Li Holendayê toreke qaçaxçîyên koçberan hat girtin
Li Holendayê toreke qaçaxçîyên koçberan hat girtin
Di operasyoneke hevpar a Îtalya, Holenda û Brîtanyayê de toreke qaçaxçiyên koçberan hat girtin.
Li bajarekî Holendayê barhilgireke ku 600 qutikên avjeniyê tê de bûn hat girtin ku piraniya wan ji bo zarokan e.
Li bajarê Zwolleyê yê Holendayê di operasyona hevpar a polîsên Îtalya, Holenda û Brîtanyayê de 600 qutikên avjeniyê hatin bidestxistin.
Ajansa Neteweyî ya Tawanan a Brîtanyayê (NCA) ragihand ku qutikên avjeniyê ji bo derbaskirina koçberan a bi qeyikan bû ku ji Kanala Îngilîzî koçber derbasî Brîtanyayê tên kirin.
Lêkolerê ajansê Jack Bear da zanîn, êlekên avjeniyê yên ku hatine bidestxistin kesî ji xeniqînê rizgar nakin û ji aliyê qaçaxçiyan ve tenê ji bo razîkirina koçberan dihatin bikaranîn.
Qutikên avjeniyê di barhilgirekê de bûn ku şandibûn Îtalyayê, piştre jî ji Holendayê dê ber bi Fransayê ve bihatana şandin.
Kesên ku qutikên avjeniyê vediguhastin hatin desteserkirin ku yek ji wan 23 salî ye.
Hefteya borî 6 zarok û jineke ducanî jî di nav de 12 koçber li Kanalê xeniqîn.
Almanya ji bo ku rê li ber koça neqanûnî bigire dest bi operasyoneke mezin kir
Almanyayê ji bo ku rê li ber koçberiya qaçax bigire dest bi operasyoneke mezin kir.
Di van rojên dawî de 340 polîsan li 5 eyaletên Almanyayê avêtine ser hejmareke zêde ya mal û dikanên ku gumana wan bi qaçaxçîtiya koçberan re heye.
Polîsê Almanyayê ragihand, 18 gumanbar hene, temenê wan di navbera 23 û 57 salî de ye ku ji ajokar heta qaçaxçiyên sereke di nav wan de hene.
Di operasyonê de 5 kesên ku welatiyên Sûriye û Îraqê ne hatin desteserkirin.
Li gorî zanyariyên ku bi destê bernameya Dîasporayê ya Rûdawê ketine piraniya wan Kurd in. Li gorî polîsê Almanyayê, wê şebekeyê heta niha 140 koçber ji Balkanan her yek bi 700 euroyî anîne Almanyayê. Ji kesên ku naxwazin li Almanyayê bimînin jî bi 500 euro ew digihandin welatekî cîran. Ji wan 2 kesan karê şandina pereyan dikiriye. Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji Almanyayê bi fikar in.
Her wisa Berlîn dixwaze ji roja Duşemê ve ji bo 6 mehan xalên kontrolê li ser sînorên xwe ava bike ku rê li ber koçberan bigire.
Parêzerekî Kurd: Li gorî qanûna Almanyayê, alîkariya koçberan wekî qaçaxçîtî tê hesibandin
Parêzerekî Kurd li Almanyayê radigihîne ku di yasaya wî welatî de her cûre alîkariyeke koçberan, alîkariya xizmîtiyê jî di nav de, ji bo koçber derbasî Almanyayê bibin, wek qaçaxçîtiya koçberan tê hesibandin.
Roj Xelefê ku li Almanyayê parêzer e, da zanîn ku ger li Almanyayê sûcê qaçaxçîbûnê li ser kesekî bê tespîtkirin, wê demê yan dê bi pereyan were cezakirin an jî heta 15 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Parêzerê Kurd her wisa anî zimên ku li Almanyayê kes nayê girtin eger belge li ser nebin. Mixabin merivên me yê Kurd gelek caran ji ber ku nizanin û haya wan jê tune ye, ji ber ruhê xwe yê alîkarî û xizmîtiyê alîkariya koçberan dikin, lê ev yek di qanûnê de wek qaçaxçîtiya koçberan tê dîtin.
Roj Xelek wiha pê de çû: "Fikirê me Kurdan û Almanan pir ji hev cuda ye û em wekî parêzer rastî gelek zehmetiyan tên ji bo ku em zelal bikin ku ew alîkarî ne girêdayî qaçaxçîtiyê, lê girêdayê çandê ye. Ew bawer nakin ku ew kar ji ber alîkarî û mirovatiyê tê kirin, li şûnê, wiha bawer dikin ku wek pîşe û qaçaxçîtiyê tê kirin."
Parêzerê navborî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku vêga li Almanyayê ji ber koça neqanûnî rewşeke wisa derketiye holê ku dixwazin xalên kontrolê li ser sînoran bi cih bikin lê ev yek li gorî yasayên Ewropayê qedexe ye.
Bi baweriya parêzer Roj, eger ev biryar were bicihanîn, wê demê Almanya li dijî qanûnên xwe tevdigere û her wisa tê wê wateyê jî ku yasaya Ewropayê qebûl nake.
Roj Xelek di vî warî de got: "Ez di wê baweriyê de me ku siyasetkarên ku dixwazin vî karî bikin, tenê ji bo razîkirina gelê xwe wiha dikin, heke na, baweriya wan bi xwe jî bi vî karî nayê."
Parêzerê Kurd anî ziman ku pirsgirêkeke koçber û merivên ji Rojhilata Navîn heye, ev pirsgirêk jî ew e ku ew dixwazin mafên xwe bi destên xwe bistînin, di demekê de ku qanûna Almanyayê rê nade vê yekê û divê ji bo wergirtina mafên tu xwe serî li yasa û hikûmetê bidî û ew dê ji te re bistînin.
Yekîtiya Ewropayê sala borî 3,7 milyon mafê rûniştinê daye
Sala 2023yan li Yekîtiya Ewropayê (YE) 3,7 milyon kesan mafê rûniştinê wergirtine.
Rêjeya herî mezin a kesên ku mafê rûniştinê wergirtine bi rêya yekkirina malbatê bûye û 3 ji 1ê wê jî ji bo kar bûye.
Ajansa Amaran a YEyê destnîşan kir ku ev hejmar di dîrokê de ya herî zêde ye.
Piraniya kesên mafê rûniştinê wergirtine koçberên ku ji Ukrayna, Belarûs û Hindistanê çûne.
Her wiha hejmareke zêde ya Sûriye û Efxanistanê jî heye lê Îraq, Îran û Tirkiye di nav wan de nînin.
Li Nemsayê (Avusturya) mirina du karkerên Kurd û Sûrî di avahiyekê de deng veda
Li Nemsayê canjidestdana karkerekî Kurd ê ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê û karkerekî Sûrî di dema karkirina wan a di avahiyekê de, di medyayê de deng veda..
Di dema borî de, li bajarokê Schardingê yê Nemsayê avahiyek hilweşiya û di dema karkirinê de ew her du karker mirin. Tê behskirin ku bi ti awayî mafê wan her du karkeran nebû ku li Avusturyayê kar bikin.
Pispora Mafên Kar û Karûbarên Civakî Hêwa Hisên ragihand ku navê karkerê Kurd Hewas bû û 23 salî bû û nû vê dawiyê hatibû Nemsayê.
Li gorî Hêwa Hisênê, sê karkeran bi awayekî neprofesyonel di avahiyê de kar kiriye û du karkeran ji wan di dema hilweşîna avahiyê de canê xwe ji dest daye.
Tişta ku li Nemsayê bûye rojev ew e ku çawa her du karkerên mirî hîn mafê rûniştinê wernegirtine û karkerî kirine.
Hêwa Hisênê got: "Li Awustûryayê, her kes heta mafê rûniştinê wernegire, li gorî qanûnê nikare kar bike, eger bixwaze kar bike jî, wê demê egera karkirina wî pir kêm e û nêzî ji % 10 e û divê li gorî şertên hikûmetê kar bike."
Pispora kar û karûbarên civakî bal kişand ser wê yekê ku heta niha sedema hilweşîna avahiyê nehatiye zanîn lê got: "Rojnamevanekî Nemsayî daye zanîn ku sedem girêdayî kompanyaya avakera avahiyê ye."
Hêwa Hisênê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwediyê kar li ser wê yekê ku çawa bê peyman kar daye wan koçberan, dê bi yasayê re rû bi rû bê hiştin."
Kurdek ji bo karsaziyê herî baş ê Holendayê hevrikiyê dike
Karsazekî Kurd ê serkeftî ku li Holendayê wekî Nero de Boer tê naskirin, gihîşt asta pêşbirkê û beşdarî pêşbirka herî baş a karsaziyê bû.
Ew di heman demê de endamê meclîsa şaredariya bajarê xwe ye.
250 kes beşdarî pêşbirkê bûne û ji wan dê 10 kes werin hilbijartin.
Di pêşbirkê de karsazê Kurd Çiya Baban di nava 3 kesên herî serkeftî de cih girt û bû duyemîn.
Çiya Baban di warê berberiyê de karsaz e.
Berî 10 salan dikaneke berber vekiriye ku 5 şaxên wê hene û 18 kes tê de dixebitin.
Çiya Baban diyar kir, ji bo serketinê pir girîng e ku mirov ji karê dike hez bike.
Çiya Baban 2 sal in endamê meclîsa Şaredariya Ermeloyê ye.
Kurdek li Almanyayê di 7 mehan de bû xwediyê karê xwe: Zagros
Kurdekî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê piştî ku gihîşt Almanyayê di nava 7 mehan de bû xwediyê karê xwe.
Ferîd Husên Kurdekî ji Efrînê ye, tenê 7 mehan piştî ku çû Almanyayê, çapxaneyek ava kir û nexwest nanê “Sosyalê” bixwe.
Ferîd nêzîkî 20 salan e karê çapê û reklamên kaxezî got:
“Destpêkê min bi tena serê xwe dest pê kir û gelekî zehmet bû, min ziman nizanîbû.”
Ferîd destnîşan kir, ji bo ku dest bi vî karî bike, wî berê biryara tomarkirina wê wekî kompanyayekê daye û navê wê jî kiriye Zagros.
Belav bike li ser