Çîroka mamosteya ku 90 keçên mezin fêrî xwendin û nivîsandinê kirine di Çavê Rûdawê de

30 August 2024
Çîroka mamosteya ku 90 keçên mezin fêrî xwendin û nivîsandinê kirine di Çavê Rûdawê de
Çîroka mamosteya ku 90 keçên mezin fêrî xwendin û nivîsandinê kirine

Amîne Sonbul jineke Kurd a ji bajarê Mehabadê ye, mamosteyeke navdar e û li piraniya gundên wê herêmê geriyaye. Amîneyê sala 1965an hatiye dinyayê.

Ew keça tenê ya malê ye û pênc birayên wê hene. Dema zarok bû, bavê wê bi tevahî li dijî çûna wê ya dibistanê bû, ji ber ku wê demê di civaka Kurdî de şerm bû jin herin dibistanê. Wekî din jî, dema Amîne hat dinyayê, bavê wê temenê wê 3 salan mezintir nivîsand "Bavê min temenê min sê salan mezin kir ji bo ku dema ez mezin bibim min zû bide zewicandin, çimkî wisa difikirîn ku keç barekî giran e li ser milê wan."

Çawa dibe bila bibe, dayika wê wiha kiriye ku Amîneyê di mezinahiya xwe de ji bo dibistana şevê were şandin û bixwîne. Bi jîriya xwe mamosteyên xwe matmayî kir. Amîneyê dibilîne "Gava min didît ku birayên min li malê dixwînin û di destên wan de pirtûk hene, ez pir xemgîn dibûm ku rê bi min nayê dayîn, lê dawiya dawîn ez çûm dibistanê û min bawername jî bi dest xist."

Piştî ku Amîne Sonbulê dibe mamoste, ji bo ku keçên civaka xwe fêrî xwendinê bike, li gundên derdora bajarê Mehabadê digere, piraniya keçên gundan ku dibistan dûrî wan bû, fêrî xwendinê dike û herwisa pirtûkan jî ji wan re dibe ji bo ku bixwînin "Dêya min dixwest ku ez bibim dapîrk. Lê hêviya min ew bû ku ez bibim mamoste û keçan hînî  xwendin  nivîsandinê bikim. Min di 6 mehan de 90 keçên gundan hînî xwendin û xwendevaniyê kir."

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwendin bi zimanê Farisî ye. Vê yekê jî pirsgirêk ji zarokên Kurd re çêkirine. Lê Sonbulê dersên xwe bi zimanê Kurdî û di teşeya helbestê de ji bo zarokan kurt dike, ji bo ku bi hêsanî jê fêm bikin û hîn bibin.

Amîne Sonbulê vêga endama Encûmena Wêjeyî ya Mukriyanê ye. Heta niha sê pirtûkên helbest û şanoyan ji bo zarokan çap kirine. Amîneyê di heman demê de endama Koma Pêşxistina Xwendina Pirtûkan û Damezrandina Dibistanan li Tehranê ye.

Heta niha bi alîkariya Encûmena Piştgiriya Tehranê, 14 dibistan li gundên Rojhilatê Kurdistanê ava kirine.

Bi vî awayî hewl daye ku keçên civak û gundên dûredest ên Rojhilatê Kurdistanê ji nexwendewariyê rizgar bike û herwiha ji bo piraniya gundan jî pirtûkxaneyên biçûk damezrandine.

Esmer Hemîdî çalakiyên hunerî li Hewlêrê dike

Esmer Hemîdî hunermendeke navdar a Xorasanê ye û kar û çalakiyên xwe yên hunerî li Hewlêrê didomîne. Esmerê sala 1995an li bajarê Similqanê yê Xorasanê ji dayik bûye û ji Kurmancên Xorasanê ye. Di sala 2019an de dest bi strangotinê kir û pê re jî xwendina Kurdî bi zaravaya Kurmancî xwend.

Esmer Hemîdî dibêje "Muzîka folklorî ew muzîka me ya resen bû ku dê û bavên me pê re dijiyan. Vêga muzîka popê tê ku şûna wê bigire xasma di nav ciwanan de."

Nivîskar, Rojnamevan û Lêkolînvanê Kurd ê Xorasanê Elî Riza Sipahî Layin derbarê Esmer Hemîdî de dibêje "Hevalekî min dengek ji min re şand û got; ev xwişkeke me ya Kurd ji bakurê Xorasanê ye, dengekî wê yê xweş heye. Ger tu karibî helbestekê ji bo stranekê jê re binivîsî, dikare bandoreke mezin li ser Kurdên Xorasanê û bi taybetî li ser dengbêjên ciwan ên bereya nû ya wê navçeyê pêk bîne. Di wê demê de bû ku min ew helbesta 'Kurdê Xorasanê' nivîsand. Helbet awaza wê li ser awazeke Şehrîbana Kurdî ye."

Piştî belavkirina strana 'Kurdê Xorasanê', dengê Esmer Hemîdî li tevahiya parçeyên Kurdistanê belav bû û li ser torên civakî jî dengvedaneke mezin pêk anî.