Îtalya: Koçbereke Kurd piştî 10 mehan li girtîgehê, hat berdan

Piştî ku wê nêzî salekê di zindana Îtalyayê de dihêlin, çalakvana mafên mirovan û koçbera Kurd Meysûn Mecîdî hat berdan.
Îtalyayê ew bi wê yekê sûcdar kiribû ku alîkariya wan qaçaxiyan kiribû ku ew, birayê wê û koçberên din bi keştiyekê gihandine Îtalyayê. Ji bo vê yekê jî xwe spartibû şahidiya du koçberên din li dijî wê xanimê.
Di vê demê de, gelek saziyên Îtalî, Ewropî û Kurdistanî jî piştgirî dan wê û girtina wê ne rewa dîtin.
Me jî li Diyasporayê beşek ji bernameya xwe ji bo rûmala vê dosyeyê terxand. Niha ku ew azad bûye, xuya nake ku ew bixwaze dosye bi tevahî were girtin.
Di vî warî de Meysûn Mecîdî ji Îtalyayê bû mêvana Diyasporayê û hûrgiliyên dadgehkirin û her wisa sûcê xwe û çawaniya girtin û berdana xwe ji temaşevanên Diyasporayê re eşkere kirin û got "Şeva serê sala 2024an, em 77 koçber li ser yexteke biçûk a deh metreyî gihîştin peravên başûrê Îtalyayê li Kampa Krotonê. Li wir polîs hatin û gotin em ê çend pirsan ji we bikin û êdî ez hatim girtin û paşê ji min re gotin ku qaşo du rêwiyên di yextê de ez sûcdar kirime ku min alîkariya koçberan kiriye û ez wekî qaçaxçî yan alîkara koçberan hatim girtin. Her çend min red kir jî lê wan guh neda min û ez zêdeyî 10 mehan di zindanê de hêlam."
Meysûn Mecîdî diyar kir ku pêvajoya darizandinê li Îtalyayê dirêdemj e û demeke dirêj digire û got "Piştî belavbûna sûckirinên wan her du kesan di medyayê de li dijî min, qaşo şahidî li ser min dane ku ez qaçaxçî me yan jî min alîkariya koçberan kiriye, ew her du kes tevlî bernameya televizyoneke Îtalyayî bûn û red kirin ku wan tiştekî wiha gotibe û êdî ti hincet di destê dadgehê de nema û ez berdam."
Meysûnê eşkere kir ku yext qul bû, her wisa pergala avêtina derve ya avê tê de kar nedikir, loma hemûyan bi botl û destan av diavêt derveyî yextê û derûna rêwiyan têk çûbû û ji mirineke teqez vegeriyan û piştre baş bû ku bi silametî gihîştin başûrê Îtalyayê.
Meysûn Mecîdî her wisa got "Li dadgehên başûrê Îtalyayê nêzî 1148 koçber û penaber bi sûcên cuda cuda û ne rewa di girtîgehê de ne, lewra min dosyeya xwe vekirî hêlaye û ez koçber û penaberên ku vêga di girtîgehê de ne diparêzim."
Meysûn Mecîdî da zanîn ku koçber û penaber cuda ne û ew wekî penaber hatine Ewropayê, ango penaber ji bo mayîna li jiyanê tê Ewropayê û jiyana wî/wê di metirsiyê de ye, lê koçber ji bo jiyaneke baştir tê Ewropayê, cudahî ev e, lewra divê welatên Ewropayê vê cudahiyê bikin.
Polîsê Ewropayê kesên ku EPTV difroşin digire
Polîsên 10 welatên Ewropayê ji bo girtina firoşkarên sepanên neqanûnî kampanyayek dane destpêkirin.
Polîsên 10 welatên Ewropayê ku Almanya, Brîtanya, Holenda û Swêd jî di nav de ne, ji bo girtin û çavdêrîkirina kesên ku amûr û sepanên neqanûnî difroşin an mijûlî wan dibin, kampanyayek dane destpêkirin.
Polîsê Ewropayê (Europol) ku piştevaniya wan welatan dike, eşkere kiriye ku 102 gumanbar li wan welatan destnîşan kiriye û 11 kes ji wan girtine.
Europol dibêje ku wan bi rengê neqanûnî 2500 kanalên televizyonê û bi dehan fîlm û rêzefîlm li ser sepan û amûrên EPTV ji 22 milyon beşdaran re berdest kirine û firtone wan.
Di operasyona mezin a polîsên wan 10 welatan de, 112 mal hatin kontrolkirin û 560 kes jî hatin destnîşankirin ku amûr û kodên sepanê ji kesên girtî wergirtine û firotine xelkê.
Almanya heta 2040î salane qet nebe dê 288 hezar koçberî wekî destê kar wergire
Li gorî daneyên nû, Almanya neçar e ji niha heya sala 2040an salane herî kêm 288 hezar koçberan wekî destê kar wergire da ku aboriya xwe xurt bike. Hişyariyê jî dide ku ger ev yek neyê kirin dê aboriya hêgin a Almanyayê wekî xwe nemîne.
Saziya Bertelsmann ê ku dane û lêkolînek di vî warî de weşandiye, eşkere kiriye ku vêga 46 milyon û 400 hezar destên kar li Almanyayê hene, ger heya 2040 her sal ew nêzî 300 hezar koçber wekî destê kar neyên Almanyayê, wê demê dê rêjeya destê kar bibe 35 milyon û 100 hezar. Ango li gorî vêga dê ji sedî 10 kêm bibe.
Susanna Schultz yek ji amadekarên lêkolînê ye, vê guherînê bi teqawidbûna kesên ku jê re dibêjin pitikên mezin ve girêdide. Yanî yên di navbera salên 1941 û 1955an de ji dayik bûne û êdî pîr dibin û hêdî hêdî şiyana xwe ya xebatê winda dikin.
Her çend di hilbijartinan de mijara koçberiyê dengên zêde ji bo partiyên ku li hember koçberan tundtir in, misoger dike, lê hikûmeta federal a Almanyayê bi zanîna wan daneyan, sala borî reformên mezin di qanûnên koçberiyê de pêk anîbû û hatina destê kar bi rengê yasayî bo koçberan hêsantir kir.
Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê wê demê got: “Li cîhanê qanûna herî nûjen a koçberiyê ya me ye.”
Swêd prosedurên dayîna mafê rûniştinê hêsantir dike
Tevî ku niha Swêd xwediyê hikûmeteke rastgir e jî, lê neçar e ku zêdetir koçberan ji bo kar qebûl bike. Tenê îsal ji meha Çile heta Cotmeha li Swêdê 23 hezar û 870 kesan destûra kar wergirtine. Li hember vê yekê mafê penaberiyê ji 13 hezar û 41 kesan re hatiye dayîn.
Swêd hîn jî dixwaze ji bo kesên ku dixwazin ji bo kar werin wî welatî û karta şîn bistînin hêsankariyên bêtir bike. Karta şîn formeke destûra rûniştinê ye ji bo kesên ku di warekî têkildar de li Ewropayê pisporiya wan bilind e û dixwazin werin vir û bixebitin.
Ji destpêka sala bê ve, ango piştî 4 hefteyên dîtir, Swêd hêsankariyên nû û bêtir ji bo wan kesan dike. Vêga kesek bixwaze bibe xwediyê karta şîn a swêdî divê girêbesteke karî bo maweya yek salê li Swêdê bi dest bixe û divê mûçeya wî ji 5 hezar û 165 euroyan ne kêmtir be.
Ji destpêka 2025an ve, peymaneke 6 heyvî û mûçeyeke mehane ya 4304 euroyî ji bo wergirtina karta şîn bes e.
Wekî din jî, li şûna ku kesê serlêder 90 rojan li bendê bimîne, divê di nava 30 rojan de bersivekê bistîne. Her wisa ger kesek ji welatekî din ê Ewropayî karta wî ya şîn we hebe, dikare ji bo dema 90 rojan were Swêdê û kar bike.
Spanya mafê rûniştin û kar dide 900 koçberan
Di meha Gulana 2025an de, Spanya mafê rûniştinê dide 300 hezar koçberên ku li wî welatî ne.
Li gorî Elma Saez, Wezîra Beşdarbûn, Ewlekariya Civakî û Koçberiyê ya Spanyayê, Spanya bi kêşeya kêmbûna karkeran re rû bi rû ye. Her wiha gelek kes li Spanyayê dijîn ku mafê wan ê mayînê nîne. Ji ber vê yekê, Spanya ji dêvla ku mîna Almanya, Swêd û deverên din destê kar ji derve bîne, dixwaze wan kesên ku niha li Spanyayê ne wergire.
Heta niha Spanya rêyek bû ku her sal bi hezaran koçber jê dihatin welatên din ên Yekîtiya Ewropayê û li wir nediman.
Li gorî daneyên dewletê, hejmara herî zêde ya kesên li Spanyayê mane welatiyên Sûriye, Malî û Efxanistanê ne. Ji Rojavayê Kurdistanê jî gelek kesan bi rêya Lîbya û Fasê xwe gihandine Spanyayê û piraniya wan ji wir hatine derên din ên Ewropayê.
Hikûmeta Spanyayê plan daniye ku di heyama 3 salan de her sal 300 hezar koçberî wergire û hejmara koçberên wergirtî bigihîne 900 hezarî.
Brîtanyayê ji bo rêgiriya koçberan bi Îraqê re peymanek îmze kir
Hikûmetên Îraq û Brîtanyayê ji bo rê li ber koçberên neyasayî bigirin peymanek îmze kir.
Li gorî peymanê, Brîtanya dê ji bo rêgiriya li koçberiya neyasayî milyonek dolar veqetîne.
Yek ji amarên ku tîma bernameya Diyasporayê her hefte çavdêrî dikir, amarên fermî yên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê yên li ser koçberên ku bi beleman ji Fransayê derbasî Brîtanyayê dibin, bû.
Li gorî amaran, vê hefteyê tu belem derbas nebûne û ti koçber neçûne Brîtanyayê.
Ev nayê wê wateyê ku koçber ji bo xwe bigihînin Brîtanyayê dê êdî wê rêyê neceribînin.
Ji ber wê jî Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper rojên borî li Hewlêr û Bexdayê bû û ji bo rêgiriya li koçberiya neyasayî bi berpirsên Kurdistan û Îraqê re peymanek îmze kir.
Hikûmeta Brîtanyayê ev peyman wekî yekem peymana ewlehiyê ya taybet li cîhanê bi nav kir.
Li gorî vê peymanê, Brîtanya dê 800 hezar poundî (milyonek dolarên Amerîkî) ji bo piştgiriya hêzên ewlehiyê û hişyarkirina raya giştî ya ji bo qaçaxçiyan veqetîne.
Komeleyeke Kurdî li Brîtanyayê rê li ber şewitandina termê koçberekî Kurd digire
Yek ji sedemên ku vê hefteyê ti koçberek derbas nebûye serma û dijwariya rewşa nav deryayê ye. Yên ku li wî rexê avê li Fransayê dimînin di rewşeke pir dijwar de ne.
Yek ji koçberan ku ji Rojhilatê Kurdistanê bû û navê wî Hesenê Ristgar bû, li wir jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê pê dihese ku li Fransayê tên ku termê wî bişewitînin, rê li ber digire.
Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mihemed Celal Berincî li ser vê mijarê bû mêvanê Diyasporayê û wî ew çîrok ji Rûdawê re got "Malbateke Kurd ku ji zilamekî bi keç û kurekî wî re pêk dihat, heyama şeş meh û hefteyek bû li gundekî nêzî bajarê Marsîlya li Fransayê dijiyan û daxwaza mafê rûniştinê kiribûn lê nedabûn wan. Rewşa tenduristî ya bav têk diçe, wî dibin nexweşxaneyê û li wir wefat dike. Paşê nexweşxane moleta 10 rojan dide kes û xizmên wî da ku termê wî wergirin, heke na dê termê wî bişewitînin. Xizmên wî nikarîbûn termê wî wergirin. Em bi rêya Renc Pişderî hatin serwextkirin. Me jî wekî Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê hewl da û me karîbû heqê nexweşxaneyê bidin û kes û xizmên kesê mirî dê roja yekşemê 01.12.2024an term wergirin û li bajarê Marsîlyayê veşêrin."
Mihemed Celal ku di Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê de kar dike, ji Kurdên daniştvanên Brîtanyayê dixwaze ku têkiliya wan bi komeleyên Kurdî yên welêt û her wisa bi mizgeftên Kurdî yên Brîtanyayê re hebe û serdana wan bikin ji bo ku di dema her rewşeke awarte de alîkariya wan bikin. Di vî warî de dabaşa çîrokekê dike û dibêje "Berî demekê, jineke ji Herêma Kurdistanê têkilî bi min re danî û got, ev çend roj in hevjînê min li Brîtanyayê jiyana xwe ji dest daye lê em nikarin termê wî wergirin. Wan jî piştî hewldaneke zêde karî term wergirin û bişînin Herêma Kurdistanê."
Mihemed Celal eşkere kir ku tenê di meha Çiriya Pêşîn (10) a îsal de (2024), wan termê 14 kesan ji Brîtanyayê şandiye Kurdistanê û radestî xizmên wan hatine kirin.
Festîvaleke hunerî û çandî li Almanyayê tê lidarxistin
Îro şemiyê 30.11.2024, li bajarê Wûppertalê yê Almanyayê festîvalek tê lidarxistin ku 10emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Xala herî balkêş ew e ku dê 37 kesayetên çandî yên şêniyên diyasporayê beşdarî festîvalê bibin.
Malva Elî yek ji organîzatorên festîvalê ye. Li studyoyê bû mêvanê Diyasporayê û behsa festîvalê kir. Malva xanimê anî ser zimên ku festîval bi navê 10emîn Festîvala Çandî û Hunerî ya Rojavayê Kurdistanê ye û roja şemiyê 30.11.2024an li bajarê Wuppertalê tê lidarxistin û gelek hunermend, rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê dê beşdarî wê bibin.
Malva Elî got jî "Festîval kopiya heman festîvalê ye ku berî çend rojan li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin û 10 rojan dom kir lê festîvala vê derê dê rojeke tenê bidome." Malvayê her wisa dibêje "Festîval dê saet 10ê sibehê dest pê bike û heta saet 6ê êvarê berdewam bike. Her kes dikare amade bibe û têketin belaş e."
Malva Elî derbarê naveroka festîvalê de got "18 helbestvan dê beşdar bibin û helbestên xwe pêşkêş bikin, her wisa çend nivîskar beşdar in û dê pirtûkên xwe yên herî nû bidin nasîn, ji bilî vê jî çend çîroknivîs dê çîrokên xweş vebêjin, her wisa çend hunermend jî dê beşdar bibin û stranan bibêjin."
Malva Elî got jî "Di dawiya festîvalê de dê şano bên nîşandan lê bi rengekî nû û cuda."
Malvayê diyar kir ku yek ji armancên festîvalê nêzîkkirin û berhevkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li derve ye û eşkere jî kir ku wan navnîşana cihê festîvalê li ser torên xwe yên civakî belav kiriye.
Endezyarekî Kurd beşdarî afirandineke nû ya teknolojîk dibe
Şêniyên diyasporayê yên ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê û welatên din ên Ewropayê di demeke kurt de serkeftinên mezin tomar kirine.
Yek ji wan endazyarê ji Efrînê Cîhad Ehmed e ku karên mezin li Almanyayê dike. Karê wî yê herî nû beşdariya di afirandineke nû ya teknolojîk de bû ji bo têgihîştineke çêtir û xizmetkirina rezan bi teknolojiya nûjen.
Cîhad Mihemed mêvanê Diyasporayê bû. Li ser projeya xwe ragihand ku projeya wî lêkolîneke zanistî ji bo pêşxistina sektora çandiniyê ye û got "Em bi aliyên têkildar ên hikûmeta Almanyayê re rûniştin ji bo çawaniya pêşxistina sektora çandiniyê li Almanyayê û me diyar kir ku em çawa dikarin bi rêya teknolojiyê sektora çandiniyê pêş bixin û hilberînê zêde bikin. Wisa me li hev kir û derfeta salekê dane me ku em li ser hin baxçeyan bixebitin xasma yên li berpala çiyê ku hinekî zehmet e mirov di wan de kar bike û bi berdewamî li wan miqate be. Me wiha dest pê kir û bi rêjeyeke pir baş bêyî beşdariya mirovan û tenê bi rêya teknolojiyê me serkeftineke mezin bi dest xist."
Cîhad Ehmed got jî "Projeya me bikaranîna teknolojiyê ji bo çandiniyê bêyî bikaranîna destên mirovan e. Ev bi rêya înterneta 5G, robot û her wisa dronan tê kirin ku baxçeyên çandiniyê kontrol dike. Nexweşî, pêwîstî, avdan û hemû karên ku ji bo baxçeyekî hewce ne bi rêya van robot û dronan tên sergihayîkirin."
Cîhad Ehmed diyar kir ku Almanya ji bilî ku di piraniya qadan de jîriya çêkirî û teknolojiyê bi kar tîne, lê proje û lêkolîna wî destpêka bikaranîna wê teknolojiya nû di sektora çandiniyê ya welêt de ye, bi rêya dron û robotên ku înterneta 5G bi kar tînin û hêvî kir ku karê wî bibe xizmeteke mezin ji bo sektora çandiniyê li seranserê cîhanê.

Belav bike li ser