Ev 5 roj in 2 ciwanên Kurd li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê serwinda ne

14 June 2024
Ev 5 roj in 2 ciwanên Kurd li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê serwinda ne
Rapora 167 a Bernameya Diyasporayê
Ev 5 roj in 2 ciwanên Kurd li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê serwinda ne
Her du ciwanên 15 û 16 salî piştî ku ji dibistanê derketine êdî ne xuya ne
Ji roja duşema vê hefteyê ve, 2 ciwanên Kurd li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê ne xuya ne.
Behzad Mirad Îlyasê 15 salî û Rezvan Welîd Şêx Siloyê 16 salî herî dawî roja duşemê ji dibistanê derketine û venegeriyane. Li gorî şahidekî, wê rojê di trênekê de hatine dîtin ku ber bi bajarê Aachenê yê Almanyayê li ser sînorê Holenda û Beljîkayê ve çûye.
Apê Behzad Diyar Xêro li ser navê her du malbatan ev agahî ji Bernameya Diyasporayê re piştrast kir. Ragihand jî pêwendî bi balyozxaneya Îraqê re kirine da ku ew jî bi rêya polîsên navdewletî (Interpol) hewldanên dîtina wan her du xortan li ser asta navdewletî jî zêde bikin.
Bi gotina Diyar Xêro, ti pirsgirêkên her du ciwanan ên malbatî tune bûn. Mafê Bahzad hebû ku li Almanyayê bimîne lê yê Rezvan nebû.
Her kesê ku wan her du ciwanan li Almanya yan li her dereke Ewropa yan cîhanê bibîne, dikare têkiliyê bi hêla germ a Diyasporayê re bike, ku li ser ekrana Rûdawê tê dîtin.
Fransa: Karvedanên li ser biryara Macron a hilbijartinên pêşwext berdewam dikin
Li medyayên Fransayê ji biryara hilbijartinên pêşwext re dibêjin “qumara Macron”
Ligel derketina encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron biryara hilbijartinên pêşwext da.
Vê hefteyê, li şûna ku Fransî û tewra Ewropayî jî dabaşa serketina rastgirên tundrew li Fransayê bikin, dabaşa wê yekê dikin ka çawa Macron ev biryar daye.
Hin medya û saziyan ji bo vî karê wî navek jî dîtine û jê re dibêjin (qumara Macron). Çimkî wisa difikirin ku serokê Fransayê hêvîdar e ku rastgirên tundrew serketinên mezin di hilbijartinan de bi dest nexin. Lê heke wisa derneket û Macron di qumara xwe de nebir, wê demê dê tundrew li Fransayê bihêztir jî bibin.
Bihêzbûna wan wê bandorê li diyasporaya Kurdî li Fransayê jî bike. Pirs pir in û bersivên wan pêwîst in. Loma dibe ku kes ji pisporê yasaya navdewletî, kesayeta akademî û siyasî Dr. Aso Ebdulla Hesenzade baştir nebe ku bersiva me bide ku bi rêya Skype-ê ji Fransayê mêvanê Diyasporayê bû û got “Gava Macron gaveke wêrek bû lê di vê biryarê de tûşî xeletiyeke stratejîk bû, loma Fransî bi biryara wî şok bûn.”
Aso Hesenzade diyar kir ku bandora navneteweyî ya biryara Macron dê berteng be. Aso Hesenzade dibêje jî “Vêga pêgeha Macron ji pêgeha serokwezîra Îtalyayê lawaztir e û loma li ser asta Ewropayê pêwîstî bi rêkkeftineke gelemperî heye, di demekê de ku rastgirên tundrew ên Ewropayê ne yekgirtî ye û ne amade ne ku li hev bikin.”
Li ser rola rastgirên Fransayê li ser diyasporaya Kurdî li wir, herwisa helwesta wan li hember doza Kurdî, Aso Hesenzade got “Desthilata rastgirên Fransayê bandorê li ser rewşa Kurdan nake û cudahiyeke mezin di navbera rast û çepên Fransayê de li hember Kurdan tune ye.”
Danîmarka "yekbûna malbatê" hêsantir dike
Danîmarkaya ku berê ezmûna rastgirên tundrew ceribandibû, di hilbijartinên vê carê de jî dengên piraniyê ji partiyên navend û çep re çûn.
Gelek Kurdên ku welatînameya wan a Danîmarkî hebû salên borî çûne welatên din. Lê vêga ku rewşa Danîmarkayê ji bo mirovên bi eslê xwe biyanî baştir bûye, dibe ku bixwazin cardin vegerin wir lê ji ber ku mafê endamên malbata wan tune ku li Danîmarkayê bimînin, nikarin vê yekê bikin.
Ji dawiya vê mehê ve dê karê wan hêsan bibe. Her kesê ku bixwaze ji bo kar vegere Danîmarkayê, dikare mal û zarokên xwe jî bi xwe re bibe. Merc jî ew e ku divê kesê vegeriyayî bikare bi şehrezatiya ku heye yan di warê zanistî de yan jî di warê aborî de xizmeta Danîmarkayê bike. Wek mînak bikare ajeldariyê bike yan jî lêkolînvan be û karekî zanistî yê giring ji bo Danîmarkayê bike.
Holenda û Swîsre vîzeyê didin bijîjk û hemşîreyan
62 hezar doktorên Almanyayê koçber in
Welatên Ewropî dayîna vîzeyan ji doktoran re hêsantir dikin
Gelek sal in ku kêşeya kêmbûna bijîjk û karmendên tenduristiyê li Almanyayê û hin welatên Ewropayî yên din heye. Loma Almanya hemû rêyan diceribîne ji bo ku vê valahiyê bi koçberan û destê kar ê biyanî dagire.
Li gorî amarên fermî, welatînameya Almanî ya ji sedî 12ê doktorên Almanyayê nîne. Ango yek ji 8ê hemî doktorên Almanyayê koçber in û hejmara wan 62 hezar doktor e.
Niha welatên din ên Ewropayê jî heman pirsgirêka wan heye û hatina bijîjk û karmendên tenduristiyê hêsan dikin. Swîsre, Avusturya, Danîmarka, Norwêc û Îrlanda ew welat in ku dixwazin wek Almanyayê bikin û asankariyê bikin. Dema ku em behsa bijîjk û  karmendên tenduristiyê dikin, mebesta me doktor û pisporên din ên wekî fîzototerapî, hemşîreyên pispor, pîrik û dermansaz in jî.
Çîroka jin û mêrekî Kurd ên niştecihên Ozbekistanê
Diyaspora çîrokeke balkêş ji nav dehan çîrokên ku di nav Kurdên Sovyeta berê de hene û hîn nehatine vegotin, ji we re vedibêje.
Dema Komara Kurdistanê hilweşiya, Mela Mistefa Barzanî û Pêşmergeyên xwe çûn Yekîtiya Sovyetê. Li wir li ser welatên cuda hatin belavkirin. Beşek ji wan ketin Ozbekistanê. Piştî nêzî 80 salî, jin û mêrek li wir çîroka xwe ya balkêş vedibêjin.
Yek ji wan kurê Pêşmergeyekî Mehabadê ye û yê din jî yê Pêşmergeyekî Barzanî ye. Li diysporayê ne, lê dilê wan ji bo Kurdistanê lêdixe.
Teksta fîçerê:
Taşkent, paytexta Ozbekistanê. Mehmûd û Hediye du hevjînên Kurd in. Her du jî zarên pêşmergeyekî Mela Mistefa Barzanî ne.

Bavê Mehmûd - Rehman Mehmûd Ehmed xelkê Mahabadê bû, bavê Hediye – Babekir Mihemed Zubeyr ji deverê Barzanê bû.

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê, sala 1947an her du li gel 499 Pêşmergeyan, bi serokatiya Mistefa Barzanî derbasî axa Yekîtiya Sovyetê dibin û sala 1948an jî, wan vediguhêzin Ozbekistanê û li herêma Namanganê bi cih dikin.

SB- Mehmûd Rehman – Kurê Pêşmerge:

Li Namanganê wan dest bi perwedeya zimanê Rûsî kir. Sala 1954an bavê min bi dayika min Refîqa Usmanova re hevdu nas dikin û dizewicin. Sala 1955an xwişka min Saşa jidayik dibe. Paşê sala 1958an Mistefa Barzanî radigihîne ku em ê vegerin welêt. Wê demê li bajarokê Vrevskiy ango li Almazara îroyîn gelek Kurd zewicî bûn. Kî jina Teter, kî Ozbek, kî Tetera Kirim, kî Tetera Kazanê anîbû. Her yek ji wan êdî du – sê zarokên wan hebûn. Hemû siwar dibin li keştiya ‘Gruziya’ û digihêjin Besreya Îraqê û paşê jî derbasî Kurdistanê dibin. Sala 1961ê şer ji nû ve dest pê dike. Sala 1962an ez li Hewlerê ji dayîk bûme. Dayika min tev zarokên xwe diçe Bexdayê û li wê derê ji bo min nasnameya nû çêdike û paşnavê xwe yê Hebîbûlîn bo min dide nivîsandin. Her wiha, wisa dide nivîsandin ku qaşo ez li Bexdayê ji dayîk bûme. Ji xwe di nasnameya min de wisa nivîsîne: Bexda, Îraq. Wê ji tirsa xwe wisa nivîsandiye. Lewra, gotegotek belav bûbû ku kurekî Rehman ji dayîk bûye û metirsî heye ku wî bikujin an jî bigirin da ku bavê min destgîr bikin. Û dayika min bi alîkariya balyozxaneya  Sovyetê, ji Îraqê derdikeve û vedigere Ozbekistanê.SB – Hediye Babakir  - Keça Pêşmerge:
Dayika min nekarî zor û zehmetiyên şer bikşîne. Zarokên wê biçûk bûn û ew ji bo wan ditirsiya. Em bi hev re bi keştiya ‘Gruziya’ mehek rê çûn û gihîştin bajarê Odessayê, ji wir çûn ta Moskowê û ji wir jî, ta Taşkentê.
SB- Mehmûd Rehman – Kurê Pêşmerge:
Sala 1964an careke din di navbera Îraq û Kurdistanê de agirbest tê ragihandin. Hingê bavê min pê dihese ku dayika min Îraq bi cî hiştiye. Ew biryar dide ku malbata xwe peyda bike û sala 1965an bi awayekî neqanûnî ji Îraqê derdikeve. Dîsa ji Îranê bi ser çema Erzê re ji sînor derbas dibe. Ji xwe wê hemû rê baş dizanibû. Lê li ser sînor wê destgîr dikin. Mehek, an didu girtî dimîne. Paşê dêya min ku hevwelatiya Sovyetê bû, serlêdanê dike û payîzê bavê min êdî digihîje Taşkentê. Armanca bavê min ew bû ku malbata xwe vegerîne. Lê KGBê ango îstîxbarata Sovyetê jê re dibêje, tu here, lê malbat dê bimîne, ji ber ku malbateke Sovyetê ye. Êdî tu çareya bavê min namîne. Ew bê malbat nikarîbû vegere. Di encamê de ew jî dimîne.
SB – Hediye Babakir  - Keça Pêşmerge:
Sala 1972an bavê min hewl dide ku malbata xwe vegerîne Kurdistanê. Hemû belgeyan amade dike û dişîne. Li vir, hikûmeta Sovyetê ji me re 48 demjimêr wext da ku em biryara xwe bidin. Birayên dayika min dest bi îqnakirina wê kirin ku bimîne. Wan digot: “şaşiya xwe ya berê dubare neke. Li zarokên xwe bifikire.” Dayika min gelekî dixwest vegere. Belge jî amade bûn. Lê di encamê de dimîne. Lê peywendiya me dewam dikir, bavê min bi rêkûpêkî name dişand. Alîkarî dişand, li gorî derfeta xwe. Karê xwe yê pêşmergetiyê jî dikir û em jî ji bîr nedikirin. Îca, çarenûsa me wisa bû. Peywendiya me tenê hingê hat birîn, dema ku wan koç kirin Îranê. Lê paşê, bere bere peywendî ji nû ve hat danîn. Bavê min ji Nexedeyê name ji me re dişand. Dayika min sala 1993ê rehma Xwedê kir. Wê ji me re şîret kiribû ku “teqez serdana welatê xwe bikin. Peywendiya xwe winda nekin, lewra, vegera me ya Ozbekistanê hukmê qederê bûye.”
SB- Mehmûd Rehman – Kurê Pêşmerge:
Dema Yekîtiya Sovyetê hilweşiya, bavê min biryar da ku biçe welêt. Wî mala xwe firot ku bi heman diravan xwe bigihîne Îraqê. Lê mehekê beriya ku bi rê bikeve, li vir, mixabin, di bin tekera otobûsekê de ma. Wisa jî, dîtina welatê wî jê re nebû nesîb. Sala 2004ê peyamek hat bo hevjîna min ku bavê wê Babekir li wir ji nû ve zewicî ye. Û malbata wî ya duyemîn peyam şandiye ku werin, Kurdistan êdî azad e, rewşa welêt gelekî baş e. Di serî de min ji hevjîna xwe re got tu here, ji ber ku te û birayê te  gazî kirine. Birayê wê Zubeyr hingê sax bû. Ew di ser Îranê re çûn. Li Îranê birayê wê Nadir pêşwaziya wan dike. Û wan, cara pêşîn sala 2004ê pê li erdê Kurdistanê dikin. Paşê hevjîna min, ji wir ji min re telefon vekir û  got Mehmûd tu jî were. Û ez û kurê xwe jî  çûn Kurdistanê.
SB – Hediye Babakir  - Keça Pêşmerge:
Li ser sînor hemû xizmên me hatibûn pêşwaziya me. Birayên min, xwişkên min, heta metên min ên temenmezin jî hatibûn. Wan pir bi germî pêşwaziya me kir. Em hemû digiriyan. Em bi hev re ji sînor derbas bûn. Û em gihîştin mala bavo. Me wisa welatê xwe dît.  
Birayên min pir baş in. Fikrî derhêner e. Fîlm dikşîne, dokumenterî, sînemayî, ez baş nizanim. Nadir dîroknas e. Dêmariya min êdî temenmezin e. Ew jî,  çendî ku jê hat, piştgiriya me kir. Demekê em li gel birayên me jiyan, li gel dayika min a duyem. Piştî ku hevjînê min û kurê min dest bi kar kir, me xaniyeke kirê kir.
SB- Mehmûd Rehman – Kurê Pêşmerge:
Belê, em li Kurdistanê man. Dora sal û nîvekê em li wir jiyan. Paşê bi malbatî em vegeriyan û hatin Taşkentê. Lê her sal ez diçim, ji ber ku ez meaş distînim. Hem jî xizmên min, xizmên hevjîna min li wir dijîn. Bê guman, xeyala min ew bû ku ez li wir bimînim. Xwedê hez bike, eger derfeteke wiha hebe, eger xaniyekî bo me bidin, da ku em bi malbatî bikaribin lê bijîn, ez ê bi kêfxweşî tê de bimînim.

SB – Hediye Babakir  - Keça Pêşmerge:
- Ez spasdara welatê xwe me. Ez dixwazim ku  her tim peşmergeyên me bi bîr bînin. Bila ji bîr nekin, çawa ew ji bo azadiyê têkoşiyan. Ez spadara hikûmeta Kurdistanê me ku alîkariyê dide ji bo parastina bîranîna wan, alîkariyê dide zarokên wan, weke zarokên xwe. Zor spas!
Tekst: Pêşmerge Babekir - bavê Hediye li Barzanê bi axê hatiye sipartin. Pêşmerge Rehman - bavê Mehmûd jî li Taşkentê.
Mehmûd û Hediye tenê kurek û du neviyên wan hene. Wek nêrît ew her tim bi hev re diçin serdana gora bapîrên xwe.
Peykersazekî Kurd bala Almanan dikşîne ser xwe
Salih Nemir xelkê Derika Rojavayê Kurdistanê ye û li Almanyayê peykersaziyê dike
Salih Nemir xelkê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye û li Kurdistanê dest bi karê hunerî kir. Vêga li Almanyayê berhemên wî yên bêhempa bala Almanan kişandiye ser xwe.
Teksta fîçera Salih Nemir:
Navê min Salih Nemir e û xelkê gundekî koçeran im li Dêrika Rojavayê Kurdistanê. Sala 1995an min Enstîtuya Hunerên Bedew li Şamê kuta kir. Ji destpêka qonaxa xwendina enstîtuyê di qonaxên 1 û 2 de, min baş dest bi fêrbûna peykersaziyê kir û ez baş fêr bûm.
Ez ji sala 2014an ve li Almanyayê dijîm û li vir jî dîsa karê peykersaziyê dikim û em li vir kursên hînbûna peykersaziyê vedikin û xelk dixwaze fêr bibe. Pêşî giring e çawa bikarî bi kevirekî re tevbigerî û wekî tu pê re biaxivî û bikî tiştê tu dixwazî.  
SB: Florian Tully – Peykersaz
“Rojekê ez hatim cihê kar xwe. Du zilamên sûrî li wir rawestiyabûn û yekî got ez li kar digerim û min jî got ti kar ji bo te li cem min tune ye. Paşê telefona min lêket û jinek got ku ew ne li kar digere, lê li cihekî ku karibe lê kar bike digere û bi vî awayî min hevalê xwe Salih Nemir nas kir. Ez bi karê xwe hostayê keviran im, û Salih her tim ji min re dibêje, tu masterê min î, û ez jê re dibêjim erê, lê tu profesorê min î.”
Ji 2016an ve karê peykersaziyê li vir dikim û vêga projeyeke min heye û bêtirî salekê ye li ser kar dikim û ew jî ew e ku li navçeya me ya koçerî hin şahî û dîlan hene ku xebînet vêga nemane û winda bûne. Dixwazim bi rêya projeya xwe wan şahî û dîlanan bi rêya taşînê arşîv bikim.
Giring e ku xelk û hikûmet bizanin ku çand nola keleheke mezin e ku em bikarin xwe di nav de biparêzin û ji nav neçin.
Salih Nemir li Swêdê bi rêya Skype-ê behsa çalakiyeke ku biryar e roja şemiyê dest pê bike kir û biland “Festîval û çalakiyeke hunerî ye li bajarê Mamlo li başûrê Swêdê tê sazkirin û heta 15ê vê heyvê didome û beşa Kurdî di çalakiyê de beşdar e.”
Salih Nemir got jî “Di çalakiyê de 11 hunermendên Kurd beşdar in, 8 zilam û 3 jin û di nava 4-5 rojan de karên xwe yên hunerî nîşan didin.”
Komeke şanoya Kurdî bala Almanan dikşîne
Diyasporaya Kurdî li Almanyayê ne tenê di qada kar û xwendinê de serketî ne, lê karên çandî yên çê jî dikin. Yek ji wan ew koma şanoyê ye ku çend hunermendên beşên Kurdistanê û tewra Gurcistanê jî li bajarê Hannoverê Komên şanoyê yên veguhêz ava kirine.
Her du jinên akter ku endamên komê ne, akter Sabat Salih û stranbêj û akter Îlona mêvanên Diyasporayê bûn.
Pêşî Sabat Salih biland “Koma me berfireh e û me her çar parçeyên Kurdistanê di koma xwe de anîne cem hev.”
Sabat Salih li ser lîstina rola xwe li ser şanoyê got “Li ser sehneyê dibim karaktera ku rola wê dilîzim û dixwazim wêneyê zindî nîşan bidim”
Sabat Salih qala rola jina Kurd ku dikare şopa xwe di hemî qadan de bihêle kir û got “Divê jinên Kurd ji aliyê malbatên xwe ve bên piştgirîkirin û ew bi xwe jî xwe bi pêş bixin.”
Îlona Avêsta ku hem stranbêj e û hem jî akter û şanokar e, bêtir fena stranbêj di şanoyan de xuya dike, dibêje “Kêfxweş im bi beşdarbûna di komeke şanoya Kurdî de û dibêje “Min sala 2015an dest bi strangotinê kir û heya vêga jî berdewam im û di stranên xwe de çîroka Kurdên Êzidiyên Gurcistanê vedibêjim.”