Çîroka qehremaneke bilindkirina giraniyê di Çavê Rûdawê de

13 September 2024
Çîroka qehremaneke bilindkirina giraniyê di Çavê Rûdawê de

Şerare Ehmedînejad, qehremana bilindkirina giraniyê li Îranê

Ev keçeke Kurd a ji bajarê Nexedeyê ye, yek ji keçên werzişvan ên bilindkirina giraniyê yên herî naskirî yên Îranê ye.

Şerare Ehmedînejad keçeke Kurd a xelka bajarê Nexedeyê ye û di sala 2006an de li rojhilatê Kurdistanê li malbateke werzişî hatiye dinê. Niha Şerareyê 18 salî ye û yek ji keçên werzişvan ên bilindkirina giraniyê yên herî naskirî li tevahiya Îranê ye.

Bavê Şerare Taha Ehmedînejad û metika wê Şîrîn Ehmedînejad, her roj Şerareyê rahênan dikin. Şerareyê di 15 saliya xwe de dest bi rahênanê kiriye û di 16 saliya xwe de bi saya pileyên xwe yên bilind di qehremaniyan de li seranserê Îranê hat naskirin "Ez di ehremaniya xwe ya ewil de, bi kesên ji xwe mezintir re beşdarî pêşbirkê bûm û min ristika bronz wergirt. Tenê ev bronza min heye, yên piştî wê hemû zêr in."

Şerare niha xwendekara zanîngehê ye û beşa perwerdeya werzişî dixwîne "Ez xwendekara zanîngehê me û rahênana werzişî jî dikim. Ger tu xwedî armanc bî, tu dikarî karên baş bikî û bixwînî jî."

Bavê Şerare Taha Ehmedînejad dibêje "Ez dixwazim Şarareyê di şampiyoniyên cîhanî de bibînim."

Şerareyê niha li holên laşciwaniyê bi alîkariya metika xwe Şîrînê rahênanê dike, xwe amade dike da ku di qehremaniya bê de beşdar bibe û pileya yekem bi dest bixe.

Pêşrew Rad, sermayedarê Kurd li Fransayê

Pêşrew Rad xortekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê ye, di sala 1997an de welatê xwe terikandiye û tevî malbata xwe koçî Fransayê kiriye.

Weke hemû koçberên din, pêşiya dema ew nû gihîştin Fransayê, ji ber nezanîna ziman û cudahiyên çandî jiyana wan zehmet bû. Lê piştî 6 mehan dê û bavê wî dest bi xwendinê dikin û bawernameya xwe distînin.

Pêşrew li biznisê difikire loma xwaringehekê vedike û dest bi kar dike. Pêşrew niha xwediyê rêzeke xwaringehan e û yek ji dewlemendtirîn Kurdên Fransayê ye. Zêdeyî 100 kesî li ba Pêşrew kar dikin û ew plan dike ku projeya xwe berfirehtir jî bike.


Radyoya Yerîvanê, Dengê Kurdên Yekîtiya Sovyetê

Dema ku axaftin tê ser deng û rengên Kurdî di sedsala borî de, Radyoya Dengê Yerîvanê wek dengekî Kurdî yê navdar derdikeve pêş.

Radyoya Yerîvanê di sala 1930î de dest bi weşana bernameyên Kurdî kir, lê di sala 1937an de, di encama zext û zordariyên desthilata Stalîn de hat girtin. Piştî Stalîn, di sala 1955an de, di serdema Krûşçev de careke din hat vekirin û heta niha jî didome.

Radyoya Yerîvanê, heftane sê caran û her carê 15 xulekan weşana xwe bi zimanê Kurdî dikir. Di vê radyoyê de, bi sedan stranên Kurdî hatine tomarkirin û arşîvkirin. Vêga sê karmendên wê hene û maweya wê jî heta 30 deqîqeyan hatiye dirêjkirin. Rêveberê Radyoya Yerîvanê Tîtalê Kerem behsa rewşa radyoyê ya niha dike.