Li ser sînorê Polonya û Belarûsê cenazeyên koçberên winda hatin dîtin

16 August 2024
Li ser sînorê Polonya û Belarûsê cenazeyên koçberên winda hatin dîtin
Li ser sînorê Polonya û Belarûsê cenazeyên koçberên winda hatin dîtin
Çîroka windabûna koçberên ku bi rêyê qaçax derbasî Ewropayê bibin di van salên dawî de yek ji çîrokên herî trajîk û hestyar ên gelê Kurdistanê ye.
Li Polonyayê termên hin koçberên ku li ser sînorê Polonya û Belarûsê winda bûbûn hatin dîtin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Ziyad Reûf bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û li ser mijarê zanyarî dan.
Ziyad Reûf diyar kir ku çend roj berê termê ciwanekî hatiye dîtin.
Ziyad Reûf ragihand ku guman tê kirin ku ew Kurd be, temenê wî di navbera 28 - 35 salî de ye, dirêjiya wî bi qasî 180 santîmetreyî ye û bi berçavk bûye.
Herwiha Reûf got ku çavên wî yên qehweyî û pora wî reş bûye.
Polîs ji kesên ku wî nas dike daxwaz dike ku agahiya wan pê bixin da ku termê wî radestî malbata wî bikin.
Ziyad Reûf anî ziman ku malbatên ku di sala dawî de xizmên wan di rêya koçberiyê de winda bûne dikarin bi wan re têkilî daynin.
Çûna koçberên neyasayî ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê %40 kêm bûye
Li ser asta Yekîtiya Ewropayê daneyên nû li ser koçberan hatin weşandin.
Polîsê Parastina Sînorên Yekîtiya Ewropayê (Frontex) ku baregeha wê ya sereke li Polonyayê ye, ragihandiye ku di 7 mehên yekem ên îsal de 113 hezar û 400 koçber ji aliyê wê ajansê ve li ser sînoran hatine girtin û zanyariyên wan hatine tomarkirin. Li gorî par, ev hejmar ji sedî 40 kêmtir e.
Koçber bêtir bi sê rêyên sereke xwe bi awayekî neqanûnî digihînin hundirê Yekîtiya Ewropayê.
Yek ji wan rêyan rêya welatên Balkanê ye. Rêyek jî rêya Yewnanistan û Îtalyayê ye. Rêya sêyem jî rêya Afrîkayê ye.
Li gorî gotina Frontexê, rêya Afrîkayê wekî xwe maye lê li her du rêyên dîtir rêje zaf kêm bûye.
Almanya … Li gorî par, êrişên li dijî koçberan ji %70 kêm bûne

Li Almanyayê tevî bihêzbûna rastgirên tundrew û dijberiya li hemberî koçberan, êrişên li hemberî koçberan li gorî salên borî kêm bûne.
Li Almanya û Ewropayê û heta li Amerîkayê nerazîbûna li hemberî koçberan her ku diçe zêde dibe û partiyên siyasî jî bi gotinên li dijî koçberan dengên xwe zêde dikin.
Tevî zêdebûna axaftinên li hemberî koçberan, polîsê Alman dibêje îsal êrişên li hemberî koçberan li gorî salên borî kêm bûne.

Di nîvê yekem a îsal de 519 dosyeyên êrişên li dijî koçberan bi awayekî fermî hatin tomarkirin.

Di şeş mehên destpêkê yên sala borî de hezar û 155 êriş li ser koçberan hatine tomarkirin û di tevahiya salê de 2 hezar û 450 êriş hatine tomarkirin.

Pisporên ewlehiyê diyar dikin ku êrîşên li dijî koçberan li eyaletên Thuringen an jî Bayernê ku dê di demeke nêz de hilbijartinên herêmî bên kirin zêdetir in.
Lê li cihên wekî Berlîn, Hamburg û Bremenê rêjeya êrişan kêmtir e.
Almanya bi sûcê kuştina koçberekî 4 kesan radestî Holendayê dike

4 kes bi tohmeta beşdariya kuştina koçberekî li Holendayê, li bajarê Remscheidê yê Almanyayê hatin girtin.

Meha borî, li bajarê Den Haagê û li tenişta avahiya Parlamentoya Holendayê koçberekî 23 salî rastî êrîşê hat û piştre ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Her çar kesên ku hatine girtin di navbera 19 û 23 salî de ne û bi fermana dadgeha Holendî polîsê Holendayê ji polîsê Almanyayê xwestiye ku wan radestî Holendayê bike.

Xortê kuştî li kampeke penaberan dijiya. Ew ji Somalyayê bû û sê sal bû hatibû Holendayê.
Swêdê îsal mafê welatîbûnê da 33 hezar koçberan
Li Swêdê îsal zêdetirî 33 kesan kesan pasaport standine û bûne hemwelatiyên Swêdê û zêdetirî 47 hezar kesan jî mafê rûniştinê wergirtiye.

Di nîvê yekem a îsal de li Swêdê 33 hezar û 633 kesan pasaporta Swêdê wergirtiye ku piraniya wan welatiyên Sûriye, Efxanistan û Erîtreyê ne.

Di heman heyamê de 47 hezar û 700 kesî mafê rûniştinê standiye,

Ev hejmar ji ya sala 2023yan zêdetir e ku 45 hezar 138 kesan mafê rûniştinê wergirtibûn.

Almanya.. Konferansek ji bo ciwanên serbixwe yên Kurdistanê li diyasporayê tê lidarxistin
Li bajarê Hamminkelnê yê Almanyayê ciwanên li xerîbiyê ji çarnikalên cîhanê hatine û rojên şemî û yekşemê 17 û 18.08.2024an konferansek di vî warî de tê sazkirin, bi navê Konferansa Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanê li Diyasporayê.
Ciwanên beşdar xwenda, çalak, tije enerjî û xwedî planên pir in. Tîma Diyasporayê bi awayekî meydanî derbasî salona konferansê bû da ku ji nêz ve li ser plan û armancên konferansê ji devê çend organîzatorên konferansê bi temaşevanên xwe bide nasîn.
Rêzan Ebdullahî û Rojda Bakurî ji organîzatorên Konferansa Ciwanên Diyasporayê bûne mêvanên programa Diyasporayê. Pêşî Rêzan Ebdullahî da zanîn ku ew hewl didin girîngiyeke zêdetir bidin çalakiyên Kurdan li derve û got "Diyasporaya Kurdî roj bi roj mezintir dibe, lewra vêga pir girîngtir bûye."
Rêzan Ebdullahî li ser panelên konferansê biland "Em dê di konferansê de 4 panelên li ser çalakiyên ciwanên Kurd ên li Diyasporayê saz bikin: Panela torên civakî, Panela Werzişî, Panela Huner û Sînemayê û Panela Wêje û Wergerê, lê em dê bêhtir girîngiyê bidin torên civakî û herwisa kesên şehreza yên Kurdên derve. Em dê wan bikin platformek da ku Kurd bêtir nêzî hev bibin û hev binasin û armanca mezin a doza Kurd bi zelalî ragihînin û herwisa jê re kar bikin û bînin cih."
Rêzan Ebdullahî got ku kesayetiyên siyasî yên Kurd ên navdar ên li diyasporayê ji bo konferansê hatine vexwendin çimkî bandora wan pir heye û dibêje "Qîmet û girîngiya Kurdên diyasporayê ji bo armanca mezin a serxwebûnê piştgiriyeke xurt e."
Rojda Yaşika ku ew jî yek ji organîzatorên konferansê ye, got "Em cudahiyê naxin navbera Kurdên ti parçeyekî û em wek yek parçe kar dikin û yek armanca me heye ku ew jî serxwebûna Kurdistanê li hemû parçeyan e" dibêje jî "Ji bo pêkanîna vê armancê hemû parçeyên Kurdistanê yên li diasporayê dikarin alîkariya hev bikin."
Rojda Yaşik diyar kir ku armanceke konferansê ya din jî ew e ku dixwazin bi rêya konferansê xizmetguzariya bêtir ji bo Kurdistanê bi rêya diyasporayê dabîn bikin.
Rojda Yaşikê got ku ew hewl didin li diyasporaya Kurdî serxwebûnê pênase bikin û wiha pê de çû "Her tiştê ku Kurd dikin xizmeta welatê wan e û em ê jî di konferansê de ji bo vê yekê bixebitin."
Her li Konferansa Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanê li Diyasporayê, yek ji beşdaran xatûna Hîvronê bû ku xanimeke hunermend a Kurda diyasporayê ye û keseke pir navdar e û ji bilî karê hunerê di warê saxlemiyê de jî çalak e. Hîvronê li Swêdê çêbûye û vêga li Kenedayê karê hunerî dike û bû mêvana Diyasporayê û qala konferansê û karên wê kir û ragihand, Kurdên li Swêdê dijîn di gelek waran de serkeftî bûn û dibêje "Kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê li derve bêtir yekgirtî ne. Bi giştî Kurdên derve serkeftinên baş bi dest xistine û ez piştrast im ku ev konferans jî dê armancê nêzîktir bike."
Hîvronê li ser revenda Kurdî li Swêdê dibêje "Kurdên li Swêdê di bin bandora zimanên din de ne, loma jî hemî nikarin baş fêrî Kurdî bibin, lê dema ez çûm Kanadayê fêrbûna zimanê Kurdî li wir ji min re hêsantir bû û ez li wir baş fêrî bûm."

Hîvrona ku niha li Kanadayê dijî, da zanîn ku ew li Kanadayê bi çalakiyên neteweyî re sînordar nebûye û kariye here saziyên medyayê û li gel karê xwe doza miletê xwe bêtir ragihîne û dibêje "Di sala 2015an de piştî karesata DAIŞê ya li ser Êzidiyan, min di warê tenduristiyê de alîkariya şêniyên Şingalê kir."
Li ser bi hev re karkirina huner û tenduristiyê jî, Hîvron xanimê dibêje "Karê min ê hunerî û çalakiyên min ên tenduristiyê girêdayî hev in û ez bi her duyan kêfxweş im."
  
Festîvala Hemû Rengên Jiyanê li bajarê Aachenê yê Almanyayê hate lidarxistin

Festîval taybet e ji bo xwarinên Kurdî  

Ji hemû parçeyên Kurdistanê xwarinên kurdewarî beşdar in
Berî çend rojan li bajarê Aachenê yê Almanyayê festîvaleke çandî ya tijî rengên xweşik li jêr navê (Hemî Rengên Jiyanê) hat lidarxistin. 
 Naveroka newzfîçera (Hemî Rengên Jiyanê) li Almanyayê:
Dengê xwezayî….
Ehmed
Welatî
Îro em Kurd bi dilekî neteweyî û bi eşq li vir top bûne, karê me karekî neteweyî ye û ne girêdayî ti aliyekî ye, loma her kes hat û ez bi wan serbilind im û dest û çavên wan maçî dikim. Ev ne jinên Kurd lê şêrên Kurd in. Îro şêrên Kurd îzbat kirin ew kî ne. Saz, awaz û şêwekar û hunermend hemû li vir amade bûn.
Dengê xwezayî..
Cîhan
Welatî
Ez gelekî spasiya tevan dikim xasma jinên me yên Efrînî ku pir westiyane û amadekariyên zêde kirine û xwarin û şîv amade kirine û em pir kêfxweş in û bila werstîna xwe li me helal bikin.
Navê min Cîhan e û ez ji Kobanê me û li Holendayê akincî me û em hatine Almanyayê qene beşdarî vê ahengê bibin û em pir pê kêfxweş in. Bi rastî em Kurd birîndar in û me gelek êş kişandiye û her çiqas em hatine vir da ku em wê êşa xwe hinekî kêm bikin, lê em ti carî nikarin êşa ku me kişandiye ji bîr bikin û her tim di dilê me de ye.
Dengê xwezayî
Emel Hesen
Nivîskar
Ez wek nivîskar û helbestvan beşdarî vê ahengê bûm. Ev du meh in em amadekariyên xwe ji bo vê ahengê dikin. Jin rengê jiyanê ye û jiyan jî rengê jinê ye, lewra aheng pîroz e.
Dengê xwezayî..
Em wek jinên Kurd xwe serbilind dibînin û ala Kurdistanê bilind dikin, loma em li ku bin jî em her şêrejinên Kurd in, lewra me soz daye ku em ji maf û azadiyên xwe nayên xwar hetanî welatê me azad bibe. Spas ji bo we hatina we û em hêviya serkeftinê ji vê çalakiyê re dixwazin û berdewam bikin û bijî Kurd û bijî Kurdistan.     
Dengê xwezayî..
Navê min Cîhan e û ez li Almanyayê ji dayik bûme û dê û bavê min ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne û çimkî ez li Almanyayê ji dayik bûme û jiyame zaf dilxweş im li vir ku beşekê ji çanda gelê xwe bibînim û min tenê carekê du caran serdana Efrînê kiriye, loma ez dilxweş im bi vê aheng û çalakiyê û em hîn bibin û paşê zarokên xwe jî hîn bikin, lewra bi min karekî pir baş e û ez spasiya wan dikim.       

Li Holendayê ji hunermendekî Kurd tê xwestin ku monumentan nûjen bike 

Ehmed Ebdo ne ji zû ve hatiye Holendayê. Karên wî yên hunerî yên bi daran bala Holendiyan kişandiye, nexasim li bajarê Valkenburgê ku yek ji xweştirîn bajarên geştyariya dîrokî yên wî welatî ye, jê tê xwestin ku şûnwar û monumentên wan nûjen bike.  

Fîçereke balkêş a hevkarê me Cengo Şerîfî.

Navê min Ehmed Ebdo ye. Ez ji Efrînê me. Min sala 1973yan dest bi şêwekariyê kir. Pêşî min li ser textik û kursiyan hêdî hêdî dest pê kir. Paşê min tablo çêkirin. Gava ez hatim Holendayê li kampê mam, li wir min wêne li ser mase û kelûpelan saz dikirin. Wê demê rêveberê kampê ku kesekî Holendî bû, li ser malpera tora civakî ya Facebookê çend wêneyên min weşandin û ez eşkere kirim ku kesekî Sûrî li kampê ye û kesekî jêhatî ye û wêneyên bedew li ser textikan saz dike. Piştre çend kesên Holendî hatin ba min li kampê û textik û kelûpelên şêwekariyê bi xwe re anîn û da ku ez wêneyekî saz bikim û êdî min saz kir û wan alîkariya min kir.

Miryam Odekerken
Alîkarê/a Ehmed Ebdo

Me Ehmed li vir li Valkenburgê nas kir. Wî zaf bêriya pîşeya xwe dikir. Loma me bangewaziyek li ser Facebookê kir qene xelk bi alavên dartaşiyê alîkariya me bike. Bi alîkariya hevalekî min ê ku di heman demê de hunermend e me ev malzeme peyda kirin. Paşê me ji Ehmed xwest ku em dixwazin li vir li Valkenburgê monumentekê nûjen bikin. Lê me dît ku ewqas kevn bûye ku em neçar bûn monumenteke nû ava bikin. Êdî Ehmed dest pê kir û heftane monumentê çêdike.
Ehmed Ebdo
Hunermend
Tabloyek bi navê Şêrê Holendayê hebû, gihandin padîşahê Holendayê. Rabû paşa û malbata paşayê Holendayê nameyeke spasdariyê û diyarî ji min re şand. Paşê min çend pêşangeh ji bo karên xwe vekirin. Herwisa çend xelat û spasdarî ji aliyê şaredariyên cihê yên Holendayê ve ji min re hatin ku di wêneyan de diyar in. Xelata herî mezin ji bo min xelata paşayê Holendayê bû ku ez gelekî kêfxweş kirim û ez spasdarê wî me.

Gelek caran ji min tê xwestin ku ez biçim dersekê bidim an jî xwendekarên ku di vî warî de dixwînin an dixwazin bixwînin fêr bikim û ez jî diçim û wan fêr dikim.

Ev tabloyeke monument a kevn a bajarê Valkenburg û temenê wê zêdeyî 70ê salî ye û ji min xwestin ku ez wê nûjen bikim, rabû ji bilî nûjenkirinê min yeke din jî çêkir ku çend meh in ez li ser dixebitim û di meha cotmeha îsal de dê temam bibe û dê yek ji wan li ber deriyê keleha navdar a vî bajarî were danîn.