Diyaspora - Almanya îsal 222 welatiyên Îraqê dersînor kir

19 April 2024
Diyaspora - Almanya îsal 222 welatiyên Îraqê dersînor kir

Di sala 2024an de li Almanyayê ji her pênc koçberan yek Kurd e

Bi awayekî berdewam nûçeyên dersînorkirina komî ya xelkê ji bo Îraq û Başûrê Kurdistanê tên weşandin. Berê jî di Bernameya Diyasporayê de hat eşkerekirin ku Berlîn û Bexdayê li ser dersînorkirina koçberên ku derfeta mayîna wan li Almanyayê nemaye, li hev kiriye.

Ne hikûmeta Almanya û ne jî hikûmeta Îraqê bi fermî rêkeftin piştrast nekirine, lê li gor zanyariyên ku Wezareta Navxwe ya Federal a Almanyayê bi taybetî ji Rûdawê û Bernameya Diyasporayê re şandiye, derdikeve holê ku koçber bi hejmareke mezin û hetanî berî 2 hefteyan jî ji bo Îraq û Kurdistanê hatine dersînorkirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Almanya Zinar Şîno berdewam li ser vê dosyeyê kar dike. Roja înê 10.05.2024 berdevkekî Wezareta Navxwe ya Almanyayê di bersiva pênc pirsên Zinar de eşkere kir ku di sê mehên destpêkê yên îsal de Almanya 222 welatiyên Îraqê dersînor kiriye, 169 ji wan bo Îraq û Kurdistanê û 53 jî ji bo welatên din hatine şandin ku berê koçber ji wan hatine Almanyayê. Weke ku ji bersivên Wezareta Karên Hundir a Almanyayê derdikeve holê, biryara derketina ji Almanyayê li ser 22 hezar û 757 hemwelatiyên Îraqî derketiye ku duldunga 20 hezar û 611 kesan ji wan heye ku corek ji çavgirtina li qewitandina koçberan ji aliyê herêman ve ye.

Li milekî din, Zinar ji hikûmetên her du herêmê Almanyayê Bayern û Nordrhein-Westfalenê xwestibû ku agahiyên berfireh li ser koçberên Kurdistan û Îraqê bidin wî. Li van her du herêman hejmara herî zêde ya koçberên Başûrê Kurdistanê hene. Li gorî daneyên ku wan hikûmetan vê hefteyê ji Rûdawê re şandine, li Bayernê 77 welatiyên Îraqê hatine dersînorkirin û 288 jî bi kêfa xwe vegeriyane Îraq û Kurdistanê. Lê di sala 2024an de herêma Nordrhein-Westfalenê ti kampanyayeke dersînorkirina komî li dar nexistiye û li gorî agahiyên Rûdawê, ji 27 welatiyên Îraqê yên ku ji wê herêmê hatibûn dersînorkirin, 14 kes ji bo Îraqê hatine şandin.

Di sala 2024an de li Almanyayê ji her pênc koçberan yek Kurd e

Daîreya Federal a Koçber û Penaberan der barê hejmara Kurdan di çar mehên destpêkê yên sala 2024an de bersiva Rûdawê wiha da:

Bi giştî 18 hezar û 904 kesan vê dawiyê koçberî kirine û gotine em Kurd in. Ji van 12 hezar û 5 mêr û 5 hezar û 792 jin bûn. Yên di bin 16 saliyê de hejmara wan 5 hezar û 349 kes e.

Bakurê Kurdistanê    9110 daxwaz
Rojavayê Kurdistanê    5791 daxwaz
Başûrê Kurdistanê    2322 daxwaz
Rojhilatê Kurdistanê    511 daxwaz

Di wan 4 heyvan de, bi giştî 92 hezar û 545 kesan daxwaza koçberiyê ji Almanyayê kirine ango 20,43% ji wan; di wan 4 mehan de ji her pênc koçberên Almanyayê yek Kurd e.


Kesên xwedî mafê mayînê dikarin hevjînên xwe bê şert û merc bibin Danîmarkayê

Hikûmeta Danîmarkayê dixwaze rêkarên anîna hevjînan hêsantir bike. Niha tedbîr pir hişk in û wer kirine ku kesek bi zehmetî bikaribe hevjîna xwe bîne Danîmarkayê.

Li gorî projeya ku Wezareta Koçberan û Xweguncandinê ya Danîmarkayê amade kiriye û dê ji meha 7an a îsal ve (ango paş 7 hefteyan) bikeve kar, êdî hewce nake kesê ku hevjîna xwe bîne, bawernameya wî ya asta 3an a hînbûna zimanê Danîmarkî hebe. Di şûna wê de, divê kesê daxwazkar tekez bike ku 5 salan li ser hev kar kiriye û di karê xwe de bi zimanê Danîmarkî axiviye.

Herwisa êdî hewce nake ku 114 hezar kronên Danîmarkî fena garantiya xwedîkirina hevjîna xwe razîne û nîvê wan pereyan (nêzî 8 hezr euro) bes in.

Berê, seba anîna hevjînê ji bo Danîmarkayê şert û mercên qanûnî yên pir hişk hebûn. Anîna malbatê tenê ji bo wan kesan bû ku mafê penaberiyê wergirtine. Ango ger bi corekî din mafê mayîna wî li Danîmarkayê hebe lê nebûbe hemwelatiyê Danîmarkî, nikarîbû jina xwe bîne wir.

Swîsre.. Kesên xwedî destûra rûniştinê ya demkî dikarin cihê rûniştina xwe biguherînin

Hikûmeta Swîsreyê dê ji destpêka meha bê ve hêsankariyên nû ji bo kesên ku mafê rûniştina wan a demkî heye yan hê jî nestandine, pêşkêş bike.

Yek ji wan guhertinan ew e ku koçber hêsantir dikarin cihê jiyana xwe biguherin. Heta vêga guhertina cihên niştecihbûnê di navbera kantonên Swîsreyê de ji bo koçberên ku mafê rûniştina wan a demkî heye yan tune ye pir dijwar bû.

Ji niha û bi şûn de ger kesek li kantoneke din karekî bibîne û îspat bike ku zêdetirî 90 xulekan ji cihê karê wî dûr e û nikare here û were, dikare mala xwe bar bike wê kantonê.

Herwiha hikûmeta Swîsreyê dixwaze êdî seba karê demkî hewce neke ew koçber doza rêdanê ji aliyê hikûmetê ve bikin.

Pêdiviya welatiyên 11 dewletên Ewropayê pê nîne ku daxwaza vîzeya Çînê bikin

Heya dawiya sala 2025an, pêdiviya welatiyên 11 dewletên YEyê pê nîne ku doza vîzeya Çînê bikin.

Li gorî nûtirîn biryara hikûmeta Çînê, welatiyên Holenda, Spanya, Swîsre, Macaristan, Îtalya, Îrlanda, Almanya, Fransa, Belçîka, Avusturya û Luksemburgê dikarin ji bo 15 rojan seba gerê yan serdana nas û xizman an jî ji bo karsaziyê bêyî vîzeyê biçin Çînê.

Ev ew welat in ku têkiliyên wan ên bazirganî yên xurt bi Çînê re hene. Hin welatên din ên Ewropayê ji vê biryara Çînê nîgeran in û dixwazin welatiyên wan jî bikarin bêyî vîze derbasî Çînê bibin. Wek mînak, wezîrê aborî yê Portekîzê got ku wan bi fermî ji Çînê xwestiye ku wî deriyî ji wan re jî veke.


Rojane nêzî 200 welatiyên Brîtanyayê ji firokexaneyên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) tên vegerandin

Li gorî daneyên YEyê, rojane nêzî 200 welatiyên Brîtanyayê ji balafirgehên welatên YEyê têne vegerandin.

Sedem jî ew e ku haya welatiyên Brîtanî baş ji zagonên piştî Brexitê ku YE li ser wan bi cih tîne, nîne. Ji ber vê yekê heke tu nexwazî bibî yek ji wan 200 kesên vegerandî, du tiştan kontrol bike:

Yekem: Divê paseporta te ne ji çaxê ku tu têyî Ewropayê, lê ji roja ku tu dixwazî vegerî, hê jî 6 heyv mabin ku dema wê biqede.

Duyem: Nabe dema ku tu têyî hundirê YEyê, paseporta te ji 10 salan kevntir be.


Karsazên Kurd li bajarê Frankfurtê dicivin

Frankfurt yek ji girîngtirîn navendên aborî yên Yekîtiya Ewropayê ye

Li Almanyayê diyasporayeke mezin a Kurdan heye ku gelek ji wan bûne karsazên serkeftî. Şeva înê 10/11.05.2024an, hejmareke mezin ji karsazên Kurdistanê li Almanyayê li bajarê Frankfurtê ku yek ji girîngtirîn bingehên aborî yên Yekîtiya Ewropayê ye, kom bûn.

Karsaz û herwisa yek ji organîzatorên civînê Rostem Serbaz ji Diyasporayê re ragihand ku 2 milyon Kurd li Almanyayê dijîn û bandora wan li ser aboriya Almanyayê heye û got "Piraniya van bazirganên Kurd ji sifirê dest pê kirine û bûne bazirganên navdar û karsazên jêhatî di warên bazirganiya veguheztin, çêkirina mal û xaniyan û xwarin û vexwarinê de. Pirsgirêk ew e ku wan hetanî niha xwe wekî bazirgan û karsazên Kurd nedaye nasîn, li şûnê wan xwe wekî bazirganên Alman daye nasîn, lewra niha em wek Yekîtiya Bazirganên Kurd dixwazin wan bikin yek."

Rostem Serbaz da zanîn ku ew pêşî dixwazin bazirganên Kurd bên yekkirin û pişt re li Almanyayê piştgiriya hevdû bikin, ji ber ku yekbûna bazirganên Kurd li Almanyayê bandorê li rewşa Kurdistanê dike û dikarin hem li vir hem jî li Kurdistanê alîkariya gelê Kurdistanê bikin.

Rostem diyar kir ku her çend beşek ji van karsazan ne Kurd in, lê piraniya wan Kurd in û ev pêngava yekem e ji bo yekgirtina karsazên Kurd li Ewropayê bi giştî û li Almanyayê bi taybetî.


Li bajarê Hannoverê konferanseke taybet li ser nasnameya Êzidiyan tê lidarxistin

Îro li bajarê Hannoverê konferanseke taybet li ser nasnameya Êzidiyan ji aliyê Civata Akademîsyenên Êzidî ve tê sazkirin. Îbrahîm Kuş lêkolînvan e û herwiha yek ji organîzatorên konferansê û Berpirsê Saziya Civata Akademîsyenên Êzidî ye, der barê konferansê de beşdarî Bernameya Diyasporayê bû û got ku ev konferans şeşemîn konferansa Êzdiyan e ku li bajarê Hannoverê yê Almanyayê tê sazkirin.
Îbrahîm Kuş dibêje "Dema ku Êzidî ji civakeke giştgir û rojhilatî têne civakeke rojavayî, gelek guhertin çêdibin û raman û armanc diguherin, herwiha li ser nasname û olê kêşe çêdibin, xasma di nav çîna ciwanan de. Em wekî Civata Akademîsyenên Êzidî dixwazin bibin platforma bersiva pirsên wan û herwisa kêşeyên di civaka Êzidî de çêbûne çareser bikin."
Kuş got jî "Êzidiyên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê di tevahiya dîrokê de bi qirkirin û komkujiyan re rû bi rû mane lê ji bo mayîna xwe gelek hewldan û cefa kişandine, lê dema ku ciwanên me tên xerîbiyê, ger ji wan re neyê zelalkirin ku ew di çi qonaxên nexweş re derbas bûne da ku bimînin, wê demê li vir bi nemana spî re rû bi rû dimînin û xwe ji bîr dikin. Loma, bi nêrîna min, ev metirsî ji metirsiya ku bi rêya fermanan tê ser civaka Êzidî mezintir e. Lewra, armanca me ew e ku em ji wan re bibêjin û di hişê wan de biçînin ka Êzidî kî ne û çawa heya vêga mane û ji bo ku nasnameya xwe ji bîr nekin."
Komîteya amadekar a Civata Akademîsyenên Êzidî ev heft meh in amadekariya sazkirina vê konferansê dike û gelek kesayet û her wiha nêzî 300 akademîsyen û lêkolîner hatine vexwendin û armanca sereke parastina nasnameya Êzidiyan li cîhanê nexasim li diyasporayê ye.
Li Brîtanyayê Civîna Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê tê sazkirin
Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê saziyeke kartêker a Kurdên Brîtanyayê ye. Biryar e ku sibe yekşemê li bajarê Birminghamê yê Brîtanyayê civînekê li dar bixe û li wir destpêşxeriyeke nû ragihîne.
Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mihemed Celal Berzincî di vî warî de ji Diyasporayê re ragihand, roja yekşema bê 12.05.2024 konferanseke wan a mezin û girîng heye ku bêtir xizmeta diyasporaya Kurdî li Brîtanyayê bikin û dibêje "Di konferansê de, me nûnerê balyozxaneya Îraqê û herwisa nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerê hikûmeta Brîtanyayê û bêtirî 50 kesên bijarte li ser asta Brîtanyayê ku Kurdên serketî ne vexwendine qene em bikarin zêdetir xizmeta revend û diyasporaya Kurdistanî li Brîtanyayê bikin."
Mihemed Celal Berzincî got jî "Vêga diyasporaya Kurdistanî li Brîtanyayê berfireh bûye û nifşên duyem û sêyem çêbûne. Armanca me ew e ku em guh bidin çar beşên Kurdî, di nav wan de perwerde, nasname, ziman û çanda neteweyî ku armanca me ew e ku em wan biparêzin û herwisa çend komeleyên cuda yên pîşeyan di nav ciwanên Kurd de ava bikin, bo nimûne komeleya bijîşkan, endezyaran û bazirganan û hwd. Bi vî awayî em van her çar sektoran biparêzin."
Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê da zanîn ku di 2 mehên borî de amadekariyan dikin û biryar hatiye dayîn ku tenê 50 akademîsyen û bijarte werin vexwendin, hin ji wan mamosteyên Zanîngeha Oxfordê ne. Ji bo her sektorekê 10 heta 15 kes hatine vexwendin û dê pêşî bi vê hejmarê be û em piştrast in ku bi sedan kesên bijarte yên din hene û di siberojê de em dikarin wan jî vexwînin û got "Armanca konferansê ew e ku Kurdên diyasporaya Brîtanyayê di komele û yekîtiyên cihê cihê yên pîşeyî de bicivin û xizmeta nifşên duyem û sêyem ên diyasporaya Kurdî li Brîtanyayê bikin."
Almanya: Kawa Hesenzade di qeyikvaniya çarokdar de bûye navekî navdar
Kawa Hesenzade çîroka serketina lîstikvanekî Kurd li diyasporayê ye
Kawa Hesenzade li bajarê Berlînê mamosteyê qeyikvaniyê (yan seylîngê) ye. Çend caran bûye şampiyon. Çîrokeke wî ya serkeftî heye.
Keywan Hesenzade li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, di temenekî biçûk de fêrî lîstika qeyikvaniya çarokdar bûye û tevlî tîma neteweyî ya Îranê bûye û piştre bo Malezyayê hat şandin û li wir ji hêla rahênerekî Spanyayî ve çêtir hate hînkirin.
Paş ku çê hîn dibe, Kawa beşdarî gelek pêşbaziyên cîhanî dibe û dikare li piraniya wan pileyên pêşin bi dest bixe û li Asyayê, bûye yek ji deh lîstikvanên herî baş ên li parzemînê û herwisa li ser asta Ewropa û cîhanê jî di pileyên pêşin de be.
Kawa Hesenzade ku niha li Almanyayê wek rahênerê qeyikvaniya çarokdar kar dike û lîstikê fêrî zarokên Alman dike, ji Diyasporayê re ragihand ku xewna min ew e ku ez rojekê ezmûna xwe ya serketî bigihînim zarok û ciwanên Kurdistanê û wan fêrî vê lîstikê bikim.
Naveroka raporê:
Navê min Keywan Hesenzade ye. Ez ji bajarê Mehabadê me, şarê pêşewa Qazî Mihemed li Rojhilatê Kurdistanê. Ez lîstikzanê sêylîngê me. Dema ez 12 salî bûm, li bajarê Mehabadê ez ji aliyê rahênerekî biyanî ve ji nav hezaran werzişvan hatim hilbijartin. Piştî çend ceribandinên bedenî û derûnî, min dest bi lîstikê kir û me karî xwe bigihînin tîma neteweyî ya Îranê.
Paşê me cara yekem serdana Malezyayê kir, em 3 heyvan li wir man û di bin çavdêriya rahênerekî Îspanyolî yê bi navê David Miralta de, em hatin perwerdekirin û fêrî vê werzişê bûn.
Gava ez 12 salî bûm, hêviya min ew bû ku ez li balafirê siwar bibim û welatên cîhanê bibînim û ji xwe ev bû sedem ku ez bidim pey vê werzişê, gava ez 12 salî bûm, dûrî malbat, nas û xizm, mal û welêt li welatekî dûr ku ji çanda wî xerîb bûm, ez hînî vê werzişê bûm.
Piştî gelek perwerdehiyê, bi bextewarî, min karî di demeke pir kin de pir baş performans bikim û di sala 2010an de li Dohaya Qeterê di yekem qehremaniya xwe de pileya yekem bi dest bixim.
Piştî wê serketinê, ez ne tenê baştirîn lîstikvanê Îran û navçeyê bûm, di şûna wê de, ez bûm lîstikvanê herî baş li ser asta Asyayê û di Olîmpiyada sala 2010an de li bajarê Guangzhou yê Çînê, min karî bême rêzbenda Top10 û nemaze dema min karî zora lîstikzanên Koreya Başûr bibim ku yên herî baş bûn li Asyayê.
Herwisa şanaziyeke din ji şanaziyên min wekî lîstikzanê sêylîngê li sala 2011an ez li Malezyayê beşdarî şampiyoniya cîhanî ya sêylîngê bûm û min pileya sêyemîn anî û ez pê pir serbilind im.
Herwisa ez di sala 2010an de jî di rikberiyeke Polonyayê de beşdar bûm û ez tena lîstikvanê Asyayê bûm lê min karî bibim yek ji pênc lîstikvanên herî baş ên qehremaniyê.
Klaus Sperber - Rêveberê SVSTê

Em gelekî kêfxweş bûn dema Keywan tevlî koma me bû, ew zarok û ciwanên bi vê lîstikê perwerde dike. Keywan alîkariya me dike ji bo pêşxistina werzişa qeyikvaniya çarokdar û bêguman ew ne bi tenê ye û çend kesên din jî li gel wî ne.


Maria Hoffman – Rahênera Qeyîkvaniya Çarokdar

Keywan havîna borî hate nav tîma me. Nîveka havîna borî me kampa havînî li vir vekir. Li vir em 3 rojan zarokan hîn û rahênan dikin. Keywan jî li vir ligel me zaf çalak e û di rahêneriyê de alîkariya me dike û wekî rahênerekî pispor û xwedî ezmûn piştgiriya me dike.

Ez li yek ji biçûktirîn gundên Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûme, lê niha li yek ji mezintirîn bajarên cîhanê ku Berlîn e rahênerê/rahênera lîstika sêylîngê me û çalakiyên min hene. Ne giring e em li ku ne û çawa dest pê dikin, lê giring e em dev ji hêviyên xwe bernedin û li ser bicihanîna wan rijd bin.

Ez xwe pir bextewar dibînim ku ez wek lîstikvanê sêlîngê hatim nasîn û wek werzişvanekî profesyonel û beşdarî bi dehan pêşbirkên cîhanî bûm û niha gelek ezmûna min heye û li vir jî ez vê ezmûnê digihînim zarokên Alman û hêvîdar im ku rojekê bikaribim vê ezmûnê bigihînim zarokên Kurd li Kurdistanê û wan hîn bikim.

Festîvala Fîlmên Kurdî li Amsterdamê tê lidarxistin

Li Amsterdamê, Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê kir û tê de bi dehan fîlm beşdar in û ji bo bidestxistina xelatê pêşbaziyê dikin. Der barê bername û naveroka festîvala îsal de, Meyla Ehmed ku yek ji organîzatorên festîvalê ye, bû mêvana Diyapsorayê û got ku ew kêfxweş e ku kariye ji Rûdawê re behsa festîvalê bike û dibêje "Ev sêyemîn festîvala fîlman e ku em li Amsterdamê li dar dixin û em her sal beşeke Kurdistanê bi fîlmekê derdixin pêş. Wekî mînak, sala borî bi Jîna Emînî taybet bû bi Rojhilatê Kurdistanê. Festîvala îsal jî taybet bi Rojavayê Kurdistanê çimkî her dem di bin gef û êrîşên Tirkiyê de ye. Ji ber vê yekê, her çendî ku fîlm curbecur in û fîlmên her çar parçeyên Kurdistanê û tewra yên ku li diyasporayê jî hatine çêkirin li xwe digire, lê piraniya fîlmên festîvala me ya îsal fîlmên Rojavayê Kurdistanê ne."

Meyla diyar kir ku wan di festîvala salên borî de fîlmeke tenê wekî vekirin pêşkêşî amadebûyan dikir, lê îsal guhertin kirine û biryar dane ku nola vekirina festîvalê pênc kurtefîlm bên nîşandan û dibêje "Li Kurdistanê guhdan bi fîlman tê kirin lê ya ku li nik me girîng e ew ku em bi rêya wan fîlman xasma kurtefîlmên kurdî ku çîrok û jiyana kurdan vedibêjin, jiyana kurdan nîşanî xelkê cîhanê bidin û kurdan bi wan bidin nasîn."

Meyla Ehmed anî zimên ku îsal tiştekî cuda di festîvalê de heye, dibêje "Bo mînak fîlma 'Hunden Too Fun' heye ku aktraktîv e, ango bîner serbest ku bixwaze kîjan beşa fîlmê hilbijêre û lê binêre, bo nimûne fîlm li ser gundekî Kurdistanê ye û tê de çend çîrokan li xwe digire, wek mînak çend kesan ji wî gundî ji ber çi sedemê dibe bila bibe, koçî diyasporayê kirine û niha li wir dijîn. Bîner dikare bi kêfa xwe bizane jiyan û debara wan kesan berê li wî gundikî çawa bû û niha jî li diyasporayê çawa ye, ku ev ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hatiye çêkirin.

Meyla Ehmed da zanîn ku wan îsal ji hikûmet, sazî û şirketên Holendayê alîkarî ne xwestine, lê belê ji kesên Kurdên li diyasporayê daxwaz kirine û plana wan heye ku bi rêya şirketan festîvalê mezintir û berfirehtir bikin."