Çîroka balkêş a mamosteyeke zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê di Çavê Rûdawê de

09 August 2024
Çîroka balkêş a mamosteyeke zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê di Çavê Rûdawê de
Çîroka balkêş a mamosteyeke zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê di Çavê Rûdawê de

Jîla Hîsamî yek ji helbestkar û mamosteyên Kurd ên xemxur li Rojhilatê Kurdistanê ye. Wê li gundên derdora bajarê Nexedeyê bi dehan kes hînî xwendin û nivîsandina Kurdî kirine.

Jîla Hîsamî di sala 1993yan de li bajarê Nexedeyê ji dayik bûye. Di zarokatiya xwe de dest bi nivîsandina çîrok û helbestan kiriye.

Jîla Hîsamî li ser daxwaza hevalên xwe li Navenda Hînkirinê ya Beyanê beşa dersgotinê wergirtiye. Vêga li bajarê Nexedeyê zarok û ciwanan fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dike. Digel vê yekê jî, di du demsalan de, li gundên wê navçeyê digere û waneyên Kurdî dide zarok û ciwanan xasma keçên dûrî xwendinê.

Jîla Hîsamî ji xeynî Kurdan gelek kesên farisîaxêv jî hînî zimanê Kurdî kiriye. Digel vê yekê jî, Jîlayê girîngî bi berhevkirina peyvên Kurdî yên nû li gundan daye.

Dûrî dersgotin û nivîsên xwe yên wêjeyî, Jîla Hîsamî jineke destrengîn a civaka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi destên xwe yên rengîn, bi dehan tablo û ristikên Kurdî yên kultûrî çêkirine.

Niha li bajarê Nexedeyê Jîla Hîsamî mala pirtûkan ji bo xwendin û nivîsandina Kurdî vekiriye. Jîlayê di wê malê de ji zarokên 10 salî bigire heta kesên 50 salî hînî zimanê Kurdî dike. Armanca wê ew e ku çi kesê nexwenda hebe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bike.


Muzexaneya Partiya Komunîst a Çînê li Pekînê
CPC muzexaneya Partiya Komunîst li Pekîna paytexta Çînê ye. Ev muzexane di sala 2021ê de li Çînê hat vekirin û bi vê helkeftê ahenga herî mezin gerand.

Di muzexaneyê de dîroka destkeftên wê partiyê (CPC) hatiye nîşandan. Axaftinên Mao Zedong, damezrînerê Komara Gel a Çînê, li hundirê muzexaneya ku dîroka wê vedigere sala 1949an, tên weşandin.

Zhang Shuang Zhong berpirsê beşa pêşangehê ye û dabaşa şanaziya xebata 100 salî ya partiyê dike "Bi awayekî seranserî, em li hola pêşangeha dîroka CPCê xebata Partiya Komunîst a Çînê, dîroka têkoşîna bênavber, nebûna tirsa ji qurbanîdana dîroka gera teorîk, dîroka gihandina mifayê ji bo xelkê, dîroka xwe jinûveavakirinê, taybetmendiyeke bi vî rengî 
nîşan didin. Hola pêşangeha me bi giştî 147 hezar metre çargoşe ye û li ser 10 qatan hatiye dabeşkirin."

Li Muzexaneya CPCê, arşîvên dîrokî, saziyên perwerdehiyê, şûnwarên mîrata çandî, sembolên nasname û serbilindiya neteweyî ya Çînê tên nîşandan.

Muzexane serdanker û geştyaran li ser bingeha îdeolojiyê û destkeftên wê perwerde dike. Bi ronîkirina rola partiyê di geşedana Çînê de, şanaziya neteweyî diçîne.

Sofî Dan geştyarek Brîtanî ye û serdana muzexaneyê kiriye û dibêje "Muzexaneyeke pir balkêş e. Ji bo Çînê semboleke mezin e ku guhertinên siyasî û hemû alozî û şerên ku di heyama sedsala borî de qewimîne nîşan dide. Meriv perspektîfeke dîrokî ya bêhempa bi dest dixe. Ev dîrok li Îngilîstana ku ez jê me, nixumandî ye. Loma, erê, cihekî xeyalî ye ji bo 
serdankirinê."

Her sal zêdetirî 3 milyon kesî serdana vê derê dikin. Derbasbûn bi bilêtê ye. Ji bilî rojên duşemê, hemû rojên hefteyê li ber geştyaran vekirî ye



Bereke Bazar li Mûsilê


Ev der taxa Kewazînê ya bajarê Mûsilê ye. Li vê bazarê, li ser çend pêlikan ku jê re dibêjin Bereke Bazar, kelûpelên destçêkirî û xwarinên kevn ên Mûsilê hatine nîşandan.

Bereke Bazar her roja înê ji demjimêr 6ê êvarê heta 12ê şevê berdewam dike û xelk ji tevahiya bajarê Mûsilê serdana wê dikin.

Ehmed Hebîb, Berpirsê Bereke Bazarê Dibêje "Armanca vê çalakiyê pêkanîna bazareke hunerî ye ku erka wê bazarkirin û nîşandana berhemên xwecihî yên destçêkirî ji bo xwediyên projeyên berhemên destçêkirî ye. Ev çalakiyeke xwebexşî ye ku ez û çend kesên din pê radibin ji bo piştgiriya xwediyên projeyên biçûk û pîşekaran. Piştevaniya berhemên navxweyî ye bi rêya pêkanîna bazareke hunerî ku bi awayekî heftane van berheman nîşan dide. Armanceke din a vê çalakiyê girîngîdan û vejandina kelepûra kevn a Mûsilê ye. Xelk ji her du aliyên çep û rast û geştyarên biyanî jî serdana vir dikin ku berê navçeyeke wêran û valakirî bû. Vêga mînakeke spehî û zindî ya vî bajarî ye û ji bo dîtina berheman ji derên dûr serdana wê dikin."

Kewazîn navê resen ê vê navçeya Mûsilê ye. Xort û keç beşdarî bazarê dibin. Di destpêka projeyê de tenê 15 kes bûn. Lê niha nêzî 90 kesî karên xwe li Bereke Bazarê nîşan didin.

Rehme Mihemed – Beşdara Bereke Bazarê Dibêje "Piraniya keçên ku bi me re beşdar in, derçûyên zanîngehê ne, ez jî yek ji wan im. Piştî qonaxa derçûnê, civakeke nû tê dîtin û derçûyî hewl didin ku têkevin sûka kar. Ger tu projeya xwe ya taybet vekî, tu dê geş bibî. Rast e destpêk zehmet e lê paşê tu dê bi rewşê re biguncî û bi civakê re biguncî û kesên nû binasî."


Îmad Reid – Şêniyê Mûsilê Dibêje "Ez bi berdewamî serdana vê bazara heftane dikim, lê tiştê min bala xwe dayê ew e ku ev bazar her û her geş û mezintir dibe. Ev sûk çand û kelepûra Îraqê nîşan dide. Li cîhanê çend welat hene ku girîngiyê didin bazarên bi vî rengî, nola Malezyayê. Ev cara yekem e ku bazareke bi vî rengî li Mûsilê tê vekirin."

Meysa Mueyedê beşa kargeriyê li Zanîngeha Mûsilê kuta kiriye. Meysayê her roj li malê kelûpelên çandî û dîrokî yên Mûsilê dirust dike û her roja înê tê Sûka Berekeyê û wan difiroşe.
Bereke Bazar berdewamiya jiyana kevn a Mûsilê ye. Berê li piraniya taxên Mûsilê bazarên bi vî rengî hebûn. Şêniyên Mûsilê bi vê bazarê kêfxweş in û daxwaz dikin ku berdewam bike ji bo vejandina çand û dîroka bajêr.