Çavê Rûdaw - Xwaringeheke Jinên Kurd li Bakûrê Îranê

28 June 2024
Çavê Rûdaw - Xwaringeheke Jinên Kurd li Bakûrê Îranê
Xwaringeheke Jinên Kurd li Bakûrê Îranê 
Çemxale bajarekî kurdnişîn e li Bakûrê Îranê. Hejmara niştecihên wê 10 hezar kes in, Niştecihên wê bi zaraveyên Lekî û Kurmancî ya serê diaxivin.
Zeyneb Elî, jineke Kurd ya wî bajarî ye ku malbata wê ji navçeyên kurdî hatiye veguhestin ji bo vê navçeyê. 
Zeyneb ji bo debara jiyanê xwaringehek vekiriye ku tenê jin têde kar dikin. Xwaringeha Zeynebê bi navê Gula Sor e.
Zeyneb yekem jin e ku li gel 2 keçên meta xwe ev xwaringeh vekirine.
Malbata Zeyneb ajeldar e, goştê xwaringehê ji ajelên xwe peyda dikin her wiha coreyên cuda yên xwarinê çê dikin. Ji ber ku gelek geştiyar berê xwe didin Bakûrê Îranê, ev wiha kiriye ku xwaringeha Zeyneb hertim qerebalex be.
Kurdên Çemxale, bi çandinî, ajeldarî, girtina masiyan û geştyariyê ve mijûl in. Zeyneb dema 8 salan e ku  ev xwaringeh vekiriye. Beşê herî zêde yên ku serdana wê dikin kurdên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne. Her wiha xelkekî zêde ji niştecihên bajêr  li cem Zeynebê nan dixon.
Navê Gula Sor jî ji bo piraniya geştiyarên Çemxale naskirî ye, ji ber wê yekê jî her kesê ku riya wî bi wî bajarî dikeve, bê guman nanekî li wir Dixwe.

Tewêle, gunda cuda û balkêş ya Hewraman
Tewêle, gunda ye li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dikeve û ser bi parêzgeha Helebce ve ye, navenda qezayê dikeve navbera dû çiyayan de û li quntara wan çiyayan xanî hatine avakirin. 
Gunda Tewêle bi awayekî ye ku serbanê malekê hewşa mala ser xwe ye. Xanî jî herî zêde bi kevirên çiya û darên Bîmek hatine avakirin, ew jî ji bo ku xwe li ber erdhej û dirzan bigre. 
Di van demên dawiyê de beşekî zêde ji xanyan bi blokan têne avakirin. Niha tenê 26 xaniyên kevin mane ku dîroka wan ji bo sala 1950an ve vedgere. 
Feyrûz Mihemed, nişteciha Tewêle ye dibêje ku pêgeha Ceografî ya Tewêle cihekî zehemt e ji bo karkirinê. Pêwîstiya xwe bi xweragirî û zanebûnê ve heye ev jî ji ber ku xwezayeke xwe ya çiyayî heye, xelkê wê bi ax û kevirên xwe xaniyên xwe ava dikin. 

Qehwexaneya Gerbîs li Qamişlo 
Yek ji qehwexaneya navdar yên bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê ye. Ev qehwexane sala 1935an ji aliyê kesekî Ermenî ve bi navê Baron Gerbîs Mîrabiyan hatiye vekirin. 
Di dema xwe de beg û axa û berpirsên payebilind û serkirdeyên siyasî ji bo civînên xwe serdana qehwexaneyê dikirin. Di dema damezirandina Yektiya Niştmanî ya Kurdistanê, Mam Celal jî li Qehwexaneyê li gel beşek ji serkirdeyan civiya. Her wiha Seddam Hisên jî serdana wê qehwexaneyê kiriye û civîn li wir encam dane.
Heta niha ew kafê ango Qehwexane li Qamişlo maye, lê weke berê nîne û ne tenê ji bo berpirs û kesên payebilind e lê xelkê din jî bo vexwarina çayê û  lîstokên weke dama, tawîlê û qaxezan serdan dikin.
 

Semerqend, Bajarê Herî Giring Yê Ozbekistanê Ye
Semerqend, yek ji bajarên herî giring yên Ozbekistanê ye. Siyem mezintirîn bajar e û bi navendeke geştiyarî ya giring tê naskirin. Registan navenda herî binavûdeng ya geştiyariyê li Semerqend e, her kesek biçe wî bajarî divê serdana Registan bike.
Registan ji aliyê Teymûr  Leng ve hatiye dirustkirin ku li Ozbekistan jêre dibêjin Mîr Teymûr. Her wiha termî Teymûr Leng jî di nava Registan ve hatiye veşartin û li derve jî peykerekî wî danîne.