînim Êzidî amade ne ber bi pirsa xwe ve biçin, belkî berê ev amadebûna Êzidiyan nebû, niha amade ne ber bi pirsa xwe ve biçin û xalên xwe, yanî hebûna tiştekî, hebûna xwe bi taybetmendiyên xwe ve rast bikin.
Rûdaw: Eger ji te bê xwestin, di destûra nû ya Sûriyeyê de ne mafên Kurdan bi tevahî, lê tenê Êzidî diyar bikî, tu tekezî li ser çi dikî û tu dixwazî çi di wê destûrê de hebe?
Îbrahîm Simo: Bi rastî meseleya kotayê gelekî girîng e, kotaya Êzidî ji ber ku hejmara Êzidiyan kêm e. Kota bi wateya mafên wan û navê wan jî hat baskirin wek pêkhateyeke etnografî, lê pêkhateyeke olî ye yanî were baskirin da ku di paşerojê de di nav her yasa û zagoneke Sûriyeya paşerojê de bê kirin, ew jî bibe garantiyek.
Rûdaw: Ne pêwîst e bê gotin ku Êzidî û wek oleke serbixwe bê naskirin û divê Êzidî xwe û ol û çanda xwe biparêzin, ev hûrgilî jî tên baskirin an ji bo paşê dimînin?
Îbrahîm Simo: Bi baweriya min, ev hûrgilî eger bên behskirin çiqas dikarin bigihîjin cîbicîkirina siyasî, ew cîbicîkirina siyasî diyar dike, çiqas Êzidî zîrek dibin di wê cîbicîkirina siyasî de û dikarin mafên xwe çiqas berfireh bikin bi rastî baştir dibe bi baweriya min. Bi taybetî gelekî girîng e ev gotina te behs kir, hatin qalkirin, hîn ji wê zêdetir daxwaziyeke me ya berfirehtir heye. Bi rastî em dixwazin her tiştî bidest bixin, ji ber ku Êzidî li gorî hejmara xwe daxwazê bikin, wê demê ew helwest zehmet dibe bi rastî, lewra piştgiriya siyasî û navneteweyî jî pêwîst e da ku bikaribin mafên xwe di Sûriyeya nû de diyar bikin.
Fransa wê îsal yasayên dayîna vîzeya Şengenê biguherîne
Fransa dixwaze zagonên dayîna vîzeyê biguherîne û ji bo hin welatan dijwartir bike. Heftiya borî Serok Macron got ku ew dixwazin reformê di sîstema vîzeya welatê xwe de bikin.
Li gorî agahiyan ji vir û pê ve Fransa dê hewl bide agahiyên zêdetir bi welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê re parve bike, da ku wek ku ew dibêjin kesên ku mafê wan nîne, bi hêsanî nikaribin vîzeya Fransayê wergirin. Her wiha ew welatên ku di mijara dersînorkirina koçberan û parvekirina agahiyan di warên din ên taybet bi koçberan de alîkariya Fransayê nakin, hemwelatiyên wan dê bi zehmetî karibin vîzeya Fransayê wergirin. Guherîneke din ew e ku sîstema dayîna vîze û berhevkirina agahiyan dê baştir bibe dîjîtal.
Her wiha Fransa dixwaze wek welatên din ên Yekîtiya Ewropayê sîstemeke balkêştir ji bo kişandina destê kar ê pispor deyne û dayîna vîzeyê ji bo wan kesên ku li Fransayê di warên diyarkirî de pêwîst in hêsantir bike. Ev hemû guherîn hîn biryara dawî li ser wan nehatiye dayîn û gotûbêj li ser wan tên kirin.
Swêd mercên wergirtina welatînameya xwe dijwartir dike
Swêd ji meha dehan a sala borî ve rêbazên tundtir ji bo dayîna welatînameyê girtine ber. Ji ber vê yekê, wek ku di daneyên Daîreya Koçberiyê ya Swêdê de xuya dike, sala 2024an kesên kêmtir li gorî sala 2023an welatînameya Swêdî wergirtine.
Sala 2024an, bi tevahî 65 hezar û 591 kes bûne xwediyê welatînameya Swêdê, sala berê hejmar 68 hezar û 168 kes bû. Her wisa kesên ku mafê penaberiyê wergirtine, ji nêzîkî 17 hezar kesî daketiye 15 hezar û 500 kesî.
Bingeha sereke ya rêbazên tund ên Swêdê ji bo dayîna welatînameyê ew e ku nabe ew kes gefê li ser ewlehiya neteweyî ya Swêdê çêke. Her wiha ew jî hatiye çespandin ku heke kesek welatînameya wî jê bê standin, carekê din nikare werbigire.
Daîreya Koçberiyê ya Swêdê ragihandiye ku ji destpêka meha sêyem a îsal ve dê rêbazên tundtir di sîstema koçberiyê de bên girtin, da ku wek ku daîreyê ragihandiye rê li ber wê were girtin ku sîstema koçberiyê ya Swêdê bi xerabî were bikaranîn.
Almanya.. kî daxwaza mafê mayîna kar (an karta şîn) bike, divê meaşê wî yê salane bigihîje 50 hezar dolarî
Li ser asta Yekîtiya Ewropayê tiştek heye jê re dibêjin (karta şîn), ku mafê mayîn û karkirinê ye ji bo kesên pispor di warên ku li YEyê pêwîstî bi pisporiya wan heye. Her welatekî endam di YEyê de azad e di danîna mercên dayîna vê kartê de.
Heta niha li Almanyayê kesekî dikarî ev kart werbigirta ku ofereke karkirinê li Almanyayê jê re hatibe ku meaşê wî yê salane bigihîje 43 hezar û 759 euroyî. Ji niha û bi şûn de ev namîne û divê kesê daxwazker ofereke wî wiha hebe ku meaşê wî yê salane bigihîje zêdeyî 48 hezar û 300 euroyî. Yanî meaşê wî/wê yê mehane bigihîje bêtirî çar hezar euroyî.
Karta şîn bi vê yekê ji cureyên din ên mafê mayînê tê cudakirin ku piştî wergirtina wê, tu azad î di guhertina karê xwe de. Her wiha ji bo anîna endamên malbatê û wergirtina welatînameya Ewropayê jî hêsantir dike.
Holenda.. Festîvala Rengale ji bo huner û çanda kurdî hate lidarxistin
Rojên borî, li Dênhaxa paytexta siyasî ya Holendayê festîvaleke pir balkêş a taybet bi huner û çanda kurdî hebû. Xanimeke holendî ya beşdarî festîvalê bi matmayîn li ser bedewiya çanda kurdî axivî.
Dengê muzîkê...
Rîhan Xeznewî - Dîzayner:
Ez Rîhan Xeznewî me, kurdê/Kurda Rojavayê Kurdistanê me û li welatê Holendayê dijîm. Ev şeş heta heft sal in ku ez li vir im û min hez kir ku vê bûyerê bikim û min pêdivî dît ku kurdan li vir kom bikim.
Dengê muzîkê...
Rîhan Xeznewî - Dîzayner:
Ez dibînim ku piştgiriyeke berbiçav ji bo piştgiriya ciwanan û xebatên wn tune. Loma ez dixwazim li vir piştgiryê ji wan re peyda bikim.
Dengê muzîkê...
Rîhan Xeznewî - Dîzayner:
Wekî ku hûn dibînin, ev tablo ne û gelek tiştên taybet li vir hene bi rastî, ku divê em bala xwe bidinê, bi gelê xwe bidin nasîn û her wisa piştgiriya wan bikin û rê bidin ku bêtir girîngiyê bidin çand û huner û dîzayn û cilûbergên kurdî.
Dengê muzîkê...
Mesûd Tahlo - Dîzayner:
Ez Mesûd im, dîzayner im. Ji sala 2018an ve ez karê dîzaynê dikim û ji du salan ve ye li ser cilûbergên kurdî dixebitim. Berê min çênedikir, lê piştî ku ez fikirîm, ez kurd im û dîzaynerekî kurd im, çima min girîngî nedaye dîzayn û çêkirina cilûbergên kurdî? Ji ber vê yekê min kir û hewl didim ku çanda xwe derxînim holê. Her çend yên ku ez çêdikim cuda bin jî, lê min xwest kurdîtiya xwe bi rêya dîzaynan ji bo gelê xwe û hemû cîhanê derxînim holê.
Darîn Murad - Model:
Navê min Darîn e, ez ji Qamişlo me û li Almanyayê dijîm. Cara yekem e ku ez têm Holendayê û beşdariya vê festîvalê dikim. Du kirasên kurdî hatin nîşandan, yek ji wan dîzaynerê wê Mesûd bû. Ez pir kêfxweş im, ji ber ku beşdariya min di vê nîşandanê de teşwîqek e ji bo min û nîşandana bedewiya cilûbergên kurdî. Dema koordînatoran ji min xwest ku ez beşdarî nîşandanê bibim, ez pir kêfxweş bûm. Ku li bajarekî wek Dihok ligel kurdên me li vir bûm, ligel gelek dîzaynerên kurd bûme nas û her tim tiştên bedew hene ji bo nîşandanê. Gelê me pir şiyandar e.
Mesûd Tahlo - Dîzayner:
Îro tiştekî pir taybet e ji bo min ku cilûbergên kurdî hatin nîşandan. Gelê Holendayê jî îro em li bajarê Den Haag in, gelê Holendayê cilûbergên me yên bedew dibînin. Ev tiştekî pir baş e ji bo me Kurdan û ji bo Kurdistanê.
Jolê van Harlêm - Mêvan:
Pir xweş e. Cîraneke min ez vexwendime. Bi rastî min nizanîbû divê li benda çi bim, lê ez rastî sûprîzekê hatim. Bi rastî tiştên li vir pir xweşik in, hem ronahî û hem jî raxistina holê û xwarineke pir xweş jî lê heye. Bi rastî ji bo me bêtir dişibe çîrokên ber agirdanê, xasma hemû hûrgiliyên bedew, xişil û wêne û hemû xweşikiyên li vir. Her wisa ew hemî jinên nazdar! Bi rastî ev der pir rengîn e. Min qet nizanîbû ku çanda kurdî wiha bedew e.
Rîhan Xeznewî - Dîzayner:
Em xwediyên çandeke dewlemend in, divê em nîşan bidin ku em xwediyên çandeke rastîn in û ev cilûbergên me yên kurdî ne, cilûbergên folklorîk, cilûbergên eşîrî û nûjen in. Hêvî dikim ku xweşik be. Pir piştgiriya me kirin ku ji bo 11 dîzaynerên kurd bû, demeke pir xweş bû. Pêşangeha Rengale divê berdewam be û salane carekê bê kirin ji bo piştgiriya xebatên ciwanên kurd li Ewropayê bi giştî. Yên ku îsal derfeta wan nebû beşdar bibin, sala bê dê derfeteke nû û şansekî nû bi awayekî pîşeyîtir û profesyoneltir ji bo wan hebe.
Renc Azad - Hunermend:
Ez kêfxweş bûm ku îro ez jî beşdarî mezintirîn bûyera kurdî li Holendayê bûm. Wekî hunermendekî min bi zimanê kurdî, şêwezarê soranî xizmeta festîvalê kir.
Diyaspora çîroka bandora Dr. Ubêd Efendî li Viyanayê nîşan dide
Dr. Ubêd Efendî bijîşkekî Kurd ê navdar li Nemsayê ye. Xelkê Kobanê ye û rihê wî yê Kurdayetiyê yê her çar perçeyên Kurdistanê ye. Yek ji wan Kurdên pêşî ye ku hatine Ewropayê. Di salên heftêyî de bûye serokê şaxê Nemsayê yê Komeleya Xwendekarên Kurd.
Tîma Diyasporayê li Nemsayê çû mala wî û wî tevî hevjîna xwe pêşwaziyeke germ li wan kir. Ew heyamekê vegeriyabû Rojavayê Kurdistanê û li wir xizmet dikir, lê niha bi hevjîna xwe re li Viyanayê ye û li wir çîroka jîyana xwe ji Diyasporayê re vegot.
Behsa wê yekê jî kir ku çawa bi şîreta kesekî Nemsayî çalakiyên Kurdên Nemsayê di salên heftêyan de ji hewldana belavkirina nûçe û gotarekê di medyaya wê demê ya Nemsayê de guheriye bo lobîkirin û dostaniya biryarderên wî welatî.
Yek ji wan kesên ku Dr. Efendî li Nemsayê nas kiriye Newşîrwan Mistefa bû. Dr. Ubeyd qala wê yekê dike ku çawa nûçe ji wan re şandine ku Newşîrwan Mistefa li Viyanayê ye û divê alîkariya wî bikin. Ji me re dibêje ku çawa li zanîngeha Nemsayê di beşê zanistên siyasî de hatiye wergirtin, lê Newşîrwan Mistefa diçe çiyayên Nemsayê. Qaşo gotiye dixwaze hînî zehmetiyên çiyê bibe. Çîrokê ji devê Dr. Efendî bibihîzin.
Piştî têkçûna Şoreşa Kurdistanê, rewşa penaberên şoreşê û serkirdayetiya wê di bin destê Şahê Îranê de pir xerab dibe. Wê demê Dr. Efendî û hevalên wî hewl didin û yekem koma malbatên Kurd ên penaber ji Îranê wekî penaber digihînin Nemsayê. Bi min xweş e ku hûn guhdariya çîroka wî bikin.
Naveroka hevpeyvînê:
Ez di salên heftêyan de çêbûm. Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li Viyanayê şaxê wê yê Nemsayê hebû, lê çalakiyên wê kêm bûn. Newrozek çêdikirin û Kurd beşdar dibûn. Eger daxuyaniyek ji Kurdistanê bihataya, ew daxuyanî dihate xwendin û diçûn, wê demê Kurd li vir kêm bûn.
Hilbijartin pêk hatin û di wê demê de ez bûm sekreterê Komeleyê, şaxê Nemsayê. Me biryar da ku divê destûra me hebe da ku em bikaribin bi dilê xwe kar bikin li Nemsayê. Me daxwaza destûrê kir û me wergirt, em bûn rêxistin, lê îmkanên me kêm bûn, tenê sindoqeke me ya posteyê hebû, post faxeke me hebû, jimara wê 160 bû. Mifteyeke min hebû, min diçû û dadixist, carcaran post dihat, tişt dihatin, îmkanên me yên din nebûn ku baregeheke me hebe û tiştên wisa bikin.
Rojekê ji wan rojan postkartek ji me re hat ku nivîsîbû "Ez gelekî ji Kurd û Kurdistanê hez dikim û dostê Kurdan im", eger dema we heye, ev jimara telefona min e, telefonî min bikin. Min telefon kir, diyar bû ku ew kes berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Sosyalîst a Nemsayî ye.
Kesekî gelekî sport bû û gelekî ji Kurd û Kurdistanê hez dikir, dixwest alîkariya me bike, wî em hîn kirin ku em çawa kar bikin. Ji me re got "Her mehê divê em ji aliyê rojnamevanan ve tiştekî di rojnameyan de belav bikin. Ev kêm e ji bo karê siyasî, pêwîst e hûn bibin endamên partiyên siyasî, bibin endamên rêxistinan, kar bikin û heval û dost bi me re pêwendiyan çêkin."
Di wê demê de min telefonî Tariq Akreyî kir ku wê çaxê berpirsê Komeleya Xwendekarên Kurd li Bonê bû û her wisa berpirsê PDKê jî bû. Min got "Kak Tariq, du partî dibe yan nabe, em çi bikin pirsgirêkeke wiha heye?" Got "Kak Ubeyd, eger xizmeta Kurd û Kurdistanê bikî ti pirsgirêk tune." Min got "Keko ev jî ji bo Kurd û Kurdistanê ye, çi karê me bi sosyalîstên Nemsayî heye?"
Me parve kir, hevalekî me hebû navê wî Xeta Oso bû, ew çû ji bo rêxistina mafên mirovan, ji bo rêxistina parastina mafên mirovan. Ajansa nûçeyan a Astriya, min wekaleta rojnamevaniya Nemsayî û pêwendî bi wan re çêkirin. Min pêwendiyeke xurt bi rêveberê wan re çêkir.
Min di wê demê de dît ku dema ez hatim vir, rewşa me ya aborî ne baş bû. Min li çayxaneya mala xwendekaran kar dikir. Sala 1972 bû, yekşemekê hevalek bi rêkûpêkî hat û daxwaza iskanek çay û nanî kir û min pêşkêş kir. Dema xwarin hat min got hesab çiqas e? Got hesab tune. Tu mêvanê me yî, tu xwendekar î û cara yekem e tu hatiyî Viyanayê, em tu pereyan nastînin. Got tu jî çima pereyan nastînî? Tu kî yî? Min got welleh ez Kurd im. Got Kurd î? Tu Barzanî yî? Erê ez Barzanî me. Bi rastî bi dilekî xweş dema yekî got Barzanî, em gelekî kêfxweş dibûn. Min got erê em Barzanî ne, li vir xwendekar pereyan nastîne û li Viyanayê dixwîne û pereyan nastîne, got em bi adeta Kurdan mêvanekî me were em tu pereyan jê nastînin. Wiha bû, got em pereyan nastînin. Ev karta min e, rojekê ji rojan eger pêwîstiya te bi tiştekî bû were cem min, li wir nema.
Rojekê piştî wê Heim Leitereke min hebû, ew li mala xwendekaran çavdêrê mala xwendekaran bû, gotin yekî wiha hatiye. Min got navê wî çi ye? Got nizanim, lê karteke min heye, dema kart nîşan da got tu dizanî ev kî ye? Got ev berpirsê hemû xwendekarên biyanî ye li Nemsayê, ev dikare her tiştî bike, her tiştî dikare bike û qediya, ez çûm cem wî û min pêwendiyek pê re çêkir, pêwendiyeke xurt heta salekê. Minew gazî mala xwe kir di wê demê de, diyarî ji min re anî, paketek bû. Min paket vekir, qirawat û kiras û qemîsek wek diyarî da min, min pêwendiyeke baş pê re çêkir.
Piştî wê havînan ez dihatim û min li nivîsgeha wî kar dikir, yek ji xizmetguzariyên wan karê havînê didin xwendekaran. Rojekê ji rojan telefonek ji min re hat, jinek bû got ez kursa Erebî li zanîngehê dixwînim, lê pêwîstiya min bi kesekî heye ku bi Erebî bi min re biaxive. Bêguman em li welatên Erebî dijîn, hêsantir e yek Erebî bizane. Got erê mamoste heye.
Di wê demê de rewşa me jî xerab bû, min got heye, me sozek danî. Ez çûm cem wê, min nêzîkî mehekê ders dida wê, hefteyê deh caran. Goya tê ji me re li çayxanê rûdinê, got xem nake tu bêyî mala me? Li malê ji min re û ji te re jî rehetir e. Min got pirsgirêk tune. Ez çûm mal, dema ez çûm mal, tu kes li wir nebû, zilamek hat mêrê wê bû. Diyar bû ku wezîrê dadê yê Nemsayê, Christian Broda bû, pêwendî çêbû, hatûçû çêbû. Ew dihat cem xwendekaran, ew dihat mala min, ez diçûm balê.
Ew têkiliya bi wezîrê dadê re xurt bû, bi malbata wî re xurt bû, bi Dr. Kolerê berpirsê xwendekarên biyanî re xurt bû, ez vê nabêjim, di wê demê de wek min got ji me re got divê hûn bibin endamên partiyan, bibin endamên rêxistinên navneteweyî, me têkiliyeke xurt çêkir.
Hilbijartin pêk hatin, em û nêzîkî sê Celaliyan hebûn û her wiha Komele jî hebûn. Komeleya Xwendevanên Kurd di wextê xwe de komeleyeke serbixwe bû, em PDKeyî tê de hebûn, her wiha alîgirên Celal hebûn, komunîst tê de hebûn, KAJÎK û KOK tê de hebûn, hemû kes tê de hebûn, lê em ji bo Kurd û Kurdistanê yek dest bûn, cudahî qet nebû bi rastî ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê, em yek bûn lê her kesî fikra xwe ya siyasî hebû ew ji xwe re bû, ji bo partiya xwe bû, lê ne ji bo Komeleyê û karê neteweyî.
Rojekê ji rojan sala 1973yan Kak Tariq telefonî min kir got Kak Ubeyd, got hevalek hatiye cem we, ji Mekteba Siyasî ya PDKê nameyek ji min re hatiye ku kesek bi navê Newşîrwan Emîn hatiye, di dema xwe de Newşîrwan alîgirê Celal bû, niha dev ji alîgirên Celal berdaye, pêwîstiya wî bi her tiştî hebe alîkariya wî bikin.
Di wê demê de Fuad Mela Mehmûd hebû xelkê Silêmaniyê bû, min ji Fuad pirsî yek hatiye vir bi navê Newşîrwan Mistefa Emîn ser bi kê ye? Ji ber ku Fuad alîgirê Celal bû bi îtîbar mm jî dizanîbû Newşîrwan PDKî ye alîgirê me ye. Me lê pirsî û me Newşîrwan dît, em çûn zanîngehê û me kursa Almanî ji bo wî wergirt û di pisporiya siyaset û aboriyê de, me karên wî li zanîngehê ji bo wî temam kirin û paşê em çûn cem polîs jî her wiha me mafê mayînê jî ji bo wî bi dest xist, me hemû karên wî temam kirin û me got Kak Newşîrwan niha divê tu dest bi kursê bikî û êdî diviya wî dest bi xwendinê bikira, lê wî dest pê nekir, herêmek li vir heye bilind û nizm e, yanî gelek çiya û şax û gelî lê hene, çû wir û bû şivanê gamêşan, digot divê ez hînî jiyana zehmet û dijwar bibim.
Samî Ebdulrehman yekem kes bû dema Mela Mistefa Barzanî (rehmetî) şoreş rawestand sala 1975an hat Ewropayê, Kak Tariq got "rewş gelekî xerab e û me daxwaz ji hikûmetan kir ku penaberên Kurdistana Îraqê wergirin, lê tu kesî em wernegirtin", serkirdayetiya giştî li Îranê di bin çavdêriyê de bû û nikarîbûn ti tevgerekê bikin, piştî vegerna min ji kongreyê sala 1975an, hevalekî min ku berpirsê têkiliyên derve bû li Nemsayê pirsî rewş çawa ye. Min got "rewş xerab e". Got em çi dikarin ji we re bikin? Min got serkirdayetiya PDKê dixwazin penaberiya siyasî wergirin.
Em sibehê çûn cem Bruno Kreisky, ku wê demê serokê Partiya Sosyalîst a Nemsayê û şêwirmendê Nemsayê bû. Bê derengxistin em çûn cem Kreisky, ji ser maseya xwe rabû û hat cem min. Hevalê min Menaxim ku berpirsê Komeleya Xwendekarên Kurd li Nemsayê bû, dest bi şirovekirina rewşa Kurdan kir. Kreisky got hewce nake şirove bikî, ez rewşa Kurdan çê dizanim, got "em çi dikarin ji we re bikin?" Me got rewş ew e ku serkirdayetiya PDKê û Mela Mistefa û malbata Mela Mistefayê rehmetî hemû li Îranê ne û di bin çavdêriya dezgeha ewlehî û SAWAKa Îranê de ne, nikarin tiştekî bikin. Em dixwazin ev kes penaberiya siyasî li Nemsayê wergirin, ev e pirsgirêk.
Em çûn cem Fischer li Kluba Fischer Opmann ku serokê parlamentoya Partiya Sosyalîst bû. Em çûn li bendê man. Got bila ez fêm bikim. Îro êvarê civîna parlamentoyê heye, em dê meseleya Kurd û penaberiya Kurdan bixin rojevê, got çêtir e em biçin cem partiya opozisyonê (Gel) ku partiyeke nû bû. Telefon ji sekreterê wan re kir û got amade ye. Ez û Menaxim çûn cem wan. Bê şirovekirin got ez meseleya Kurdan dizanim û ez ji Kurdan û Mela Mistefa hez dikim. Mela Mistefa welatparêz e û em dê îşev biryar bidin bi yek dengî ku penaberên Kurd li Nemsayê wergirin.
Min spasiya wî kir û em derketin. Di saet 19:30an de me ji nûçeyên radyoya RFTê bihîst ku parlamentoya Awûstûryayê bi yekdengî biryar daye ku 150 malbatên Kurd weke penaberên siyasî li Awûstûryayê bên qebûlkirin
Me Tariq agahdar kir û wî jî xeber da Dr. Şefîq Qezaz ku wê çaxê berpirsê penaberan li Tehranê nû. Me jê xwest ku lîsteyekê ji bo penaberiyê amade bike. Paşê xeber hat ku tu pasaport û belgeyên penaberên ku dê werin tune ne. Em vegeriyan cem Bruno Kraisky, ku got ti pirsgirêk tune ye, tenê hewce ye ku di wextê xwe de destûra çûnûhatinê li Tehranê bistînin û navên xwe bidin me.
Di destpêka sala 1976an de kak Samî Ebdulrehman hat vir, rojekê telefonî min kir û got: “Kak Ubêd, ez li filan cihî me û dixwazim te bibînim.” Wî telefona min ji Tariq Akreyî wergirtibû. Min ew bi rêya Tarq dît. Tariq got ev Samî ye, min ew dît. Min pirsî bo penaberiyê? Wî got erê. Me gazî hevalê xwe Menaxem kir û me got, 'Were em herin niok Kraisky'. Dotira rojê ez û kak Samî çûn, em çûn ba wî û me jê re got ku ev kurd in. Samî, wezîrê kurd ê berê, Samî Ebdulrehman, girîngiyeke mezin da wî. Ji Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Dadê komîteyek pêk anîn. Dr. Koller ku hevalê me bû, ew berhev kirin. Hevdîtina me li cem Kraisky li Wezareta Dadê bû. Wan biryar da ku hemû Kurd ne belge, ne şahidî ne jî tiştek ji wan ew hewce nake. Tekane tişta giring belgeyeke Komeleya Xwendevanên Kurd e, Mistefa Goran tevî kurê xwe salên şêstî li koleja pizîşkî dixwend. Ger komele mohr û îmze bike, ev yek tê qebûlkirin û temam e.

Belav bike li ser