Partiya Kesk a Almanyayê dixwaze ji bo koçberên ku daxwaza mafê rûniştinê kirine hêsankariyê bike

30 August 2024
Partiya Kesk a Almanyayê dixwaze ji bo koçberên ku daxwaza mafê rûniştinê kirine hêsankariyê bike
Partiya Kesk a Almanyayê dixwaze ji bo koçberên ku daxwaza mafê rûniştinê kirine hêsankariyê bike
Partiya Keskan a Almanyayê ku di hikûmeta federal de beşdar e, dixwaze ji bo kesên ku daxwaza mafê rûniştinê li Almanyayê kirine, hêsankariyên zêdetir bên kirin. Hêsankarî jî ew be ku bikarin zûtir û hêsantir bibin xwedî mafê karkirinê û ji bo dîtina kar jî alîkariya wan bê kirin.
Katarina Druge, hevseroka Fraksiyona Keskan li Parlamentoya Ewropayê, yek ji wan kesan e ku planeke 15 xalî bi navê Keskan ji bo hêsankariya ji koçberan re ragihandiye.
Hevseroka Fraksyona Keskan li Parlamentoya Ewropayê dibêje, li her dera Almanyayê pirsgirêka destê kar ê jêhatî heye. Ji ajokarên otobusê bigire heya endezyar û tîmên perestariyê, nayên bidestxistin û pir pêwîst in.
Li gorî wê siyasetmedara Keskên Almanyayê, tenê bi vî awayî koçberekî ku hate Almanyayê û li vir jiya, dikare kar jî bike.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Almanya di nîvê yekem ê îsal de vîzeya kar daye 80 hezar kesî ku nîvê wan kesên xwedî bawername û pisporên karekî bûne.
Komîseriya Federal a Koçberiyê ya Almanyayê ragihand, divê koçberên ku ji Belarûsê çûne Almanyayê dersînorî Rwandayê werin kirin.
Joachim Stamp di kabîneya Olaf Scholz de wekî komîsyon erkekî taybet wergirtiye û çavdêriya rêkeftina aliyên beşdar ên di hikûmetê de li ser siyaseta koçberiyê dike.
Stamp, Rûsya û Belarûs tawanbar kir ku ew hîn jî plan dikin koçberan ji Sûriye, Îraq û Efxanistanê bişînin Yekîtiya Ewropayê.
Lewma ew ji hikûmeta xwe dixwaze ku koçberên ku bi rêya Belarûsê derbasî Ewropayê bûne vegerînin an jî dersînor bikin.
Hikûmeta Brîtanyayê beriya niha xwestibû ku koçberan bişîne Rwandayê lê plan têk çû û hat betalkirin.
Yek ji sedeman jî ew bû ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi biryarê razî nebûbû.
Gotinên Joachim Stamp heta niha bertekeke mezin li dû xwe neaniye.
Polonya êdî ji berê kêmtir vîzeyê dide 
Polonyayê, di nîvê yekem a îsal de li gorî par ji sedî 31 kêmtir vîze hatin dayîn.
Yek ji çîrokên ku îsal bû manşet, skandaleke li Wezareta Karên Derve ya Polonyayê bû.
Hin rayedar û konsulxaneyan bêyî pêvajoyeke zelal vîze firotibûn kesên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê.
Polonyayê îsal 203 hezar û 810 vîze dan, li gorî amarên fermî sala borî heta nîvê salê 295 hezar û 892 vîze hatibûn dayîn.
Polonyayê dayîna vîzeya xwendinê jî guhertiye û xwendekarekî ku nikaribe îsbat bike ku li welatê xwe yan welatekî din mezûnê zanîngehê ye, mafê xwendin û mayîna li Polonyayê jê re nayê dayîn.
Frontex: Xwebexşên rizgarker ji bo handana koçberan tiştekî nakin
Dema keştiyeke koçberan di avên li navbera Îtalya û Yewnanistan an Îtalya û Tirkiye yan jî Îtalya û Lîbyayê de rastî pirsgirêkê tê, hewara xwe digihînin keştiyên xwebexş ên saziyên sivîl ku di wan avan de hene.
Gelek koçber bi saya tîmên ku di wan keştiyan de ne, ji mirinê hatine xilaskirin. Polîsên Îtalyayê gelek caran rêwiyên li ser wan keştiyan digirin.
Partiya Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni jî bi awayekî berdewam dibêje ku ew sazî û keştî hatina zêdetir a koçberan han didin.
Ev partî di vê gotina xwe de xwe dispêre raporeke nihênî ya sala 2022yan a Polîsên Parastina Sînorên Ewropayê (Frontex)ê.
Di rapora nihênî de hatiye gotin ku ew xwebexş wer dikin ku koçber li ser hatina xwe ya Ewropayê rijdtir bin.
Lê vê hefteyê, Rêveberê Frontexê Hans Leitens ragihand ku wî qet negotiye û ne jî di wê baweriyê de ye ku ew xwebexş hana hatina koçberan didin.
Beriya niha jî hejmarek ji saziyên akademîk bi hevkariya Rêxistina Bijîşkên Bêsînor lêkolîn di vî warî de kiribûn û gihiştibûn heman encama ku rêveberê Frontexê behs dike.


5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kobanê li Almanyayê hat lidarxistin

Li bajarê Gelsen Kerschenê yê Almanya yê 5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kobanê hat lidarxistin. Gelek fîlm hatibûn amadekirin û yekem fîlma ku tê nîşandan fîlma (Yek mûmik, du mûmik) e.

Endama organîzatorên Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kobanê Hêva Ehmed daxuyand: "Îsal di festîvalê de dê 15 fîlm bên nîşandan. Di roja ewil de dê fîlmek û kurtefîlmek bên nîşandan. Di roja duyem de 8 û di roja sêyem de jî 6 fîlm dê bên pêşkêşkirin."
Hêva xanimê da zanîn ku çend fîlm ji welatên Kanada, Îtalya û Fransayê di festîvalê de beşdar in û dê werin xelatkirin.
Derhêner Cano Rojbeyanî ku bi fîlma (Yek mûmik, du mûmik) di festîvalê de beşdar e, behsa wê yekê kir ku fîlma wî cara yekem di vê festîvalê de tê nîşandan lê berê li Bruksel, New York û Los Angelesê hatiye nîşandan.
Cano Rojbeyanî got: "Ev fîlm di pêşbirka Golden Globe-ê de wek fîlmekî Kurdistanî hat hilbijartin. Lê me hîn jî di sînemayên Ewropayê de belav nekiriye."
Wî derhênerî got ku fîlma wî komediyeke reş e û roniyê dixe ser hin mijarên civakî yên girîng wek şideta dijî jinan.
Li ser awayê hilbijartina fîlman jî, endama organîzatorên Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kobanê Hêva Ehmed da zanîn ku îsal ji 92 welatan 848 fîlm ji wan re hatine şandin, di demekê de ku par fîlmên zêdetir hatibûn şandin.

Hêva Ehmed sedema vê kêmbûnê bi wê yekê ve girêdide ku îsal şert û mercên qebûlkirina fîlman tundtir kirine "Piraniya fîlman bi zimanê Kurdî ne û piraniya wan jî ji Rojhilatê Kurdistanê ne."
Wê endamêa organîzatorên festîvalê herwisa got ku ew dixwazin dewlemendan han bidin ku ne tenê bi çavê hunerî li fîlman binêrin û wer li wan bikin ku bi çavên karsaziyê li fîlman binêrin da ku derfetên zêdetir ji çêkirina fîlmên Kurdî re peyda bikin.

Hêva Ehmed diyar kir ku sal bi sal hejmara beşdarên festîvalê zêdetir dibe û salona nimayişê bi temaşevanan tijî dibe û li gorî wê ev jî nîşana serkeftina festîvalê ye.

Cano Rojbeyanî ku di heman demê de di festîvalê de serokê lijneya nirxandina fîlman e ji bo dayîna xelatan li ser hilbijartina fîlman da zanîn ku komîteya wan ji 4 kesan pêk tê: 2 Kurd û 2 Hollywoodî.  

Lîstikvaneke Kurd beşdarî dramayeke Netflixê dibe

Dramaya Xîlafetê ku li ser tora fîlman a Netflixê tê weşandin, dabaşa wan kesên rastgir dike ku ji Swêdê diçin Sûriye û Îraqê û ji wir jî diçin Mûsilê û dibin endamên xîlafetê. Vê dramayê dengvedaneke mezin li pey xwe anî û akterê/a wê yê sereke ku Kurd e xelata baştirîn akterê/a salê li Swêdê wergirt. Lîstikvaneke Kurd a din bi navê Ala Reyanî di dramayê de beşdar e û dibe ku kêm kes zanibin ku ew xanim Kurd e.  
Ala Reyanî di cîhana fîlm û lîstikvaniyê de li Ewropayê navekî darîçav û naskirî ye. Dramaya xîlafetê dabaşa du keçên Swêdî dike ku bi eslê xwe Ereb in û li ser îslameke tundrew tên mezinkirin, lewra jî ji Swêdê bar dikin da ku bibin beşek ji DAIŞê. Ala Reyanî di wê dramayê de rola dayika wan her du keçan dilîze.

Alayê li ser rola xwe jî wiha got: "Roleke xweş û kûr bû û divabû ez baş wê karaktera ku zaf ji min dûr bû, fêm bikim; ji ber ku dayikeke oldar bû, di demekê de ku ez bi awayekî sekûler mezin bûme. Rêwîtiya ku min di nava xwe de kir, hem xweş hem dijwar bû. Xweş e meriv rolekê bilîze ku jê dûr be çimkî gelek ked û westînê dixwaze."  

Ala Reyanî derçûya beşa zanistên siyasî ye û bi awayekî akademîk hunera nimandinê nexwendiye. Li ser xwendina zanistên siyasî dibêje: "Ji biçûkaniyê ve, haydariya ji xebat û qedera Kurdistanê hergav bi min re bû, loma fêmkirina cîhana siyasetê ji bo min pir girîng bû. Lê di heman demê de tê bîra min ku min ji dê û bavê xwe re got: 'Ez dixwazim bibim stranbêj.' Êdî ez di wê rêya zanistên siyasî de çûm û dawiya dawî dîsa vegeriyam ser hunerê."
Reyanî diyar kir ku ew dem bi dem stranan jî dibêje û wiha pê de çû: "Hin berhemên min hene û min karî bi hunermend Wirya Ehmed re kar bikim û ev tecrubeya min jî heye û min stranên Kurdî yên resen gotine û min straneke Swêdî jî kiriye Kurdî."  
Li ser karê xwe yê siberojê jî, qala wê yekê dike ku projeya wan girêdayî budceyê ye, lê ew kar behsa dayikeke Kurd û têkiliya wê bi keça wê ya biçûk re li xerîbiyê û dûriya wan ji Kurdistanê dike.  
Alayê behsa wê yekê kir ku fîlm kurtefîlm e lê bi derhênerekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê re ku li Los Angelesê ye, di projeya wan de ye ku wê bikin fîlmeke dirêj bi navê fîlma "Jin"ê.    
Ala Reyanî pirtûkeke bi Swêdî bi navê "Keça Şer" nivîsandiye û kesên ku ew pirtûk xwendine wek çîrokeke bedew û dilrevîn diwesifînin ku dabaşa keçeke ku dê û bavê wê hatine Swêdê dike.   
Alayê biland: "Çîrok li ser min e, lê di heman demê de çîroka gelek kesên din e. Armanc jî ew bû ku ger ez qala xwe û malbata xwe bikim, jixwe ez mînaka bi milyonan malbatan im. Ez dixwazim nîşanî cîhanê bidim ku te got Kurd, bizane Kurdek çi ye û jiyaneke wî/wê ya çawa hebû. Bizane şer çi ye û çawa diqewime. Ez di şer de hatim dinyayê. Kes bi serê xwe şer hilnabijêre."
Wê xanima lîstikvan herwiha got ku wê ew çîrok di çarçoveyeke siyasî de vegotiye û da zanîn ku hêzên mezin ew hêlên sînor xêz kirine û ew êş û jan anîne serê me, loma ji wan zilhêzan bi xwe tê xwestin ku vê mijarê çareser bikin "Ji ber tiştê ku wan zilhêzan aniye serê me, ez vêga li xerîbiyê me, heke na, me dê dev ji welatê xwe berneda."      
Ala Reyanî beşdarî fîlma (Yaxî) bûye ku di Festîvala Cannesê de hat nîşandan û rola fermandareke Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dilîze 
Alayê di vî warî de got: "Gava min ew rol wergirt, tevî ku roleke pir biçûk bû jî lê ez pir kêfxweş bûm. Her çiqas fîlm qala DAIŞê dike û li Sûriyê ye, Kurd tê de gelekî kêm in." 
Reyanî got ku di rola wê de dîmenek hebû ku divabû zarokekî îşkence bike lê ev li ba wê ne guncaw bû û ne bi dilê wê bû.
Alayê da zanîn ku ji bextê wê yê çê pisporekî leşkerî wek şêwirmend bi tîma wan re hebû ku beşdarî şerê DAIŞê bûbû, ji derhênerî re gotiye: "Divê ew dîmen nebe çimkî Kurd îşkence nake û ne tiştek e ku li nik wan hebe" û got: "Êdî ew beş jê birin."   
Reyanî di wê baweriyê de ye ku di her warî de mafên Kurdan hatine xwarin û ku digihe warê hunerê jî gelek tiştên Kurdan hene ku divabû wek xwe bihatana nîşandan, lê nehatin nîşandan. Ew dibêje: "Divê em bi xwe dastanên xwe bi hunerê vebêjin. Herwisa zaf girîng e ku em wek Kurd beşdarî wan fîlman jî bibin ku kesên din ên ne Kurd wan çêdikin û rolên kesên Kurd di wan de hene çimkî ti kes ji Kurdan bi xwe baştir nizane hûrguliyên kurdbûnê nîşan bide."      
Li bajarê Oberhausenê yê Almanyayê yaneyeke futbolê ya Kurdî bi navê Avestayê hat damezrandin

Yaneya Avestayê sala 2022yan li bajarê Oberhausenê yê Almanyayê hatiye damezrandin, klûbeke Kurdî ye, lîstikvanên wê Kurd in û di lîga 3 de dilîze.

Serokê Klûba Avestayê Rehman Reûf dibêje: "Em komek Kurd li dora hev bûn û bi hev re bi goga lingan dilîstin. Rabû em biryar da ku em vê yaneyê ava bikin."

Serokê klûbê dibêje ku ew li ser tîmeke zarokan jî fikirîne û dixwazin akademiyeke futbolê ji zarokên Kurd re vekin.

Rahênerê klûbê Arman dibêje ku ew heftane rojên çarşem û înê rahênanan dikin û got jî "Ciwanên Kurd her roj tên cem me û bi me re rahênanan dikin."

Yaneya Avestayê di warê madî de xwe dispêre endam û lîstikvanên xwe û dibêjin kes alîkariya wan nake û ew bi xwe pêdiviyên xwe dabîn dikin.