Dilniya Mistefapûr û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de

02 August 2024
Dilniya Mistefapûr û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Dilniya Mistefapûr keçeke hunermend a bajarê Mehabadê ye

Keçeke bajarê Mehabadê ye û hunermendeke dengxweş û muzîkvan e. Ji 12 saliya xwe ve dest bi karê hunerî kiriye û piraniya amûrên muzîkê dijene. Ji bilî stranan, ji aliyê bavê xwe ve hatiye handan ku beyt û heyranan jî bibêje.

Dilniya xanê bi berdewamî bi cil û kincên Kurdî yên mêran xuya dike û di vî warî de dibêje "Di civaka me de şerm e keç derkeve derve û stranan bibêje. Loma ez cil û bergên mêran li xwe dikim. Vê yekê hêzeke mezin daye min."


Wênekêşekî 77 salî

Sultan Ehmedê ku bi navê Xalê Dêhatî tê naskirin, 77 salî ye. Şêniyê Ranyayê ye. Ji 10 saliya xwe ve dest bi wênekêşiyê kiriye. Xwediyê gelek tabloyên rengîn ên xwezayê ye û niha bi vî temenê xwe jî di mala xwe de wêneyan saz dike.

Sultan tu beşa hunerî nexwendiye. Tenê hezkirin û meraqa wî ya li ser vî karî wer lê kiriye ku heta vêga jî berdewam bike. Ne mezinbûna temenê wî ne jî lerizîna destên wî li pêşber karê wî yê wênekêşiyê nebûne kelem.

Niha mala wî mîna pêşangeheke wênekêşiyê xuya dike.


Yekem dadgera werzişê ya keç li Mûsilê

Hemdaniye qezayeke Xirîstiyanan e. Qezaya Hemdaniyeyê li Parêzgeha Nînewayê ye. Ciwanê ji zarokatiya xwe ve dixwaze bibe dadgera werzişê. Ciwan Yûsif Şabayê di sala 2000î de li Hemdaniyeyê hatiye dinyayê. Heya niha wê gelek diyarî û xelat ji aliyê komîteyên werzişê ve wergirtine.

Ciwanê yekem keç e li ser asta Parêzgeha Nînewayê dibe hekema werzişê. Wê serdana Almanyayê jî kiriye û li wir hekemtiya 12 lîstikan kiriye.

Hêviya Ciwanê ew e ku wek dadgereke navdewletî beşdarî lîstikên navdewletî bibe û herwiha di Olîmpiyadan de ji bo hekemtiyê were vexwendin. Ciwanê daxwaz dike ku hikûmet û Wezareta Werziş û Ciwanan bêtir girîngiyê bidin şiyanên jinan jî da ku bikarin cihê xwe di qehremaniyên navdewletî de bigirin.