Çavê Rûdaw - Stranên kurdî û îtalî têne tevlihevkirin

21 June 2024
Çavê Rûdaw - Stranên kurdî û îtalî têne tevlihevkirin

Stranên kurdî û îtalî têne tevlihevkirin
Denîz Dîmarya hunermendeke îtalî ye, ligel hunermenda kurd Sema Xudayî stranên folklorî yên kurdî û îtalî tev li hev dikin û bi hev re dibêjin.
Du zimanên erd û esman dûrî hev, lê wan tevliheviyeke balkêş ji wan çêkiriye.
Denîz Dîmarya ku hunermendeke îtalî ye dibêje: Îtalya xwedî kevneşopiyeke muzîkê ya pir kûr e. Herwisa têkiliyeke xurt a dîroka wê bi welat û kevneşopiyên deştî re heye. Em tijî awaz û stranên têkildarî jiyana rojane û çandiniyê ne. Sema, awaz û stran bi hev re. Cara yekem li Kurdistanê min têbînî kir ku reh û kokên me yên hevpar hene.
Denîzê li ser daxwaza Mala Muzîkê ya Zehawî hat Kurdistanê. Sê rojan li ser muzîk û stranên kurdî perwerde dît û pir xweş digot. Alîkariya hunermenda kurd Sema Xudayî di vê yekê de hebû. Sema Xudayî dibêje: Hesteke min a zaf xweş heye ku ez ji bilî kurdî bi îtalî jî stranan dibêjim.
Ev sê sal in Mala Muzîkê ya Zehawî seba tevlihevkirina muzîk û stranên kurdî bi gelên din re kar dike. Ev huner di nav gelên cîhanê de berbelav e. Lê ev cara yekem e ku li Kurdistanê tê ceribandin.
Rêvebirê Mala Muzîkê ya Zehawî Hejar Zehawî dibêje: Ev ezmûneke nû ye di nav muzîka kurdî de. Kêm derketiye holê ku awazên kurdî, jenyarên Kurd û muzîka kurdî li kêleka muzîka miletên din bin.

Goristana Pêşmergeyên Barzanî li Ozbekistanê
Li herêma Almazarê ya Ozbekistanê, goristanek heye ku termên çend pêşmergeyan tê de hatiye veşartin. Van pêşmergeyan di sala 1948an de piştî hilweşandina Komara Kurdistanê li Mehabadê ligel Mela Mistefa Barzanî berî xwe da Yekîtiya Sovyetê.
Pêşmerge li ser komaran hatin belavkirin û beşek ji wan li Ozbekistanê bi cih bûn. Zewicîn û zarokên wan çêbûn. Tevî ku hinek vegeriyan Kurdistanê jî, lê hinek jî li cem malbat û zarokên xwe man.
Fatima Omerova keça yekî ji pêşmergeyan e û vêga bi tenê maye. Tenê gora bavê wê maye ku rojane û mehane serdana wê bike û hinekî aram bibe.
Fatimayê dibêje: Ez pir dixwazim herim welatê xwe li Kurdistanê, lê çawa herim? Derfeta min tune. Di temenê xwe yê mezinahiyê de min nikarîbû bavê xwe bibînim, ez dixwazim bi berdewamî serdana gora bavê xwe bikim.

Çîroka xweşnivîsekî li Şama paytexta Sûriyeyê
Dema ku em zarok bûn, dê û bavên me digotin keç an kurê min dê bibe doktor. Endezyar an mamoste. Dê û bav hertim di hizra xwe de pîşeyekê ji me re diyar dikin, lê pir caran zarok karekî lap cuda hildibijêrin. 
Ev serpêhatiya Mihemed Hacî Qab e ku xweşnivîsekî Şama paytexta Sûriyeyê ye. Şam yek ji bajarên dîrokî yên welêt e û gelek şûnwar lê hene. Neqş û nivîsên li ser dîwarên mizgeftan hunereke kevn û darîçav a bajêr e. Mihemed yek ji wan xweşnivîs û hunermendan e ku wî karî dike û çîroka xwe û hunera xwe ji me re vedibêje.
Mihemed Hacî Qeb yek ji hunermendên diyar û navdar ên Şamê ye. Sala 1977an ji dayik bû. Di qonaxa xwendina seretayî de, meraqa wî diçe ser hunera xweşnivîsê. Lê qet lê nedifikirî ku ev kar bibe pîşeya wî ya sereke.
Hunermend û Xweşnivîs Mihemed Hacî Qab dibêje: Dema ez zarok bûm, xweşnivîsî wek karekî pir mezin û dijwar dihat ber çavê min. Min digot qey tenê kesê behremend dikare destê xwe biavêje vê pîşeya pir girîng. Min çavên xwe vekirin û min xwe di nava vê hemû hunera bedew de dît. Dê û bavê min digotin ku di zaroktiyê de meraqa min a guhdarîkirina muzîkê pir bû. Berî ku ez biçim dibistanê, ez hogirê muzîkê bûm. Dê û bavê min di wê baweriyê de bûn ku ez ê di paşerojê de bibim muzîkjen. Lê min ji hunera xweşnivîsa erebî zaf hez dikir. Ez ê heta roja dawî jî bibêjim ku ez bi çewtî ketim vî warî.