Çîroka hunermenda Rojhilatê Kurdistanê Tirîfe Emîrî di Çavê Rûdawê de

06 September 2024
Çîroka hunermenda Rojhilatê Kurdistanê Tirîfe Emîrî di Çavê Rûdawê de
Çîroka hunermenda Rojhilatê Kurdistanê Tirîfe Emîrî di Çavê Rûdawê de
Bi dengê xwe yê xweş û nazik guhdarên xwe dibe cîhaneke din. Tirîfe Emîrî sala 1989an li malbateke hunerî ya bajarê Mehabadê hat dinyayê. Ji zarokatiya xwe ve li malê stran digotin. Ev demek e bi xwendina stranên hunermendên din hatiye meydana karê hunerî.

Tirîfeyê dibistana xwe li bajarê Mehabadê qedandiye û bawernameya beşa IT li Koleja Tewrêzê wergirtiye. Piştre li Sablaxê dest bi kar kiriye û bi karê xwe re hunera xwe jî domandiye.

Ji bilî dengê wê yê xweş, Tirîfe Emîrî amûra ûdê jî dijene. Dema xwendekar bû, di nav hevalên xwe de û ji bo mamosteyan jî stran digotin.

Vê keça hunermend a Rojhilatê Kurdistanê, tu beşeke akademîk a hunerê nexwendiye, lê bi awayekî zikmakî bi bav, bira û metikên xwe re dest bi stranbêjiyê kiriye.

Piraniya hunermendên Kurd gava cara yekem dest bi strangotinê kirine, bi xwendina heyranok û besteyên Kurdî dest pê kirine. Ji bilî ku dengekî wê yê xweş ji bo stranbêjiyê heye, Tirîfe heyranok û besteyan jî bi awayekî taybet dixwîne.

Tirîfe Emîrî yekem karê xwe yê hunerî ligel Elî Sixawetî bi duet weşandiye û bi piraniya komên muzîkê re stran gotine.

Niha hunermendeke Kurd a navdar e ku li Rojhilatê Kurdistan, Îran û tewra Başûrê Kurdistanê jî beşdarî piraniya festîval û muzîka gelan bûye. Herwiha çend klîb jî derxistine.

Emîrî dixwaze bi dengê xwe arşîva stran û muzîka Kurdî dewlemendtir bike.



Mala Muzîkê ya Zehawî muzîka Kurdî û cazê tev li hev dike
Mala Muzîkê ya Zehawî yek ji malên muzîkê yên Kurdistanê ye. Mala Zehawî muzîkvanên cîhanî ji çar aliyên cîhanê vedixwîne û wan tev li muzîka Kurdî dike.

Vê carê Hejar Zehawiyê xwediyê Mala Muzîkê ya Zehawî heşt hunermendên Kurd, Brîtanî, Swîsrî, Fransî û Mecerî vexwendine û muzîka Kurdî û cazê tev li hev dikin.

Vîktor Hîge bi amûra suzefonê ji Swîsreyê hatiye, yekem car e tê Herêma Kurdistanê û muzîka Kurdî dewlemend dibîne û bi baweriya wî dikare bi caz û celebên din ên muzîkê re were tevlihevkirin "Bi rastî ez hinekî ditirsiyam ku muzîka Kurdî û cazê tev li hev bikim. Lê heya vêga pir baş û li ser rîtmeke pir guncaw dihere. Bi baweriya min, ev tevlihevkirina 
muzîka cazê û Kurdî pir girîng e û em dikarin bi rêya rêkxistinê hewl bidin şêwazên nû bibînin. Bi rastî ezmûneke pir xweş e."

Cana ji Bakurê Kurdistanê hatiye. Bi vê koma muzîkjenan re dixwaze stran û muzîka Kurdî û Bakurê Kurdistanê bi tevliheviya cazê bi guhdaran bide bihîstin.

Di seqayeke havînî ya germ de li Mêrgepanê amadekariyên konsera muzîka Kurdî û cazê dikin. Paşê jî wê ev tevlihevkirin ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve were belgekirin.