Diyaspora - Hilbijartina parlamentoya Nemsayê tê lidarxistin
Îro yekşemê 29ê Îlonê hilbijartina parlamentoya Nemsayê tê lidarxistin. Rikberiyeke tund li navbera Sosyal Demokrat û rastgiran heye.
Li gorî rapirsiyan derfeta serketina rastgiran ji ya Sosyal Demokratan bêtir e. Rapirsî eşkere dikin ku rastgir dê ji sedî 26-31ê dengan bi dest bixin, ango nêzî 50 kursî ji 183 kursiyên parlamentoya Nemsayê û li milê din Sosyal Demokrat dê ji sedî 21ê dengan bistînin.
Amareke rast a hejmara Kurdan li Nemsayê nîne lê li gorî amarên ne fermî dor 150 hezar Kurdî li wir hene. Hin ji van Kurdan bi zîrekiya xwe karîbûn di nav partiya Sosyal Demokrat û hikûmeta wan de herin pêş û yek ji wan Saya Ehmed e ku şaredara nû ya Viyanayê ye.
Şaredara Herêma 9an a Viyanayê Saya Ehmedê bangî Kurdên li Awisturyayê kir û ji wan xwest ku di hilbijartinan de dengê xwe bidin namzedên Sosyal Demokratan. Gelek Kurdên li Awisturyayê ketine nava siyasetê û di cihên biryarê yên Awisturyayê de xwedî rol in. Yek ji wan jî Saye Ehmed e ku di nava Partya Sosyal Demokrat de kar dike û Seroka Şaredariya Herêma 9an a Viyanayê ye. Tîma Diyasporayê ya Rûdawê ji bo şopandina hilbijartinên Awisturyayê li paytexta wî welatî ye û bi çend kesayetên Kurd ên Awisturyayê re axivî. Fokûsa Diyasporayê li ser penaberiya li Awisturyayê, pêwendiyên Awisturya û Herêma Kurdistanê bû. Pêşkêşkarê Bernameya Diyasporayê Hêmin Ebdullah li ser hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê bi Seroka Şaredariya Viyanayê Saya Ehmedê re axivî.
Saya Ehmedê di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya tevlêbûna hilbijartinan kir û wiha got: “Girîng e ku Kurdên Awisturyayê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Sosyal Demokratan çimkî Sosyal Demokrat hewl didin rewşa Kurdan baştir bikin.”
Saya Ehmedê behsa dîroka diasporaya Kurdan a li Awisturyayê kir û wiha berdewam kir: "45 sal e Kurdên Herêma Kurdistanê li Awisturyayê dijîn. Ji ber wê yekê girîng e ku Kurd werin qebûlkirin.
Li gorî ji bo wê jî pêwîstiya Kurdan bi yekdengiyê heye. Çimkî hemû partiyên Awisturyayê ji bo Kurdan nebaş in. Di nava namzedên Sosyal Demokratan de 4 Kurd hene û Kurdên ji 4 parçeyên Kurdistanê li Awisturyayê dijîn.
Saya Ehmedê behsa rikeberiya di navbera Partiya Azadiyê û Sosyal Demokratan kir û da zanîn ku cudahî di navbera her du aliyan de heye. Li gorî gotina Saya Ehmdê rewş ji bo demokrasiyê baş nîne û dengê rastgiran zêde bûye û dê bandora wê li ser rewşa penaberan Awisturyayê hebe. Saya Ehmedê behsa pirsgirêka enerjiyê şerê Rûsya û Ukraynayê jî kir û wiha got: “Ewropayê bandor li ser Rûsyayê kiriye û Ewropa hewl dide ji aliyê enerjiyê pişta xwe êdî nede Rûsyayê. Ewropa hewl dide enerjiya sirûştî û enerjiya pak berhem bîne.”
Sibeh dê hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê werin kirin û rikeberiyeke tûnd di navbera bereya Sosyal Demokrat û Partiya Azadiyê de heye.
Ebdullah Zengene û Dana Şedelle 2 Kurdên şêniyên Awisturyayê ne û pisporên sîstema îdarî ya Awisturyayê ne.
Ebdullah Zengene û Dana Şedelle bûn mêvanê vê bernameya Diasporayê û behsa hilbijartên Awisturyayê û helwesta Kurdan kirin.
“Pêwendiyên Kurdan û Sosyal Demokratan bihêz in”
Dana Şedelle behsa dîroka Sosyal Demokratan a li Awistûryayê kir.
Şedelle amaje bi wê yekê kir ku Kurdên li Awisturyayê tevî Sosyal Demokratan kar kirine û pêwendiya Kurdan a bi Sosyal Demokratan bihêz e.
Dana Şedelle di wê baweriyê de ye ku diyasporaya Kurd a li Awisturyayê hatiye parçekirin û sedema wê jî bi nakokiyên navxweyî yên Kurdistanê ve girêdide. Li gorî gotina Şadelle Kurdên Awisturyayê nakokiyên xwe yên li Kurdistanê derbasî diyasporaya Awisturyayê jî kirine.
Ji hêla xwe ve, Ebdula Zengeneyê ku bi dehan sal e li Nemsayê dijî, piştgiriya xwe ji bo Sosyaldemokratan diyar kir û got "Sosyaldemokrat ji bo gelên bindest ji rastgiran çêtir in. Ji dema desthilata rastgiran bêzar bûn, çimkî ew tundûtûj in û ger desthilatê zeft bikin dê gelek pirsgirêk derkevin holê."
Ebdula Zengene axaftina xwe berdewam kir û got "Zêdeyî 140 hezar Kurdî li Avusturyayê dijîn, divê hemû herin dengên xwe bidin, ji bo ku mafên wan bên parastin, loma çi kesê neçe dengdanê dê li ser wî bê hesêbkirin."
Zengene da zanîn ku hin Kurdên ku li Awisturyayê dimînin, girîngiyê nadin siyasetê, tewra beşek ji wan nizane ka serokwezîr kî ye. Ebdula Zengene diyar jî kir ku piştî hilbijartinan avakirina hikûmetê dê ne hêsan be, nemaze ger rastgir bi ser bikevin.
Ji bo cara yekem, dibe ku qet nebe Nemsa ji aliyê 3 partiyan ve were birêvebirin. Ji ber ku xuya ye ti partiyeke rikber nikare bi partiyeke din re hikûmetê pêk bîne û dê pêdiviya wan bi partiya sêyem an çarem jî çêbibe. Bi gelemperî tê pêşbînîkirin ku hikûmeta bingeh fireh be.
Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Nemsayê Andreas Babler tekez kir ku partiya wî dê bi hemû hêza xwe hewl bide ji bo ku Partiya Azadî ya rastgir serkirdayetiya hikûmeta bê neke û got "Em dê dîwarê agir li dijî Partiya Azadî çêbikin û em dê beşdarî ti hevpeymaniyeke pêkanîna hikûmetê ligel wê partiyê nebin."
Pispora Karûbarên Civakî Hema Hisênê got ku vê carê penaberên Kurd ji hilbijartinên parlamentoya Awisturyayê ditirsin ku aliyê rastgir bi ser bikeve. Mijareke sereke ya bangeşeyên hilbijartina parlamentoya Awisturyayê mijara koçberan e. Partiya Sosyal Demokratan a Awisturyayê her tim piştgirî daye koçberan û mafê mayîn û jiyanê daye wan lê belê rastgir berevajî vê yekê ne.
Rastgir dixwazin rê li ber koçberan bê girtin
Rastgirên wî welatî di wê baweriyê de ne ku koçberan welatên têk daye û ew dixwazin pêşî li mayîna koçberan were girtin. Niha ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 6 welat di bin kontrola rastgiran de ne û tê payîn ku di hilbijartinên pêş de çar welatên din bikevin bin kontrola rastgiran. Yek ji van Awisturya ye û ev yek jî dê hêza rastgira li Parlamentoya Ewropayê xurt bike.
Li Awisturyayê sala 2022an bi qasî 120 hezar koçberan serî li mafê mayîna li wî welatî dabû û par bi qasî 60 hezar koçberan serî li mafê mayînê dabû. Pispora Karûbarên Civakî Hêma Hisên û Leyla Berwariya ku piştevaniya koçberan dike, bûn mêvanên bernameya Diyasporayê ya Hêmin Ebdulah pêşkeş dike. Her du mêvanan qala bandora koçberan a li ser encamên hilbijartinên Awisturyayê kir.
Di destpêkê de Hêma Hisênê diyar kir ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê 3 siyasetmedarên Kurd bûne namzed. Hêma Hisênê da zanîn ku penaberên Kurd ji hilbijartinan ditirsin û ji bo ku ew tirs nemîne divê deng bidin wan namzedan û metirsiyan nehêlin. Hêma Hisênê tekez kir ku ne tenê penaberên li Awisturyayê lê rêxistinên penaberan ên Awisturyayê jî ditirsin ku rastgir di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Li gorî gotina Hêma Hisênê penaberên li Awisturyayê heta mafê mayînê bi dest nexe nikare li wî welatî kar bike.
Her wisa malbata Leylan Berwarî jî yek ji wan malbatên Kurd ên herî kevn ên Awisturyayê ye. Malbata wê ji Başûrê Kurdistanê çûye Awisturyayê. Leylan Berwarî 9 sal in di warê penaberiyê de kar dike.
Leylan Berwariyê behsa pirsgirêka penaberan kir û wiha got: “Min gelekî alîkariya penaberan kir. Medyaya Awisturyayê di warê pirsgirêka penaberan de roleke xirab list. Ev jî bûye sedem ku xelkê Awisturyayê deng bidin rastgiran û rê li ber penaberan bigirin.”
Leylan Berwariyê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku li Ewropayê hejmara rastgiran zêde dibe.
Kampanyaya hilbijartinên parlamentoya Avusturyayê pir tund bûye xasma di navbera Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Azadî ya rastgir de, li radeyekê ku Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Nemsayê Andreas Babler, Serokê Partiya Azadî ya rastgir Herbert Kickle şiband Hitler û got "Dema ku em li Kickle guhdarî dikin, em hîs dikin ku serkirdeyê naziyan Adolf Hitler hîn sax e. Bi liberçavgirtina wê yekê ku Kickle metirsiyeke rasteqîn li ser demokrasiyê ye."

Belav bike li ser