Çavê Rûdaw - Ajelên Qeredaxê yên kêmpeyda

05 July 2024
Çavê Rûdaw - Ajelên Qeredaxê yên kêmpeyda
Ajelên Qeredaxê yên kêmpeyda

Ajel û balindeyên ku li jêr metirsiya jinavçûnê ne, li Qeredaxê têne parastin. Yek ji xalên wê yên erdnîgarî yên herî girîng ew e ku ev rêzeçiya hêla cudaker a deverên germiyan û zozanan li Başûrê Kurdistanê ye ku rûbera wê ji 300 kîlometreyên çargoşe zêdetir e.

Bi tenê li newalên (qopiyên) Qeredaxê nêzî 183 cureyên balindeyan hene ku hin ji wan taybet in bi navçeyê, ji bilî gelek cureyên ajelên xişok, giyaxwer û goştxwer ku di nav wan de piling ê herî kêmpeyda û bêhmepa ye.

Aliyekî din ê girîng ê Qeredaxê hebûna çar demsalên lap cuda ye. Havîneke germ û zivistaneke sar taybetmendiyeke hîn bêtir daye Qeredaxê. Ji bilî hemî celebên teyrik û lawirên kovî, Qeredax bûye welatê balindeyên koçer jî ku di demsalên cihê de, seba dîtina seqaya ku pêwîstiya wan pê heye, li Qeredaxê dihêwirin.

Di nav balindeyên goştxwer de bazê zêrîn ê herî taybet û bihêz e. Ew dikare nêçîrên ji xwe mezintir nola gur û pezkoviyan nêçîr bike. Dirêjahiya baskên wî digihe 2 metre û nîvan. Teyrikekî niştecih e û xwedî lezeke mezin di firînê de ye ku digihe 220 kîlometreyan di demjimêrekê de.

Sîqalka (sîsark) Misrî li tevahiya cîhanê li jêr metirsiya jinavçûnê ye, lê hejmareke mezin a mê û nêran li Qeredaxê têne parastin û vê yekê dilê pisporên vî warî xweş kiriye.

Di çend salên borî de, hem ji aliyê tîmên ku lêkolînê dikin û hem jî ji aliyê polîsên daristanên Qeredaxê ve, piling çend caran hatiye dîtin.

Xweza û çerxa jiyana kovî xwedî dabeşî û zagoneke wisa ye ku heger destê mirov wê têk nede ti metirsî li ser têkçûna wê yasayê û wê jiyana kovî û xwezayî li holê namîne.

Gora Teymûr Leng venekin

Dema ku em dabaşa Teymûr Leng dikin, seba navdariya wî ya mezin, piraniya me wî nas dikin. Leng yek ji lîderên dagirker ên bi navûdeng ên cîhanê ye.

Di sedsala 14an de Împeratoriya Teymûrî ava kir ku dewleta xwe li Efxanistan, Îran û Asyaya Navîn damezrand. Wî gelek welat bi xwînrijandinê ava kirin, di heman demê de welatê xwe nexasim Semerqenda ku paytexta dewleta wî bû, ji nû ve şên û ava kir.

Teymûr Leng di sala 1336ê zayînî de li bajarê Şehrîsebza niha yê Ozbekistanê hatiye dinê. Di heyama 30 salên desthilatdariya xwe de, artêşên Faris, Misr, Împeratoriya Osmanî û Hindistanê jî têk bir.

Lê di sala 1405an de, dema dabû ser rê û diçû ku Misrê dagir bike, nexweşiyek lê peyda bû û di 68 saliya xwe de koça dawî kir.

Vêga gora Teymûr Leng bi kur û neviyên xwe re li goristaneke Ozbekistanê hatiye veşartin û ji aliyê gelek şêniyên welatê Ozbekistanê û geştyaran ve jî tê ziyaretkirin.

Şêniyên welatî wî ewqasî ji Teymûr Leng hez dikin, loma jê re dibêjin Mîr Teymûr.

Li cîhanê efsaneyeke berbelav heye ku dibêje çi kesê gora Teymûr Leng veke, dê cîhanê bixe ber nefreta Teymûr û cîhan tûşî şerekî bixwîn bibe.

Hinceta wan jî ew e ku arkeologên Ozbekistanê du rojan beriya Şerê Cîhanê yê Duyem gora Teymûr Leng vekir û cîhan tûşî Şerê Cîhanê yê Duyem ê wêranker bû.

Firmêsk Mistefa – Şanokara Kurd li Almanyayê

Firmêsk Mistefa di sala 1966an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Qonaxên xwendina wê heya dibistana amadeyî li Silêmaniyê bû, di dawiyê de ji bo xwendina şanoyê çû Bexdayê û li Zanîngeha Bexdayê, Koleja Hunerên Bedew kuta kir.

Piştî kutakirina xwendina şanoyê, vedigere Silêmaniyê û wekî mamosteya huner û şanoyê li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan, Peymangeha Hunerên Bedew a Silêmaniyê, Lîseya Xanzadê ya Keçan, Dibistana Navîn a Firîşteyê ya Keçan, Lîseya Newrozê ya Keçan û Lîseya Keçan a Silêmaniyê dest bi kar dike.

Di gelek karên şano û dramaya televizyonê de lîstiye. Di komên şanoyê yên Salar, Komeleya Hunerên Bedew û Lîstikvaniyê ya Silêmaniyê de cih girtiye û beşdarî çalakiyên wan ên hunerî bûye.

Her wisa demekê jî sekretera Koma Şanoyê ya Ehmed Salar bû. Di sala 1993yan de ji Kurdistanê bar dike û diçe Almanyayê. Li bajarê Stuttgartê di warê çalakiyên sivîl û çandî de kar dike.

Fena nivîskar, gotar û kurteçîrokên xwe di rojnameya Peyamî Kurd de li bajarê Bonnê weşandiye. Li sala 2001ê dest bi beşdariyên xwe yên şanoyê li Almanya û Kurdistanê dike.

Firmêskê sala 2010an vedigere Kurdistanê û nola mamosteya rahêner ji bo şeş mehan bi xwebexşî li Zanîngeha Selahedînê, li Koleja Hunerên Bedew waneyên pratîk ên deng û lîstikvaniyê dide, paşê bi rêya peymanekê ji bo du salan dest bi kar dike.

Wekî serpereştyara beşa dramayê ya radyoyê û senarîst li Radyoya Hêlînê kar dike. Her wiha mîna nivîskar û qunciknivîs di rojnameyên Hewlêr û Wişeyê de dinivîse. Mijarên xwe yên din jî di Kovara Ramanê de diweşîne û dibe endama Desteya Birêvebir a Kovara Razê li Silêmaniyê.

Her wisa ji xeynî beşdariya wê ya lîstikvaniya di şano û dramayê de, wekî çalakgera sivîl beşdarî gelek çalakiyan bûye.

Li Wezareta Çand, Werziş û Ciwanan dibe karmend. Ji sala 2016an û heya vêga li ser sehneya şanoyên Almanyayê wekî lîstikvan rol dilîze. Her wiha wekî çalakvana genderê kar dike û li encûmenên her du parêzgehên Fellbach û Stuttgartê di warên wekhevî û siyaseta entegrasyonê de karê xwebexş dike.