Li Stockholmê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê tê bibîranîn

20 September 2024
Li Stockholmê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê tê bibîranîn
Li Stockholmê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê tê bibîranîn
Îro şemiyê, li Stockholma paytexta Swêdê heftemîn salvegera lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê tê bîranîn.
Hejmarek rêxistin û saziyên Kurdî yên bibandor li pişt bîranînê ne ku ji bilî kesayetiyan, ji Federasyona Komeleyên Kurdî li Swêdê, Navenda Revenda Kurdî li Swêdê û herwiha Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdî li Swêdê pêk tên. Van hêzan plan kiriye ku roja şemiyê 21.09.2024 ji bo diyasporaya Kurdî li Swêdê bikin rojeke tijî muzîk û stran û xurtkirina hesta bihevrebûnê û herwisa hesta neteweyî.
Yek ji organîzatorên bîranîna Stockholmê Berzan Koçkaya beşdarî bernameya Diyasporayê bû û behsa bîranînê kir û got "Bîranîna Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê rojeke neteweyî ye û divê ev roj û ev bîranîn bi fermî bibe rojeke neteweyî."
Li ser pirsa gelo kî dikare beşdarî bîranînê bibe, navborî got "Her kes dikare beşdarî bîranîna Giştpirsiya Serxwebûnê bibe, ango her kesê ku bixwaze beşdariya wî/wê hebe, dikare beşdarî çalakiyê bibe, çi Kurd be yan jî ne Kurd be."
Barzan Koçkaya eşkere kir ku çend hunermend û stranbêj jî dê beşdarî çalakiyê bibin û wiha pê de çû "Armanca me ji salvegerê ji bilî bîranînê, bêtir ew e ku em hesta kurdîniyê û girêdana niştimanî di dilê nifşê nû yê Kurdên li derve de biçînin û tîr bikin, ji ber ku nifşê nû yê Kurdên li Ewropayê ji hesta niştimanî dûr ketiye û nehatiye fêrkirin, loma em dixwazin bi rêya vê çalakiyê wan hîn bikin."
Roja 25.09.2017an, Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Di wê giştpirsiyê de ji %93yê xelkê bi (erê) dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê ji dewleta Îraqê. Lê paşê ji ber zext û guvaşên dewletên cînar û herwiha hikûmeta wê çaxê ya Îraqê û beşekê ji civaka navdewletî encama giştpirsiyê nehat naskirin.

Îsal koçberiya neqanûnî ya nav YEyê kêm bûye
Tevî ku 8 kes xeniqîn û Kurd jî di nav de hebûn vê hefteyê zêdetirî hezar koçber ji Fransayê bi qaçaxî derbasî Brîtanyayê bûne.
Wezîreke hikûmeta Brîtanyayê da zanîn ku Fransa bi hemû hêza xwe rê li ber derbasbûna koçberan digire lê ev kar zehmet e.
Ji Şemiyê heta Çarşemê, hezar û 118 koçber bi belemên biçûk gihîştin Brîtanyayê û ku hinekên din bi ser neketin û 8 kes xeniqîn. Yek ji wan ciwanekî ji navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê bû ku bavê wî bi girî ji Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re behsa wî kir.
Wezîra Ewlehiyê ya Sînorên Brîtanyayê Dame Angela Eagleyê ragihand ku Fransa ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan bi Brîtanyayê re hevkariyeke baş dike. Dame Angela Eagleyê di bersiva pirsa “Çima hûn koçberan li belemên wan ên biçûk siwar nakin û naşînin Fransayê?” de got:
“Hikûmet nikare vî karî bike ji ber ku kalîteya beleman ew qasî xirab e dibe ku gelek koçber di rêya vegerê de bimirin.”

Vê hefteyê 1000 koçber ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûn
Frontex: Di 8 mehên destpêkê yên îsal de zêdetirî 139 hezar koçberên neqanûnî derbasî Ewropayê bûne
Li gorî amarên fermî, koça neqanûnî ya ber bi Yekîtiya Ewropayê ve îsal li gorî sala par ji sedî 39 kêm bûye. Polîsên parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê ku wekî Frontex tê nasîn ragihand ku di 8 mehên destpêkê de 139 hezar û 847 koçber bi rêyên neqanûnî derbasî Yekîtiya Ewropayê bûne.
Frontexê destnîşan kir ku ev hejmar li gorî sala borî ji sedî 39 kêmtir e. Li gorî par kêmtir koçber bi rêya Balkanan derbasî Yekîtiya Ewropayê bûne ku heta ji sedî 77an daketiye.
Bosnayê ragihand ku îsal zêdetirî hezar kesî bi tawana qaçaxçîtiya koçberên neqanûnî hatine girtine. Digel vê yekê jî, Frontexê hişyarî da ku qaçaxçiyan rêyên nû dîtine ku koçberan di ser Yunanistanê re bi belemên bilez derbas dikin.
Ji ber vê jî pêla koçberan a ji Yunanistanê kêm nebûye.

Îtalyayê bi rêyên nû pêşî li koça neyasayî digire
Yek ji sedemên kêmbûna koçberiya neyasayî ya ber bi Yekîtiya Ewropayê girtina qaçaxçiyan û jinavbirina torên wan e.
Îtalya hewla rêbazeke nû dide ku ew jî peydakirina hesab û rûpelên qaçaxçiyan û hevkarên wan û girtina wan e.
Polîsê navçeya Palermoyê ya Îtalyayê ragihand ku wan di operasyonekê de zêdetirî hezar hesabên qaçaxçiyan girtine.
Li gorî polîsê Îtalyayê, di hinek kanal û hesabên ku hatine peydakirin de, qaçaxçiyan ji bo koçberiya neqanûnî reklama paketên malbatî dikir û ji bo zarok û jinan erzanî kirine.
Operasyon bi hevkariya Metaya ku xwediyê Facebook, Instagram û WhatsAppê ye hatiye kirin. Polîsê Îtalyayê eşkere kir ku qaçaxçiyên Lîbyayî û Misirî xwediyê wan hesaban bûn.
Wan ji bo gihandina her koçberî daxwaza 5 hezar dolaran dikiriye lê hin rûpelan paketên VIP ji bo koçberiya neqanûnî ragihandine û pereyekî gelekî zêde xwestine.

Almanya: Hatiye pêşniyarkirin ku serlêderên vîzeya Şengenê di bin çavdêriyê de bên danîn
Polîsê Almanyayê: Kesê ku serlêdana vîzeyê dike, divê hesabên wî yên li ser torên civakî werin kontrolkirin
Polîsê Almanyayê pêşniyar kir ku her kesê ku serlêdana vîzeyê dike bila hesabên wan ên li ser torên civakî werin kontrolkirin.
Polîsê Almanyayê destnîşan kir ku ev yek dê pêşî li sextekariya vîzeyê bigire û kesên ku metirsî ne li ser ewlehiya Ewropî jî diyar bike.
Wekî mînak, eger kesek belge pêşkêşî konsulxaneyê kiribin ku dê ji bo bazirganiyê biçe Ewropayê lê hesabê wî nîşan dide ku ew di nav xizaniyê de dijî, kesê ku postên teşwîqkirina tundûtûjiyê belav kirine û xwedî ramanên tundrew be dibe ku vîzeya wî neyê qebûlkirin.
Lê belê ev hîn pêşniyarek e û nebûye biryar.

Nivîskarekî Kurd romaneke nû bi navê 'Ozî' weşand
Li Holendayê ji salên 80yî ve romanên Dr. Îbrahîm Selman li ser dika şanoyan û li ser ekranên wî welatî û li ser refên pirtûkxaneyên wî welatî hebûn û hene. 14 sal bû ku vî nivîskar, lîstikvan û kesayetiya çandî ya Kurdistanî û Holendî ti romaneke nû belav nekiribû. Lê van rojan romana 'Ozî' bi zimanê Holendî weşand û gihand bazara Holendayê.
Dr. Îbrahîm Selman ji Amsterdamê tev li bernameya Diyasporayê bû, dabaşa romana xwe ya nû kir û biland "Tiştê ku ez pê re dijîm vediguherînim nivîsandin. Romana min li ser kûçikê min e. Piştî ku kûçikê min mir, min roman nivîsand. Kûçikê min wekî endamekî malê bû."
Dr. Îbrahîm Selman di berdewamiya axaftina xwe de wisa got "Navê kûçikê min Ozî bû. Giyanek bû û mir. Valahiyeke mezin li nik me çêkir. Lewra çîroka wî bi me re û mirina wî bandoreke mezin li ser me çêkir û min romaneke taybet li ser wî nivîsand û armanca min a siberojê jî ew e ku Ozî bibe fîlm."
Dr. Îbrahîm Selman da zanîn ku ew dixwaze bi rêya romanên wî xelk çîroka wan bizane.
Dr. Îbrahîm anî ziman ku ev zêdetirî 60 salî ye ku ew Doza Kurd lêkolîn dike.

400 hezar şopînerên du hevjînan li ser torên civakî hene
Nûşînê û mêrê xwe bi nimandina li ser torên civakî gelek şopîner top kirine.
Nûşînê û mêrê xwe di torên civakî de bi zimanên Kurdî û Erebî derdikevin. Bi performansên xwe yên xwerû û têrwate gelek şopîner ji xwe re dane hev ku gihîştine nêzî 400 hezar kesî.
Nûşîn Hisên ku keçeke Kurd e, xelka bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ye û heyama 8 salan e li Almanyayê dijî, bû mêvana studyoya bernameya Diyasporayê û ragihand ku wan ji sala 2020an ve dest bi tomarkirina vîdyoyên torên civakî kiriye û heta niha jî berdewam dikin û şopîner jî dixwazin vîdyoyên wan bibînin û hejmara bînerên wan pir mezin e.
Nûşîn Hisên derbarê naverok û ramana vîdyoyên xwe de got "Ramana vîdyoyên me ku em wan li ser torên civakî diweşînin vedigere mêrê min Enes Sebillêl. Enes vîdyoyan saz dike, tomar dike û belav dike."
Nûşîn Hisên eşkere kir ku gelek vîdyoyên wan hene lê belavkirina vîdyoya wan a pêncem gelek karvedan li pey xwe anîn. Nûşînê di vî warî de got "Piştî ku ez di sala 2019an de ligel Enesê ku bi koka xwe Ereb e zewicîm ku adet, nerît, ol û çanda me ji hev cuda bûn, em li ser wê yekê hizirîn ku em vîdyoyan çêbikin û li ser torên civakî belav bikin. Em ji xelkê re bibêjin, asayî ye ku du kesên ji du netewe û olên cuda bizewicin û bi hev re kêfxweş bin. Me xwe wekî mînak dida pêş."
Li ser vîdyoya ku herî zêde hat temaşekirin, Nûşînê çîroka wê bi vî rengî vedibêje "Êvarekê Enesê mêrê min ji kar vedigeriya, dît ku nêzî 15 kesan ji nas û xizmên min wek mêvan li mala me ne, bixêrhatina wan kir û paşê min jê re got zû here goşt bikire û ez ê niha sifireyekê amade bikim. Enes çû goşt anî û min sifire amade kir û ev yek li nik wî ecêb bû. Loma ramana vîdyoyê ji vê yekê li ba Enes çêbû û rabû me vîdyo çêkir û weşand."
Vîdyo li ser torên civakî zaf hat dîtin bi awayekî ku di nav çend demjimêran de zêdeyî 5 milyon caran hat dîtin û bû sedem ku ew bêtir girîngiyê bidin weşandina vîdyoyan û di torên civakî de bibin du kesayetên girîng û navdar.
Ji hêla xwe ve, Enes Sebillêlê mêrê Nûşînê li ser vîdyoyên xwe û jina xwe wiha axivî "Cemawerê Ereb ji rojhilat heta rojavayê ji çanda Kurdî hez dikin û rêzeke wan a mezin ji bo wê heye. Gava ew li vîdyoyên me temaşe dikin destxweşiyê li me dikin û me bêtir han didin ku em bi hev re bijîn."
Enes Sebillêlê ku ji Nûşînê hînî zimanê Kurdî bûye, dibêje "Kurd bi gelek tiştan tên naskirin, di nav wan de mêvanperwerî, dilsozî, rêzgirtin û têkiliyên civakî yên xurt û herwiha girîngiyeke mezin didin malbatê. Min ev hemû kirin vîdyo û weşandin."

Sîlîna Mihêdîn behreyeke tijî enerjiya ciwaniyê 
Dengekî nû û xweş ê Sîlîna Mihêdîn heye. Xewnên wê yên hunerî yên mezin hene. Sîlîna li Almanyayê ji dayik bûye û ji wî nifşê diyasporaya Kurdî ye ku dixwazin navdariyeke cîhanî ji bo karên xwe peyda bikin.
Sîlîna li studyoyê mêvana Diyasporayê bû û ragihand ku ew dixwaze bi rêya hunera xwe navdariyeke cîhanî peyda bike û axaftina xwe wiha kudand "Ez 22 salî me û li Almanyayê hatime dinyayê. Hîn ji zarokatiya xwe ve, min ji kursên hunerê hez dikir û ez beşdarî kursên muzîk û lîstikvaniyê jî bûm."
Sîlîna Mihêdîn li ser tekstên stranan dibêje "Ez bi xwe tekstên stranên xwe dinivîsim. Gava ez 13 salî bûm, min yekem teksta strana xwe nivîsand. Min strana xwe ya ewil jî bi navê Aruf Town di 2023yan de belav kir."
Bavê wê Mihêdîn yek ji hander û hevkarên keça xwe Sîlînayê bû. Wî hezkirina stran û muzîkê li ba Sîlînayê çêkir û Sîlînayê bi xwe jî dide zanîn ku bavê wê rêya hunerê nîşanî wê daye.
Her çiqas Sîlînayê li Almanyayê ji dayik bûye jî lê bi kurdiyeke petî diaxive û dibêje "Parastina çand û zimanê Kurdî li ba min gelekî girîng e."
Ji bilî karê muzîk û stranan, Sîlîna Mihêdîn ji hunera sînemayê jî pir hez dike û dibêje "Ez dixwazim di paşerojê de bibim lîstikvan û ji ber vê yekê min pirtûkeke 300 rûpelî li ser fîlm nivîsand û şand Hollywoodê. Armanca min ew e ku ez bibim lîstikvaneke profesyonel."
Lîsansa Sîlîna Mihêdîn di warê bazirganî de heye û li şirketeke bazarkirinê dixebite.