Îngilistan.. Kurdek bi tometa beşdarbûna di qaçaxçîtiya mirovan de hat girtin

12 July 2024
Îngilistan.. Kurdek bi tometa beşdarbûna di qaçaxçîtiya mirovan de hat girtin
Îngilistan.. Kurdek bi tometa beşdarbûna di qaçaxçîtiya mirovan de hat girtin

Li bakurê Îngilistanê vê hefteyê ciwanekî Kurd ê 25 salî hat girtin. Ajansa Niştimanî ya Nehiştina Tawanan a Brîtanyayê dibêje kesê ku hatiye girtin welatiyê Îraqê ye.

Têkildarî beşdariya wî di plandanîna guhastina bi qaçaxî ya koçberan de ji seranserê Ewropayê bo Fransayê û ji wir jî bo Brîtanyayê, lêpirsîn pê re tê kirin. Al Meuln lêkolerê ajansê ye û dibêje ku wan berê jî mirovekî Kurd ê 32 salî ku welatiyê Îranê bû û navê wî yê pêşî Amanc bû, girtibû.

Li gorî wî lêkolerî, ew herdu kes beşdarî derbaskirina xelkê bi qeyikan ji Kanala Îngilîz bûne.

Roja înê 12.07.2024, ajansa Brîtanî ragihand ku toreke berfireh a qaçaxçîtiya mirovan ku piraniya wan Albanî ne û Misrî jî di nav wan de hene, eşkere kiriye û girtine. Ev tor salek bû di bin çavdêriya dezgehên îstixbaratî û ewlehiyê yên Brîtanyayê de bû û piştî komkirina belgeyên pêwîst, endamên wê hatin girtin.

Roja înê 12.07.2024an, 4 koçber, piştî ku qeyika wan qul dibe, li Kanala Îngilîzî canê xwe ji dest didin. Lê 63 koçberên din ku rêwiyên heman keştîkê bûn, ji mirinê hatin rizgarkirin û li Fransayê hatin vegerandin.

Tenê rojên duşem û sêşemê yên vê hefteyê, 484 koçber ji Fransayê bi gemîkan derbasî Brîtanyayê bûne. Îsal 11 koçber di wê navberê de xeniqîne ku du ji wan qîzikên 7 salî bûn.

Swêd wergirtina mafê mayînê ji bo endamên malbatê zehmet dike
Gelek Kurdên ku niha li Swêdê dijîn bi saya qanûna yekkirina malbatê gihîştine wir. Ango pêşî yek ji wan (wek mînak, bav an dê) ji malbatê çûye wir û daxwaza mafê penaberiyê kiriye. Paşê jî daxwaza anîna endamên malbata xwe kiriye.
Her çend di van salên dawî de dijwartir bû jî, lê Swêd yek ji wan welatên Ewropayî bû ku ji bo anîna malbatan hêsankarî kiriye. Xuya ye ku ev yek dê ji niha û bi şûn de biguhere.
Wezîra Koçberan a Swêdê ragihandiye ku hikûmeta wê dixwaze lêkolîn bike ka yasayên taybet ên anîna malbatê çawa dikarin bên tundkirin. Wek Maria Malmer Stenergaard behs dike, hatina gelek koçberan û xweneguncandina wan pirsgirêk ji Swêdê re çêkirine.
Tundkirina yasayên anîna malbatê dibe pêngaveke baş ji bo ku rewş bê guhertin. Loma hikûmetê plan daniye ku heya 25ê tebaxa 2024an planeke zelal ji bo vê yekê deyne û cîbicî bike.
Holenda: Kesên ku demekê di girtîgehê de dimînin, mafê mayînê bi wan nayê dayîn
Li Holendayê hikûmeta nû ya rastgir dest bi cîbicîkirina planên xwe yên koçberiyê kir. Vê hefteyê, encûmena pîrên wî welatî yasayeke têkildarî koçberên ku sûc kirine, sererast kir.
Li gorî sererastkirina nû, her kesê bi sedema sûcê here zindanê mafê wî yê mayîna herdemî li Holendayê namîne.
Li gorî qanûnên Holendî û Ewropayî, her kesê ku mafê wî yê mayînê yê demkî heta demeke destnîşankirî hebe, divê piştî vê bi rengekî otomatîk veguhere mafê mayîna herdemî. Ji niha û bi şûn de ev qanûn kesên sûcdar li xwe nagire. Tewra ger ew kes li Holendayê jî ji dayik bûbe û hîn jî nebûbe xwedî welatîname, dibe ku bi rêya vê sererastkirina nû mafê wî yê mayînê bibe demkî û kengî sûcekî nû kir ji Holendayê bê qewitandin.
Li salên borî, partiyên rastgir bi berdewamî pergala welatê xwe rexne dikir. Digotin koçber di girtîgehê de wek mêvanên otêla pênc stêrk tên muamelekirin û dema ji girtîgehê derdikevin jî hemû mafên wan parastî ne.
Bi vê sererastkirinê, derî li ber dersînorkirin û standina mafan ji kesên sûcdar tê vekirin.
Almanya di nav welatên Ewropayê de bûye mînaka bilind a xweguncandina koçberan

Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî ya Ewropayî OECDê lêkolîneke nû di nav 38 welatên ewropî yên endam û ne endamên Yekîtiya Ewropayê de pêk anî. Di vê lêkolîna ku van rojan hat weşandin de, derdikeve holê ku Almanya nimûneya herî baş a xweguncandina koçberan e.

Di raporê de hatiye behskirin ku dido li ser sisêyê koçberên li Almanyayê di nava pênc salan de baş fêrî zimanê Almanî dibin û piraniya wan ketine bazara kar. Li gorî wê raporê ji sedî 70ê koçberan li Almanyayê xwedî kar in.
Rewşa jiyana koçberan jî li gorî jiyana şêniyên din ên Almanyayê ne pir cihê ye û li gorî standardên cîhanî di asteke bilind de ye.

Rîm Elabalî-Radovan ku bi eslê xwe Îraqî ye û wezîra koçberan a Almanyayê ye, di raporê de bi serbilindî dibêje ku Almanya hertim welatê koçberan bû û vê yekê Almanya xurt kiriye.

Amrîka.. Kurdek piştî çar salan ji windabûnê hat dîtin

Hêriş Nadir xortekî Kurd ê rûniştvanê Amerîkayê ye. Beriya 4 salan, Hêriş winda dibe û ti şopekê li dûv xwe nahêle. Paşê bi keda bira û jinbiraya xwe tête dîtin lê vê carê nivîşkan e.

Bîne pêş çavê xwe rojekê ji rojan ezîzekî te biçe seferê û biryar be ku zû vegere. Lê sal derbas bibin û tewra tu xebereke tenê jî li ser wî nebihîzî. Gelo ew sal wê çiqas dijwar derbas bibin û dê çiqas hêsir di wan de bên rijandin!

A ji vê dijwartir jî ew e ku hem ezîzê te yê winda li nêv tenêtiya diyasporayê winda bûbe û tu bi xwe jî li Swêdê bî û bayê qerisî yê zivistanan û nefesên herî sar ên bendewariyeke dûrdirêj çizîniyê ji kezeba te bînin.

Ev çîroka Şiwan Kerkûkî ye ku piştî van hemî salan ji Swêdê çû Amerîkayê û birayê xwe li wir dît.

Şiwan Kerkûkiyê birayê Hêriş ku bi rêya Skypeyê bû mêvanê Diyasporayê, diyar kir ku vêga tenduristiya Hêrişî baş e û bi hûrbînî qala bûyera ku hatiye serê birayê wî Hêriş kir û biland “Êvarekê Hêriş li ser kolanekê bû û diçû karekî. Ji nişka ve otomobîlek xwe lê dixe û paşê otomobîl vedigere û careke din paşpaşkî li Hêriş dikeve û wî tenê dihêle û diçe. Êdî Hêriş saet û nîvekê li ser kolanê dimîne û paşê bi xwe vet ê û li wir dêrek heye û ew wî li xwe digirin û loma xwîn ji serê wî tê û di mejiyê wî de dicive û bi kirîza mejî dikeve. Di encamê de jî, dest û ziman û lingekî wî pûç dibin û tiştek li bîra wî namîne.”

Şiwan Kerkûkî dibêje, piştî dîtina Hêriş me ew bire Swêdê bal xwe lê ji ber ku Hêriş ne welatiyê Swêdê ye nikare çareseriyan belaş bistîne, em tenê bi rêya bijîjk û dostên xwe çareseriyê jê re werdigirin.”

Şiwan Kerkûkî dibêje jî “Piştî 4 salan ji veqetîn û nebûna ti nûçeyan, em çûn Amerîkayê û me lê pirsî û me roja beriya Cejna Qurbanê Hêriş dît.”

Şiwan da zanîn ku her çend niha rewşa tenduristiyê ya Hêriş baştir e, lê hewcedariya wî bi wergirtina çareseriyê heye û heya vêga jî zimanê wî zaf giran e û em baş jê fêm nakin.

Naveroka newzfîçera Diyar Kurde li ser Hêriş Nadir
Ev dîmeneke lap dilxweşker e bo malbata Hêriş Nadirê ku 4 salan li Amerîkayê winda bûbû. Paşê bi hewldaneke bênavber a birayê wî Şiwan û dotmama wî Tarayê hat dîtin.

Hêrişê ku kurdekî xwedî welatînameya Amerîkayê ye, sala 2020 gava bi mebesta birina hevjîna xwe ku nû li xwe mehr kiribû, vedigere eyaleta Utah li Amerîkayê, lê piştî 6 mehan ji vegera wî ya Amerîkayê qezayeke nexwestî rêçika jiyana wî diguhere û wî ji hemû nas û xizmên wî vediqetîne.

Şiwan Nadir – Birayê Hêriş Nadir:

“Piştî ku Hêriş vegeriya Amerîkayê qene hevjîna xwe jî bikişîne wir, têkiliya me nema û têkilî qut bûn. Paşê em pê hesiyan ku Hêriş tûşî bûyera otomobîlê bûye û otomobîlê du caran lê daye, carekê ji pêşî ve lêdaye û dûvre otomobîl vegeriyaye û careke din paşpaşkî lêdaye, êdî Hêriş 10 rojan li nexweşxaneyê dimîne. Piştî ku ji nexweşxaneyê derketiye, birîndar maye û li wir dêrek wî li xwe digire, li nik wan bû, niha aliyê wî yê çepê kar nake û herwisa nikare biaxive jî.”

Dîtina Hêriş ne gengaz bû. Loma birayê wî û hevjîna xwe ku di eynî demê de dotmama Hêriş e seba lêgerîn û dîtina Hêriş ji welatê Swêdê berî bidin Amerîkayê, eyaleta Utah li bajartê Salt Lake. Ji bo vê yekê jî wêneyên Hêriş li ser dar û dîwarên vî bajarî daleqandin û hezar dolar jî kirin diyarî ji çi kesê ku Hêriş bibîne re.
   
Tara – Dotmam û Jinbiraya Hêriş:
“Em hatin bajarê Salt Lake qene li Hêrişê ku berî 4 salan winda bûbû, bigerin. Kesî ji me nizanîbû ew sax e yan na. Piştî lêgerîneke zêde li hemî baxçeyan û li her derê em qîriyan û geriyan û rastî bi hezaran kes hatin. Pêşî me dest bi lêgerînê li nêv kesên ku li ser cadeyan veketine kir. Mixabin, Amerîka li ber çavê min reş bû çimkî gelek kes li ser kolanan vedikevin û radizên. Erê, dewlet cih û xwarinê dide wan lê tev dermanan dixwin û li ser kolanan dimînin û bêkar in. Lêgerînê hêla ku em ji her cure mirovan bipirsin. Li dawiyê, me wêneyê Hêriş mezin kir û bi dar û dîwarên vî bajarî ve daleqand. Herwisa me oferek danî ku her kesê Hêriş bibîne em ê hezar dolarî bidinê.”           
Bi gotina malbata Hêriş, windabûna Hêriş vedigere qezayeke trafîkê ku bandoreke tevahî li ser laş û hizira Hêriş pêk aniye bi awayekî xwe ji bîr kiriye û li Amerîkayê bê mal maye. Loma jî destek û lingekî wî pûç bûne û hevjîna wî jî di wê demê de dev ji wî berdaye, çimkî Hêriş lap winda bûbû, piştî pênc rojan lêgerîna bajaê li Salt Lake, dawiya dawî nûçeya xweş giha û Hêriş hate dîtin.    
Tara – Dotmam û Jinbiraya Hêriş:
“Min lêgerîn domand. Ji bo min neçaverêkirî bû. Min digot dibe ku derman xwaribe û li ser kolanê mabe, hînî vexwarina tilyakê bûbe û ez wî li cihekî wisa bibînim. Lê min ev yek çaverê nedikir. Ez yekem kes bûm ku min Hêriş dît. Bi duçerxeya xwe ber bi me ve hat û me nihêrt ku ne Hêrişê berê ye. Ez qîriyam Hêriş, Hêriş lê belê Hêriş ez nas nekirim û ew jî mat ma. Rabû me dest bi girî kir. Ez zaf giriyam dema min dît ku ne destekî Hêriş kar dike, ne lingekî wî kar dike û destekî wî û devê wî jî bê sekin dilerize.”  
Di encama wan qeza û bûyeran de, ti belgeyeke Hêriş nema lê dawiya dawîn birayê wî karî bi alîkariya hin kurdên Amerîkayê nasname û paseporta Amerîkî jê re çêbike û ew bi xwe re bire Swêdê. 
Xanimeke Kurd a dîzayner benîştê kurdî kiriye madeya dîzaynên xwe  
Benîştê kurdî di nav kurdên diyasporayê de xwedî gelek alîgir û dijberan e. Dema gelek kes vedigerin Kurdistanê, yek ji tiştên ku bi xwe re tînin ew qajik bi xwe ye. Hesteke nostaljîk tê de heye û dibêjin ji bo tenduristiyê jî çê ye.
Qet nebe ji benîştên ku li vê derê hene û şekir di wan de heye çêtir e. Hin dikenin û dibêjin benîştê ku tu nikaribî peqlîşkan pê çêbikî, ne benîşt e. Dibêjin berê Sedam jî henekeke nijadperest bi xwerêveberiya kurdî kiriye û gotiye “Min benîştê kurdî bihîstiye, lê min tiştek bi navê hikûmeta kurdî nebihîstiye.” Tevî van hemûyan jî benîştê kurdî beşek ji samanê çandî û aborî yê Kurdistanê ye. Ji xwe ev yek bûye sedem ku Xende Kerîm karekî zaf taybet pê bike.

Şehrezayên dîzaynê ji çar hêlên cîhanê têne Amsterdamê û yek ji karên ku li wê derê dibînin benîştê kurdî yê wê xanima Kurd a dîzyaner e.

Xende li studyoyê bû mêvana Diasporayê û biland “Min Rid Fell akademî bo dîzaynê li Amsterdamê kuta kir û min hewl da kevalên xwe ji yên şêwekaran cihêtir çêbikim” dibêje jî “Min girîng dît ku ez benîştê Kurdî di dîzaynên xwe de bi kar bînim û bi vî rengî bala temaşevanan bikişînim.”
Xende Kerîm ku xelka bajarokê Mexmûrê yê ser bi Hewlêra paytext e û hîn jî bi zimanekî kurdî yê xwerû dipeyive, di demekê de ku emrê wê tenê 6 sal bû gava bi malbata xwe re gihîşte Holendayê û dibêje “Çiyayên Kurdistanê kurd kirine yek û ew bi hev ve girêdane. Ev yek pir eşkere di tabloyên min de tê dîtin.” 

Xende dibêje jî "Xelk ji min dipirsin çima ez benîştê kurdî bi kar tînim. Ez dibêjim ji ber ku benîştê kurdî ruhê mirov li xwe girtiye û xwe pir baş nîşan dide, ji ber vê yekê Holendî matmayî man ku min benîştê kurdî ji bo tabloyên xwe bi kar anî."

Vîdyoya newzfîçerê li media central:

Xwendekareke kurd yek ji nimreyên herî bilind li ser asta Almanyayê bi dest xist

Li Rojhilatê Kurdistanê xwendekarê ku nimreya wî bigihe 20an ango nimreya herî bilind aniye. Li beşên din, 10 û 100 hejmarên herî bilind in. Li Almanyayê berovajî vê yekê ye.

Di qonaxa amadeyî de, her kesê yek an kêmtir anîbe, yê herî jîr e. Ew jî kêmpeyda ne û li ser asta welêt rêz li wan tê girtin.

Lîlav Hisên keçeke Kurd a jîr e û kariye bigihe wê astê.

Lîlav ji dayik û bavekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, lê li Almanyayê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Li studyoyê mêvana Diyasporayê bû û got “Min karîbû nimreya 0.8 di qonaxa amadeyî de bi dest bixim ku yek ji puanên herî bilind e li Almanyayê. Loma jî ez li koleja bijîjkî hatim pejirandin.” 

Lîlav Hisên da zanîn ku wê ev nimreya bilind bi alîkariya dê û bavê xwe bi dest xistiye.

Lîlav ku bi kurmanciyeke rewan diaxivî û hîn temenê wê tenê 18 sal e, behsa çawaniya xwendina xwe kir û got “Min pir baş xwend û min hemû wextê xwe terxanî xwendinê kir û min her derketineke derve û tevlîbûnek da alî û tevahiya bal û bîr û hişê min li ser xwendina min bû. Ez zaf westiyam lê dema min nimreyên xwe wergirtin, ez pir kêfxweş bûm û min hemî westîna xwe ji bîr kir.”

Lîlav Hisên got jî “Ez dixwazim bibim doktor û alîkariya nexweşan bikim, lê ez dixwazim li zanîngeheke nêzî malbata xwe bixwînim.”
Lîlav Hisên sedema kurdiya xwe ya baş vegerande wê yekê ku ew herdem li malê bi kurdî diaxivin û dibêje “Em kurd in, çawa dibe ku em zimanê xwe nizanibin.”

Hêvî jî xwest ku hemî kurdên diyasporayê nimreyên baş bi dest bixin û serê xwe û serê malbatên xwe û hemî kurdan bilind bikin.

Vîdyoya newzfîçera Lîlav li media central:

Gava meriv diçe mala Melek Muxtara şêwekar li Danîmarkayê, hest dike hatiye bihuşteke hunerî. Ev hunermenda Efrînî bi xêzkirina tabloyên xwe re stranên dilrevîn dibêje. Hevjîn û kurê wê jî bi muzîkê hevaltiya wê dikin.

Naveroka newzfîçera Melek Muxtar:

Dengê xwezayî..

Ez Melek Muxtar im, xelka Efrînê me. Ev 10 sal in ku ez li Danîmarkayê dijîm. Min gelek pêşangeh vekirine. Min pêşangeha xwe ya yekem li Danîmarkayê vekir. Pêşangeha min a duyem li Almanyayê bû. Min li gelek bajaran wek Stuttgart, Hamburg û Bonnê vekir, piştre jî li Muzexaneya Strasbourgê ya Fransayê vekir. Paşê ez çûm bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê û min li wir pêşangehek vekir. Ez xwe di vê yekê de dibînim.

Pir caran ji min dipirsin, çima rengê gewr li ser tabloyên te serdest e? Ez ji wan re dibêjim ku ev rengvedana jiyana ku ez tê de dijîm e. Ez li Danîmarkayê dijîm. Rengên min li vir gewr in. Her tişt cemidî ye û tewra ez darên vir jî reş dibînim. Lewra bandora seqaya vir rengvedaneke mezin li ser rengên tabloyên min dihêle. Loma ez rengên gewr û reş di piraniya tabloyên xwe de bi kar tînim û îfadeyên xwe bi wan derdibirim. Ez xwe di dibistana Gida de dibînim ji ber ku bi baweriya min nêzî giyanê min e, nêzî muzîk û notên min e.

Ev demeke min dest bi karekî nû kiriye. Bi erebî jê re dibêjin (Kaînat Melek Muxtar = Bûnewerên Melek Muxtarê), ez wan mîna bûnewerên xwe dibînim. Loma ez wan li ser kevalên xwe dineqişînim ku projeyeke min e û ez li ser kar dikim.

Gelek kes ji min dipirsin û dibêjin qala tabloyên xwe bike û ji me re zelal bike. Ez jî bersiva wan didim û dibêjim, carinan tablokar li pêşber tabloya xwe rûdine û nizane çi lê bike, lê paşê reng, rîşe û hêlên wî wî dibin cîhaneke dîtir loma gava em bi wan reng, rîşe û hêlan diçin dinyayeke dî, em dibînin ku tiştekî bêmînak jê çêdibe û kaînatên (bûnewerên) min jê peyda dibin ango min bi xwe navê wan kiriye (kaînat).

Ez av û zeytê bi kar tînim û hevtêkiliyê di navbera wan de çêdikim lê ez bêtir ji bikaranîna zeytê hez dikim.

Welîd Hemoto – Hevjînê Melek Muxtar:
"Ev 25 sal in ez û Melekê bi hev re dijîn û destên me di nav destên hev de ne û ez palpiştiya wê dikim û ew jî di karê muzîkê de palpiştiya min dike, çalakiyên min li vir hene. Ez piştgirî û alîkariya Melekê di vekirina pêşangehên wê de dikim. Em bi hev re serbilind in. Zarokekî me bi navê Elî Şêr heye. Me ew jî hînî muzîkê kiriye û bi rengekî akademîk vêga muzîkvan e û giyanê wî nêzî giyanê me ye. Em tev giyanek in di malekê de. Ez bêtir karê muzîkê dikim xasma amûrên bi pifkirinê dixebitin wek baleban û dûdûkê. Lawê min Elî jî li sazê dixe û hevjîna min Melekê jî stranan dibêje. Em dema xwe wer derbas dikin. Carinan Melekê jî amûrên nola defê dijene."
Elî Şêr Hemoto - Kurê Melek Muxtar:
"Ji dema ku ez hatime dinyayê, ez di nav muzîkê de mezin bûme. Dê û bavê min ez pir han dam û hîn kirim. Bavê min bi rengê madî û manewî û herwisa wek mamosteyekî ji bo hînbûna muzîkê bi awayê akademîk li pişt min bû. Herwiha dêya min jî bi heman rengî, loma bandoreke wan a zaf mezin li ser min hebû. Dema ku em bi hev re tên malê, em her tiştî didin aliyekî û stranan dixwînin û li amûrên muzîkê dixin û atmosfereke xweş çêdikin."