Çavê Rûdaw | Çîroka Keça Pêşmergeyekî Mele Mistefa Li Ozbekîstanê

07 June 2024
Çavê Rûdaw | Çîroka Keça Pêşmergeyekî Mele  Mistefa Li Ozbekîstanê
Ezîme Emrova: Dayîka min piştî bavê min nezewiciye
Ezîme Emrova keça Pêşmergeyekî Kurdistanê ye û li Ozbekîstanê dijî, çîroka bavê xwe vedibêje ku piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê ligel Mele Mistefa Barzanî çûye Yekîtiya Sovyetê.
Mele Mistefa Barzanî, ligel 500 Pêşmergeyan çemê Arasê derbas kirin û ber bi Yekîtiya Sovyetê çûn. Destpêkê li Azerbaycanê hatin bicîhkirin. Lê di sala 1952an de bo Komara Ozbekîstanê tên veguhestin. Li wê derê li navçeya Vrevskiy bicîh dibin û xaniyan bo xwe çêdikin.
Hinek Pêşmerge li wê derê jiyana hevjîniyê pêk tînin û dibin xwedî mal û zarok.
Temenê Ezîme Emrova wê demê biçûk bû, piştî hilweşîna hukmê paşayî li Iraqê û hatina ser hukim a Ebdulkerîm Qasim, ji ber rêkeftinekê Pêşmerge tên vegerandin. Ezîme û dayîka xwe li Ozbekîstanê dimînin.
Ezîme dibêje: “Dayîka min hewqasî hez ji bavên min dikir, piştî bavê min qet li zewacê nefikirî.”
Dema Ezîme mezin dibe, bi pey bavê xwe de digere, di sala 1972an de tê Herêma Kurdistanê û bi bavê xwe şad dibe. Herwiha sala 2005an careke din tê Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî mazûvaniya wê dike. Ezîme dibêje: “Serok Barzanî ji min re got, hun xizmên me yên herî nêzîk in.”
Ezîme niha jî di vî xaniyî de dijî ku bavê wê sala 1952an li Ozbekîstanê çêkiriye.

Sazvîn: Em dixwazin ligel birayê xwe bibin dû hunermendên diyar ên Kurdistanê
Dû zarokên delal û deng xweş li gundekî dilrevên û xwezayeke nûwaze ya Kurdistanê bi dengekî gelekî xweş stranan dibêjin û bavê wan jî ji wan re li sazê dixe. Navê wan herdû zarokan Lawîn û Sazvîn e û niştecihê gundê Dirîn Şêx in li Berwariya Bala.
Ednan bavê van zarokên delal e. Xewna wî ew bû bibe hunermend, lê ji ber rewşa dijwar a jiyanê xewna wî nehatiye dîtin, niha dixwaze xewna xwe di zarokên xwe de vejîne û tişta wî nikarî bike zarokên wî bikin.
Sazvîn Ednan dibêje: “Em dixwazin bibin dû hunermendên xuya û navdar û stranên xwe bibêjin.”

Hacî Silêman: Min wêneyên gelek kesan girtine ku niha najîn
Li qezaya Xurmal a Hewremana Text, wênegirek bi navê Silêman Hacî Rehîm heye û wênegirê herî qedîm ê vê deverê ye.
Hacî Silêman di sala 1957an de ji dayîk bûye û di temenê 19 salî de kamereya fotograferî bi 35 dînarên çapa Swîsrî kiriye. Ji wê demê ve û heta niha li ser karê xwe berdewam e û wêneyên gelek kesan girtine.
Hacî Silêman dibêje: “Min li Hewraman û gundên wê wêneyên gelek kesan girtine ku piraniya wan niha najîn.”
Niha jî dikana fotograferî ya Hacî Silêman heye û rojane wêneyê xelkê digre.

Întîsar Tariq: Di temenê 43 salî de derfet çêbû bistirînim
Întîsar Tariq di sala 1981an de li Mûsilê ji dayîk bûye, ji zaroktî ve hez ji stran û mûzikê kiriye. Rojane diraje piyanoya xwe û ber bi stûdyoyê ve diçe daku stranên xwe tomar bike.
Întîsar Tariq, Peymangeha Hunerên Ciwan a Mûsilê qedandiye û taybetmendiya wê piyano ye.
Niha sê zarokên Întîsar hene, zêdetir stranên folklorî yên Mûsilê dibêje, ji ber li Mûsilê mezin bûye, lewra kêfa wê ji folklora vî bajarî re tê.
Fazil el-Bedrî, mûzîkjen û stranbêjekî Mûsilê ye, stûdyoyek daniye û rojane hevkariya Întîsar dike daku stranên wê tomar bike.
Fazil el-Bedrî dibêje: “Her tim li dû wan kesan digerim ku hez jê bikin, bi taybetî regeza mê li bajarê Mûsilê, ev bajar di rewşeke dijwar re derbas bûye, divê em rewşenbîriyê vegerînin vî bajarî wek berê çawa bû. Wek hun dizanin li bajarê Mûsilê derfeta hunerî ya regeza mê gelekî kêm e. Ez her tim li dû wan keçan digerim ku kêfa wan ji mûzîkê re bê.”
Întîsar hefteyê çar rojan li ba mamostayê xwe rahênanê dike, gelek caran bi hev re li nav xaniyên dîrokî yên herifî yên Mûsilê piyaseyekê dikin û stranan dibêjin.
Întîsar Tariq dibêje: “Huner tiştekî gelekî bedew e, ez piştgiriya her jinekê dikim ku xwe pêş bixe û di warê hunerî de xwe biwestîne.”
Întîsar piştî karên nav malê berdewam li ser piyano û stranan proveyê dike, daku di demeke kurt de beşdarî şahiyan bibe û stranan bibêje.