Wezîra Derve ya Almanyayê bi dayîna vîzeyê bi malbatên koçberan tê sûcdarkirin

09 August 2024
Wezîra Derve ya Almanyayê bi dayîna vîzeyê bi malbatên koçberan tê sûcdarkirin

Wezîra Derve ya Almanyayê bi dayîna vîzeyê bi malbatên koçberan tê sûcdarkirin
Tevî ku salek û nîv e derbarê wê de doz hatiye vekirin û lêkolîn li ser wê didomin, lê van rojan fişar li ser Wezîra Derve ya Almanyayê tundir bûne. Bi taybetî jî partiyên opozisyonê di Parlementoya Almanyayê de, wê bi vê yekê sûcdar dikin ku bi hêsankirina dayîna vîzeyê bi koçberan pergala koçberiyê ya Almanyayê têk daye.
Li gorî belgeyeke ku di medyaya rastgir a lîberal a Almanyayê de hatiye weşandin, Annalena Baerbock û tîma wezareta wê rênimayên nihênî ji hejmarek balyozxane û konsulxaneyên Almanyayê re şandine ku Hewlêr, Stenbol û Tehran jî di nav de ne û ji wan dixwazin ku dayîna vîzeyê bi penaberan û kesên ku dixwazin malbatên xwe bînin Almanyayê zehmet nekin. Bi taybetî jî li ser belgeyên wan ên fermî û lêkolîna rastî yan nerastiya wan kar zehmet nekin.
Opozisyon dibêje, xanima wezîr ku di heman demê de seroka Partiyan Keskan e jî, bi rehm biryar daye û hatina zêdetir a koçberan ji bo Almanyayê hêsan kiriye. Baerbock û wezareta wê çendîn car tekez kirine ku biryar û siyasetên ku ji bo dayîna vîzeyê û hatina koçberan danîne, li gorî yasa û biryarên dadgehên Almanyayê bûn.
Niha hikûmeta Almanyayê 19 dosyayên ku tê gotin bi hêsankariya neasayî ya Wezareta Derve vîze wergirtine, lêkolîn dike.

Dadgeha Holendayê 14 sal cezayê girtîgehê li ser koçberekî Kurd disepîne
Dadgeha bajarê Maastrichtê li Holendayê 14 sal cezayê girtîgehê li koçberekî Kurd birî. Sedem jî ji ber ku wî du tepsiyên rûn qelandibûn û bi laş û rûyên du xanimên Holendî dakiribû. Berê dozgerê giştî ji bo koçberê ku xwe bi navê Tariq dabû naskirin, 7 sal cezayên girtîgehê xwestibû. Lê di darizandina yekem de, dadwer di wê baweriyê de bû ku ketina Tariq ewqas mezin e ku divê 5 salên din jî herin ser girtina wî û bibin 12 sal.
Niha dadgeha temyîzê jî bawer dike ku ketin mezintir e û ji bilî 14 sal cezayê girtîgehê, biryar daye ku divê ew koçberê Kurd 109 hezar euroyan jî wek qerebû bide her du xaniman. Bûyer sala 2022yan li kampeke penaberan qewimiye. Gelek caran daxwaza penaberiyê ya wî koçberê Kurd hatiye redkirin û jê re hatiye gotin ku dê ji wê kampê bo kampeke din were veguhestin. Wî jî di midbexa kampê de du meqilkên rûn sor kirine û bi qestî kaxezek şewitandiye ji bo ku alarma midbexê lêxe û karmendên kampê werin.
Her du jin karmend bûn û cara ewil yekê ji wan xwe bi lez gihandiye midbexê. Kesê Kurd tavilê tepsiya rûn pê dakiriye. Di pey re, hevkareke wê ya jin hatiye û wî jî tepsiya duyem pê dakiriye.
Li gorî vegotinên li dadgehê, yek ji qurbaniyan du rojan di komayê de maye. Piştre jî çend neştergeriyên bedewkariyê ji her duyan re hatine kirin. Koçberê Kurd li sûcê xwe mikur hatiye.

Danîmarka ji tirsa sûcdariya nûciwanan xalên kontrolê bi Swêdê re datîne
Polîsê Danîmarkî ragihand ku di heyama kêmtirî salekê de 11 dosyayên tawankariya ciwanên herzekar ên xwedî welatînameya Swêdî li Danîmarkayê hatine tomarkirin.
Tenê di hefteya borî de, sê xortên di bin hejdeh saliyê de ji ber hewldana kuştinê yan gulebarankirinê yan jî hewldana teqandina cihan hatine girtin.
Wezîrê Dadê yê Danîmarkayê Peter Hummelgaard got ku ew dê her tiştî bikin daku ew sûcên organîzekirî hîn bêtir ji Swêdê neyên Danîmarkayê. Dûr jî nexist ku dest bi danîna xalên kontrolê yên sînorî bi Swêdê re bê kirin.

Di hefteyekê de 736 koçber bi awayekî neqanûnî ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne
Di rojên borî de, 736 koçber bi 15 qeyikan ji Fransayê gihiştine Brîtanyayê.
Ev daneyên Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ne. Ew koçber di navbera 1 heta 7ê tebaxa 2024an bi rêya Kanala Îngilîzî gihîştine aliyê din ê avê. Lê dîsa jî hejmareke mezin a koçberan nikarîbûn xwe bigihînin Brîtanyayê û li Fransayê man.
Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku hewldanên çêkirina hêzeke nû ji bo parastina sînoran didomin û niha di qonaxa damezrandin û peydakirina karmendên jêhatî ji bo wê hêza nû de ne.
Wek di hûrkariyên pêkanîna wê hêzê de ku hikûmeta Brîtanyayê belav kiriye, diyar dibe; dê hêzeke mîna hêzên dijî terorê xwedî perwerde û çekên baş be.
Erka vê hêza nû jî dê ew be ku rê li ber koçberan bigire û nehêle koçber bi rêya avê derbasî Brîtanyayê bibin.

Rewşa Kurdan di navbera rastgir û dijberên nijadperestên Brîtanyayê de
Van rojan li Brîtanyayê diyasporaya Kurdî û civakên din ên koçberan di rewşeke dijwar de ne. Rastgirên tundrew kampanyayeke tund li dijî koçber û misilmanan dan destpêkirin, êrîşî sazî, mizgeft û karsaziyên Kurd û ne Kurd kirin.
Vêga kampanyayeke xwepêşandana wan kesan dest pê kiriye ku dibêjin mijadperestiya li Brîtanyayê red dikin û li dijî wan kiryarên rastgiran in.
Bextiyar Mam Şêxê siyasetvan li Partiya Karkeran a desthilatdar li Brîtanyayê û endamê şaredariya şahane ya Kinsington û Chelseayê li ser vê mijarê bû mêvanê Diyasporayê û ragihand, bi dehan mizgeftên Kurdan li Brîtanyayê hene û em di wan de mijûlî xizmetguzariyê ne û êrişa li ser penaberan jî di encama hin nûçeyên derewîn de pêk hat.
Bextiyar Mam Şêx biland "Heya vêga ti êrişeke rasterast li ser Kurdên Brîtanyayê nehatiye kirin û hikûmet û polîsê Brîtanyayê jî bi tundî bersiva kampanyaya rastgiran didin û heta niha zêdetirî 10 rastgiran hatine cezakirin."
Bextiyar Mam Şêx got jî "Heya vêga nêzî 200 kesî bi sûcê ku beşdarî kampanyayê bûne hatine girtin. Her wisa polîsê Brîtanyayê nêzî 700 kesên ku destê wan di êrişên li dijî koçberan de heye, destnîşan kirine."  
Bextiyar Mam Şêx diyar kir ku hikûmeta Brîtanyayê bi 22 milyar poundan kurtanîn di budceya îsal de kiriye, loma rewşa aborî dê bandorê li ser kampanyaya rastgiran bike. 

Kemanjenekî Kurd li Almanyayê çend albûman li ser muzîka Kurdî belav dike
Zehmet e kes hebe li muzîka Kurdî guhdarî bike û hema careke tenê be jî li jenîneke Azad Xoşnaw guhdarî nekiribe. Bi tiliyên xwe yên efsûnî û bişirîna ku herdem li ser lêvên wî ye, kemana xwe dike amûreke efsûnî ku çîrokên tijî hest vedibêje.
Azad Xoşnaw li Şeqlaweyê ji dayik bûye û hîn zarok ji muzîkê hez dike, nexasim jenîna amûra kemanê, ew dibêje "Gava ez 8 salî bûm, amûreke kemanê ji min re çêkirin û min jî lêdida. Paşê birayê min amûreke gîtarê kirî û piştre jî bi rêya van her du amûran min bêtir ji muzîkê hez kir. Wê demê min li muzîka komên muzîkê yên Silêmanî û Dihokê guhdarî dikir, nemaze muzîkên mamoste Dilşad."
Azad Xoşnaw mêvanê Diyasporayê bû, li ser fêrbûna muzîkê dibêje "Min ji zarokatiya xwe ve hewl da hînî muzîkê bibim, xasma kemanê. Lê hingê li Şeqlaweyê ne muzîkvan ne jî komên muzîkê hebûn. Zehmet bû li dereke wisa meriv baş hînî muzîkê bibe. Me bi rêya televizyona Kerkûkê û Radyoya Kurdî ya Bexdayê li muzîkê guhdarî dikir" dibêje jî "Keman li nik min amûreke pîroz bû û min hertim melodiyên Kurdî bi kemanê lêdida. Min ji komên muzîkê yên Silêmanî û Dihokê sûd wergirtiye û ew ji bo min wek dibistana muzîkê bûn."
Azad Xoşnaw diyar kir ku ji bo derxistina albûmekê kar û îmkanên zêde pêwîst in û ji bo berhemanîna muzîkê jî komek mûzîkjen pêwîst e.
Azad Xoşnaw got jî "Min di 2013an de albûmeke muzîka Kurdî bi navê Awazên Çiyayên Kurdan weşand û vêga jî nêzî 35 parçeyên min ên muzîkê yên din amade ne û her wiha min çîroka Mem û Zînê bi kemanê vegotiye."
Xoşnaw dibêje "Guhdarîkirina muzîkê bandorê li ser rewşa malbatê dike."
Azad Xoşnaw ji sala 1996an ve ji Kurdistanê bar kiriye û ji wê demê ve heya niha li Almanyayê dijî.

Lîstikvanekî Kurd ê ciwan di werzişa kickboxinga Almanyayê de deng dide 
Aras Serdar Sindî lîstikvanê kickboxingê ye û xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Niha li Almanyayê dijî û di giraniya xwe de xwediyê çend madalyayan e.
Aras 18 salî ye û ev heşt sal in li Almanyayê dijî, ew mêvanê Diyasporayê bû, di vî warî de biland "Gava ez 8 salî bûm, bavê min ez birim fêrbûna lîstika karateyê. Min du salan lîstina karateyê xwend û baş fêrî bûm."
Aras dibêje "Piştî ku em hatin Almanyayê û li bajarê Dusseldorfê bi cih bûn, min li jêr çavdêriya mamosteyê xwe Sankovic, di giraniya 70 kîloyî de, dest bi hînbûna lîstika kickboxingê kir."
Aras dabaşa yekem qehremaniya xwe dike bê çawa pileya yekem bi dest xist û dibêje "Berî heyvekê ez di rikberiyeke tund de bi lîstikvanekî Holendî re lîstim. Ew lîstikvanekî zaf xurt bû lê ez bi karînên xwe bawer bûm. Tevahiya malbata min ji bo navtêdana min li holê amade bû. Min bi yek derbê zora wî bir. Tiştekî pir xweş bû ji bomin, her wisa ji bo malbata min ku min cara ewil pileya yekem bi dest xist."
Aras Sindî diyar kir ku ew dixwaze lîstika kickboxingê berdewam bike û armanca wî jî ew e ku beşdarî hemû rikberiyan bibe û pileya yekem bi dest bixe.
Aras Serdar di dema rikberiyan de hertim li stranên Şivan Perwer guhdarî dike û dibêje "Stranên Şivan Perwer di dema lîstika kickboxingê de enerjiyê didin min."