Diyaspora - Paşeroja diyasporanişînên Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê

13 December 2024
Diyaspora - Paşeroja diyasporanişînên Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê
Diyasporaya vê carê ji ya carên din cuda ye û taybet e bi guhertinên ku dê piştî çûna rejîma Esed çêbibin.
Kurdên Rojava ji kevntirîn diyasporaya Kurdan li Ewropayê ne. Lê piştî sala 2011an û bûyerên ku li pey hatin, hejmareke mezin a Kurdên Rojava hatin diyasporayê. Di wan salan de ku li Ewropayê ne piraniya wan karîne xwe baş bi civakên xwe yên nû re biguncînin, lê hertim çav û dilê wan li Kurdistanê bû û alîkariya wir kirine.
Qonaxeke dijwar bû, hewcedariya welêt bi alîkariya diyasporanişînên xwe hebû. Lê pirs ev e ka piştî çûna Esed dê rewşa diyasporaya Rojavayê Kurdistanê çawa be û divê çi bike? Rojekê piştî zanîna rûxandina rejîma Baas a Sûriyê, penaberên Sûrî bi kom li ser sînorên Tirkiye, Libnan û Urdinê bûn û dixwestin vegerin, lê penaber û diyasporanişînên Rojava bi kom li ser sînoran nehatin dîtin. Sedema vê yekê çi ye? Çi dihêle ku xelkên Rojava biryara vegerê bidin? Eger venegerin jî, gelo dikarin ji bo paşeroja wî parçeyê Kurdistanê û welatê xwe çi bikin?
Li Diyasporaya vê carê, li vir her yek ji Sîrwan Hecî Barko ku ev 35 sal in hatiye Almanyayê û wekî diyasporanişînekî gelek xebat ji bo Rojavayê Kurdistanê kiriye, her wiha serokê saziya ARTAyê ye jî, bû mêvanê Diyasporayê.
Her wisa Rodî Elî ku ji bilî ku berdewam mijûlî projeyên alîkariya Rojavayê Kurdistanê ye, li Ewropayê kariye bibe mînakeke bilind a xweguncandin û serkeftina diyasporanişînan û xwediya Xelata Navneteweyî ya Dotmîr Diyana ye.
Arya Cemo Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya SOS Kurdistan û çalakvanekî naskirî yê torên civakî ye, hertim mijûlî komkirina alîkarî û piştevaniyê ji gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re bû û her wisa çêkirina lobiyekê ji bo Rojavayê Kurdistanê, mêvanên Diyasporayê bûn.
Malbateke Kurd a Kobanê 11 sal in li benda vegera kurê xwe yê revandî ye
Di sala 2013an de Mihemed ji aliyê DAIŞê ve hat revandin
Çarenivîsa Mihemedê revandî hê ne diyar e
Rojên borî ji bo gelê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rojên şadî û dilxweşiyê bûn. Lê ji bo malbateke ji Kobanê ku li Almanyayê dijî rojên azirîna birîneke kûr bûn.
Mihemedê 18 salî di sala 2013an de dema ji Helebê ber bi Hewlêrê ve diçû, ji aliyê DAIŞê ve hat girtin. Ji wê demê ve winda bûye. Ji xeynî têkiliyeke telefonê ku bi dayika wî re hatiye kirin û jê re gotine ku kurê te êdî ne di destê DAIŞê de ye û di zindana rejîma Baasê de ye. Dê û bavê Mihemed bi dilekî şikestî çîroka salên bendewarî û jana mezin a nezanîna çarenûsa kurê xwe ji Diasporayê re vegot.
Bavê Mihemedê Revandî - Mihemed Emîn Muslim:
Vêga Beşar çûye, em wekî kesayetiyeke Sûrî pir kêfxweş in ku rejîmeke dîktatorî ya 50 salî ku xirabiyek nema nekir, îşkence û qirêjiyek nema nekir, loma em wekî Kurd jî bi çûna wî dilxweş in.
Miletê me tenê li Kobanê û derdora wê, nêzîkî 550 kesî ketin destê DAIŞê û winda ne. Ev jana mezin bi me re maye. Em hêvîdar in ku rojekê deriyek, rêyek bê dîtin ku em bipirsin û bigerin, belkî em çarenûsa wan bizanibin û wan bibînin.
Çîroka revandina kurê min wiha bû. Kurê min Mihemed ji karê medyayê pir hez dikir. Ji Başûrê Kurdistanê dawetnameyek jê re hat da ku beşdarî civîneke rojnamevanî bibe. Rabû di 25ê tebaxa 2013an de ku wê çaxê 18 salî bû çû û li navbera Kobanê û Reqayê DAIŞ rê li wan girt, ew revand û êdî winda bû. Paşê em bi dû ve de çûn û çend nasên me li wir hebûn û em çûn ba komên çekdar û me ji wan pirsî. Ji me re gotin ku ew ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin û di girtîgehê de ye.”
Dayîka Mihemedê Revandî - Zahîde Ebdî:
Piştî girtina kurê min, DAIŞê bangewaziyek kir, her Kurdekî ku kesekî wan ji aliyê wan ve hatiye girtin dikarin bên û lê bipirsin. Rabû min cilên wan ên jinan li xwe kirin, ji serî heta binî hemû reş û min zarokê xwe yê biçûk jî bir û wan nedihêla ku jinek bi tenê bigere. Rabû ez gihîştim Reqayê û çûm avahiyeke ku wekî şaredariyê bû. Kesekî Tûnisî lê bû, got “Piştî du saetên din were hundir. Ez piştî du saetan ketim hundir. Wî kesî ji min re got ku me kurê te kuştiye”, min jî got bi çi hincetê, bi çi sûcê we kurê min kuştiye? Got “çimkî kurê te hatibû me bikuje û li me bixe”, min jî got ne rast e, kurê min diçû seferê. Wî got “Na, hûn kurên xwe dişînin Kurdistana Iraqê da ku li wir meşq û rahênanê bikin û paşê vegerin û me bikujin”, min got ev çi şerîet e? got “Ne tu lê em şerîetê dizanin”, min jî got, na, lawê min hêj kesek nekuştiye ku were kuştin.
Paşê ez pê hesiyam ku ew derewan dike û nehatiye kuştin. Rabûm û çûm derve, paşê ez şeş carên din çûme ba wan. Emîrekî wan gote min, ma tu newestiyayî, tu dev ji kurê xwe bernadî? Min jî got na ez dev jê bernadim û nawestim, ez ji kurê xwe ne çêtir im.
Carekê dadgehkirinek hebû, emîrekî misirî lê bû, gote min “bila em Kobaniyê bigirin, wê çaxê em ê kurê te berdin”, ango wek diyariyekê ji bo me. Lap wisa gote min “em lawê te nadin heta em Eynûlîslamê negirin” her çend piştre hatin li Kobanê şer kirin û gelek xirabî jî kirin, lê şikestin. Paşê me çend kesên din jî razî kirin û ew jî çûn cem DAIŞê û daxwaza berdana kurê min kirin. Vê carê DAIŞê ji wan re gotibû, tenê bi pevguherîna dîlên me, em ê wî xortî berdin. Rabû me navê kurê xwe di Artêşa Azad de tomar kir da ku bi dîlan re bê pevguhertin. Paşê DAIŞ û Artêşa Azad dîlên xwe pevguhartin lê kurê min jî di nav de kesek ji Kobanê nebû.
Dayîka Mihemedê Revandî - Zahîde Ebdî:
Bi rêya jinekê li Tirkiyeyê, efserekî Sûrî jê re gotiye ku kurê min Mihemed li Dêrezorê girtî ye û paşê em bi efser re axivîn, got “Ez vêga li Şamê me lê ez dikarim kurê te azad bikim.” Qaşo li zindaneke Dêrezorê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatiye girtin. Min jî got baş e tu dikarî nîşaneke kurê min an wêneyekî jê re bigirî û bişînî yan tenê xulekekê bi deng biaxive û bibêje dayê ez Mihemed im da ji te bawer bikim. Wî efserî doza pereyan ji me dikir, digot ez dûr im nikarim wêne bigirim û bişînim lê dikarim wî berdim. Min jî got ku tu nikaribî wêneyekî wî ji min re bigirî û nikaribî deqeyekê dengê wî ji min re bişînî yan nîşaneke li ser laş û rûyê wî ji min re bişînî, çawa dikarî wî berdî û êdî ez razî nebûm.
11 sal pir in kesekî şîrînê te winda bibe û me gelekî hewl da û em gelekî geriyan û me gelekî pirs kir, tewra li ser malpera tora civakî ya Facebookê me ji bo dîtina wî kampanyayek da destpêkirin, tewra me bi rêya Rêveberiya Xweser û Rûdawê jî dengê xwe bilind kir lê mixabin me tiştek hasil nekir. Tewra gava Baxos ji destê DAIŞê hat rizgarkirin jî, me gelekî hewl da û me bihîst ku gelek girtiyên ji Kobanê li wir bûn lê tiştek ji me re negotin û em nizanin ew sax e yan na.
Bavê Mihemedê Revandî - Mihemed Emîn Muslim:
Windabûna kurê me Mihemed gelekî biêş e. Di mala me de xweş û şadî nemaye. Em nikarin şahiyê bikin û ne jî kêfxweş bibin. Tewra piçûkên me jî pir caran hez dikin ku em bi wan re kêf û dîlanê bikin, lê em nakin û ew jî niha xemgîniya mezin a di dilê me de hîs dikin. Em di navbera jana xwe û xwestekên zarokên xwe de, di rewşeke derûnî ya ne xweş de ne.
Dayîka Mihemedê Revandî - Zahîde Ebdî:
Her du zarokên min gelek caran li birayê xwe yê mezin dipirsin û ew jî dixwazin dilşad bibin, lê êdî bextewariya me nemaye û em her di nav derd û kulan de ne…

Paşeroja diyasporanişînên Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê

Paşeroja Rojavayê Kurdistanê piştî nemana rejîma Baas li Sûriyê

Kurd di Sûriyeya nû de çawa dikarin mafên xwe bi dest bixin?

Rodî Elî xwediya xelata navneteweyî ya Princess Diyana li Brîtanyayê, ji bilî ku berdewam mijûlî projeyên alîkariya Rojavayê Kurdistanê ye, kariye bibe mînakeke bilind a xweguncandin û serkeftina diyasporanişînan. Ew çavdêreke siyasî ya hişyar e û hertim xema doza neteweya xwe dixwe.
Rodî xan behsa vegera Kurdên Efrînê ji bo cih û warê xwe kir û got “Gelê Efrînê vedigere warê xwe, lê beşek ji Kurdên ku vedigerin rastî pirsgirêkan hatine. Ji ber ku çekdaran li Efrînê hin malên Kurdan li Efrînê dagîr kirine û ne amade ne jî ku wan radestî xwediyên wan bikin, ez hêvî dikim ku hemû vegerin.”

Rodî Elî behsa paşeroja Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurdan di Sûriyeya nû de dike û dibêje “Rast e Esed û rejîma wî ketin û bi dawî bûn, lê guhertina rejîmê têrê nake lê divê Kurd piştgiriya hev bikin û pir giring û pêwîst e di vê demê de hev bigirin û ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û niştimanî divê hemû hewlên xwe bidin.”

Rodiyê dibêje jî "Di vê dema nazik de pêwîstiya me bi diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê heye. Dema ku em bûn xwedî helwesteke hevbeş, îcar divê em ji bo diyaloga li gel navendê amade bin û tiştekî me li dijî Sûriyeyê nîne."

Xwediya Xelata Navdewletî ya Princess Diana got ku wan şeş kom ava kirine ji bo belgekirina tawanên li dijî Kurdan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û belgeyên piştrastkirî yên sûcên li dijî Kurdan li ser medyaya civakî diweşînin, ji bilî cezakirina sûcdaran, divê mexdûr û malbatên qurbaniyan jî bên qerebûkirin.

Li ser rola diyasporanişînên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa û Amerîkayê ji bo piştgiriya gihîştin û bidestxistina mafên Kurdan li Sûriyê dibêje “Divê diyasporaya Kurd ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê bixebite, hemû rêyên sivîl û yasayî bi kar bîne û fişaran çêbike, her wisa divê li medya û platformên Kurdî çalaktir bin ku vêga bi kil û kêmasî ne.”

Sîrwan Hecî Barko, Serokê Saziya ARTAyê, zêdetir ji 35 salan e li Almanyayê dijî û hertim ji bo doza miletê xwe li Sûriyê kar kiriye. Berko bi rûxandina rejîma Esed gelekî kêfxweş bû û di wê baweriyê de ye ku kutabûna rejîma Baas û desthilata Esed dê gelek deriyan li ber Kurdan veke û got “Piştî Esed hemû gelê Sûriyê dikarin bi awayekî aktîf beşdarî welatê xwe bibin, bi taybetî jî divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihin mafên xwe.”

Sîrwan Hecî Berko hişyariyê dide aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û daxwazê ji wan dike ku xwe ji hewldana berjewendiyên kesayetî û hizbî dûr bixin û dibêje “Vêga derfeteke zêrîn derketiye pêş, dev ji hewla bidestxistina destkeftên hizbî berdin û bibin yek û dîrokê ji bo xwe binivîsin û mafên neteweyî bi dest bixin û Kurdan di paşeroja welêt de bikin xwedî pêgeh.”

Serokê Saziya ARTAyê dibêje “Mixabin Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê zêde piştgiriya Rojavayê Kurdistanê nekirin û baştir e ku biratî û Kurdayetî li pêşiya hemû berjewendiyan were danîn û alîkariya hev bikin da ku paşeroja Rojavayê Kurdistanê geş bibe û ew jî bigihin mafên xwe.”

Sîrwan Hecî Berko dibêje “Pêwîst e nifşê nû ji bo paşeroja Kurdan çalaktir be û piraniya wan ji bo bidestxistina mafên neteweyî baweriya xwe bi xwepêşandanan naynin, lê hêvîdar im zêdetir giringî bi girêdana neteweyî bê dayîn û paşeroja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê geş be.”

Her wisa Arya Cemo Serokê Saziya Xêrxwaziyê ya SOS Kurdistan û çalakvanê naskirî yê torên civakî ye. Çavdêrekî siyasî ye û hergav hewl dide alîkariyan kom bike û her wisa piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê bike. Cemo li ser bandora nemana rêjîma Esed li Sûriyê û paşeroja Rojavayê Kurdistanê axivî û got “Piştî Esed ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn rûpeleke nû vebû, ger bikarin baş bi kar bînin, wê demê wê gelek destkeft ji bo hemû pêkhateyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi dest bikevin û her wiha welatên deverê jî dê ji arambûna rewşa Sûriyê mifadar bibin.”

Arya Cemo dibêje “Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî hêviyeke mezin in û derfeteke baş ji wan re peyda bûye lê gelek kar hene ku bêne kirin û niha tişta herî giring hevgirtina hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ye û her wiha hevgirtina diyasporaya Kurdî jî li Ewropayê ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê pêwîst e.”


Tîma Diyasporayê li Ewropayê ji çend Kurdên diyasporanişîn ên Rojavayê Kurdistanê pirsî, ku çi biqewime amade ne vegerin? Bersivên wan balkêş in.


Çîroka hunermendekî di kanaleke Sûrî de û derxistina wî ji ber straneke Kurdî

Luqman Cemîl hunermendekî diyasporanişîn e ku bi salan e li Almanyayê dijî. Bi reva Esed pir kêfxweş e çimkî bîranînên wî yên tal bi serdema bavê Beşar re hene. Gava dabaşa Qamişloyê jî dike dest bi girî dike.

Stran….

Luqman dibêje ketina Esed pîroz be, ji ber wê rejîmê 31 sal in ez penaber im. Em Kurd li erdnîgariyeke pir hestyar in. Vêga pir girîng û pêwîst e ku em bibin yek. Her çiqas ez niha bi nemana rejîma Esed pir kêfxweş im lê ez li ser siberoja gel û welatê xwe pir nîgeran û dudil im.     
Stran...
Dema ji Sûriyê derketim, ez 23 salî bûm. Piştî qedandina Peymangeha Hunerên Bedew li Şamê, bi rastî pir ji Şamê hez dikim. Min ciwaniya xwe li wir derbas kir. Ez heta dibistana navîn li Qamişloyê bûm, lê piştî wê heta min xwendina xwe kuta kir, li Şamê jiyame.
Stran…
Lê mixabin wê demê li Sûriyê stranbêjî di televîzyonan de qedexe bû. Carekê ez bûm mêvanê televîzyona Sûriyê, bernameyeke zindî hebû. Min biryar da ku ez sûdê ji wê firsendê wergirim û straneke Kurdî bibêjim û min got jî. Piştî pênc deqeyan bername hat rawestandin û ez ji sendîkaya hunermendan hatim derxistin û li hemû medyaya Sûriyê hatim qedexekirin û dihatim cemidandin. Paşê vegeriyam Qamişloyê, ligel birayekî xwe ku vêga li Amerîkayê dijî, me bi hev re 3 salan kar kir, paşê ez zewicîm, lê min got divê ez biçim derve û divê zarokekî min jî li Sûriyê ji dayik nebe. Rabû ez berî 31 salan hatim Almanyayê û zarokên min li vir çêbûn.
Piştî 18 salan ji mana min li Almanyayê, di sala 2010ê de ez bi serdanekê vegeriyam Rojavayê Kurdistanê û çûm Qamişloyê. Piştî ku ez vegeriyam Almanyayê, şoreşa Sûriyê dest pê kir û ez heta îro venegeriyame Sûriyê, her çend ez dixwazim vegerim lê nikarim.