Çavê Rûdaw - Perestgeha Bihuştê li Pekîna paytexta Çînê

31 May 2024
Çavê Rûdaw - Perestgeha Bihuştê li Pekîna paytexta Çînê
Perestgeha Bihuştê li Pekîna paytexta Çînê

Li Pekîna paytexta Çînê perestgeheke mezin û navdar heye ku jê re dibêjin Perestgeha Bihuştê.

Perestgeha Bihuştê di sedsala 15an di serdema Xanedaniya Yongle de hatiye çêkirin.

Împerator li vê perestgehê nimêj kir ji bo ku here bihuştê. Her sal ji hundirê Çînê û seranserê cîhanê zêdetirî 200 milyon geştyarî serdana wê dikin. Cilên kevn ên hanan li xwe dikin û wêneyên bîranînê tê de digirin.

Perestgeha Bihuştê semboleke diyar û sersamker a bajarê Pekînê yê Çînê ye.

Wang Yu Xuan - Geştyarekî Çînî ye, dibêje: "Perestgeha Bihuştê yek ji cihên herî navdar ên geştyariyê yên Pekînê ye, lewra divê ez serdana wê bikim. Berî ku werim vir, min hin paşxane û dîroka Perestgeha Bihuştê xwend."

Di sala 1998an de ji ber girîngiya wê ya çandî û destkeftên wê yên avahîsazî yên darîçav di lîsteyê de hat tomarkirin. Bi avahîsaziya xwe ya balkêş û dîroka xwe ya girîng tê nasîn. Sembola hevahengiya di navbera erd û esmên de ye.

Çînî her roj serdana vir dikin da ku bîranînan bi cilên xwe yên resen û kevneşopî tomar bikin.

Ji bilî sê behnvedanên fermî yên Çînê, hemû rojên salê ji geştyaran re vekirî ye.

Frontescal – Geştyarê Spanî dibêje: Silav, em ji Spanyayê hatine. Erê, cara ewil e em li Çînê ne. Çîn sersamker, bêhempa û pir balkêş e. Sedema ku em hatine vir ev e ku geştyarên ji welatên Almanya, Spanya yan Fransayê ne hewceyî vîzeyê ne, loma yek ji sedemên ku ez li vir im ev e. Em dixwazin di meha îlonê de cardin li vir bin. Tiştê tu li min dibînî cilên Juan de Foy in an cilên desthilatdar û mîrekên Çînê yên sedsala panzdehan in, bi van cilan dia û lava dikirin ji bo rêjeya baş a baranê û bereket û berhemdariya axa çandiniyê ya wê heyamê lê niha Çîna mezin bi saya teknolojî û jîriya çêkirî li cîhanê pêşeng e. Çînî pêşengên mijarên jîngehê û guherînên seqayê û pêşbîniyên keşûhewayên ne jî.

Şikefta Qurî Qelayê li Rojhilatê Kurdistanê

Li Rojhilatê Kurdistanê xwezayeke çiyayî û şikeftên zaf balkêş hene ku bala geştyarên xwecihî û biyanî jî dikişînin.

Li parêzgeha Kirmaşanê şikefteke avê ya bi navê Qurî Qelayê heye. Qurî Qela yek ji mezintirîn şikeftên avê yên Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev şikeft li quntara çiyayê Şaho li sînorê bajarê Riwanser li parêzgeha Kirmaşanê cih digire.

Şikeft bi navê gundê Qurî Qelayê ku nêzî şikeftê ye, hatiye binavkirin.

Dirêjahiya Şikefta Qurî Qelayê 12 kîlometre ye û kûrahiya wê jî 3140 metre ye. Li gorî şûnwarnasên ku şikeft lêkolîn kirine, dîroka çêbûna Şikefta Qurî Qelayê vedigere berî 65 milyon salan.

Her sal geştyar ji piraniya welatên cîhanê û hundir û derveyî welêt jî serdana Şikefta Qurî Qelayê dikin.

Di sala 1957an de, komeke şikeftzanên Amerîkî yekem car ket Şikefta Qurî Qelayê. Di sala 1966an de komeke Brîtanî û di sala 1984an de jî komeke Fransî bi mebesta lêgerînê serdana şikeftê kir.

Koma Fransî karîbû heta 450 metreyan têkeve şikeftê, lê di sala 1989an de komeke ji Kirmaşanê heta 3 hezar û 140 metreyan ket kûrahiya şikeftê.

Kuku - Geştyarê Fransî dibêje: Ez Kuku me, ji Fransayê me, ez li vir li Kurdistanê me. Ji bo dîtina gelê Kurd û fêmkirina çanda wan hatim vir. Ez hatime vê şikeftê, pir xweş û mezin e. Gelek reng tê de hene, bi nêrîna min, mîna bihuşta erdnasan e. Ez ê geşta xwe bidomînim û roja din herim Merîwanê. Piştî çend rojan li Xuremabadê, ez ê herim li Kirmaşanê bimînim. Ez ji herêmê pir hez dikim, pir kesk û çiyayî ye. Ev ji bo min guhertineke mezin e piştî ku ez li beşa çolistana Îranê bûm. Herêmeke xweş e û ez ji her kesî re pêşniyar dikim ku serdana wê bikin. Xelkê zaf bala min kişand, pir rêzdar û mêvanperwer in. Ez bi xwe gelek pirsan dikim, her pirseke ku ez bipirsim jî bi rêzdarî bersiva min didin.

Şikefta Qurî Qelayê cara ewil sala 1999an ji bo geştyaran hat vekirin. Di sala 2001ê de ji aliyê Rêxistina Mîrata Çandî ya Îranê ve wekî heftemîn şûnwara xwezayî ya niştimanî hate tomarkirin.

Di hundirê şikeftê de cureyekî şevşevokên kor heye ku bi navê şevşevokên kor ên guhê mişk tên naskirin û ji aliyê kompanyaya geşepêdana geştyarî ya Îranê ve tê birêvebirin.

Rewşa zimanê Kurdî li Kirgizistanê

Li paytexta Komara Kirgizistanê bajarê Bişkekê 60 malbatên Kurd hene ku ji serdema Stalîn ve ji navçeyên xwe hatine cîhilkirin û sirgûnî vê komarê bûne.

Tevî ku nêzî 100 salî di ser sirgûnkirina wan re derbas bûye jî û mezinên wan êdî ne sax in. Lê heya vêga zimanê Kurdî di nav wan de maye. Ji ber ku di malên xwe de bi Kurdî diaxivin, zarokên xwe jî hînî zimanê Kurdî kirine.

Şanoya bêdeng li Mûsilê

Ev nîşandana şanoyeke bêdeng e. Şêniyên Mûsilê, jin û mêr, biçûk û mezin, li ber şanoyê rûniştine.

Komeke ciwanên xort û keçên Mûsilê, di destpêka sala 2021ê de komeke şanoyê damezrandin.

Zêdetirî salekê rahênan li ser pêşkêşkirina şanoya bêdeng kirine. Şano tenê bi dengê muzîkê tê pêşkêşkirin.

Van xort û keçan şanoya xwe li gelek bajarên Îraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye. Vê carê çîrokeke Mûsilê kirine şano ji bo ku jiyana hevbeş û aştiyê vegerînin nav pêkhateyên vî bajarî.

Nebîl Îbrahîm - Alîkarê Derhêner dibêje: "Çîrok dabaşa du malbatên ku ji mêj ve bi hev re napeyivin, dike. Navê şanoyê hêlîn e. Cihê ku em lê dijîn jê re dibêjin mal, yê çivîkan hêlîn e. Pir giring e ku mala hemû ajel û firindeyên li derdora me heye. Pir giring e ku em vê ekosîstemê biparêzin. Firindeyên ku me ew ji ber şer xeyidandine, daristanên ku me ew şewitandine, em çawa wan cardin ava bikin. Em li hev bên û keskatiyê zêde bikin. Dema çivîk pêşî tê tiştek li wir tune. Dibêje dar li vir tune ne, ez dixwazim hêlînê li ser darê çêkim. Îcar dest bi çandina daran dikin, keskatiyê zêde dikin, firinde vedigerin û herdu malbat jî li hev tên û cardin aştî çêdibe."

Endamên komê ji 4 keç û 4 xortên ji pêkhateyên cuda yên Mûsilê pêk tên. Endam ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Xirîstiyan, Êzidî û Şebek in. Bi hevahengî û bi hev re şanoyê organîze dikin. Berî ku mêvan amade bin, hemû pêdiviyan amade dikin.

Mihemed Bekrî – Şanokar dibêje: "Bi rêya vê ramanê û bi rêya vê şanoya bêdeng ku me salekê rahênan li ser kir û me bûkik çêkirin. Hunera bûkikan hunereke nû ye li Mûsilê û em hêvîdar in ku piştgirî û alîkarî ji bo vê hunerê bê kirin, ji ber ku hunereke bedew e û zarok zû jê fêm dikin. Me li Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê nimayiş kir, niha jî em li Mûsilê pêşkêş dikin û em ê li bajarên din jî berdewam bin da ku em bi rêya hunera bûkikan û hunerên nû ku derbasî bajarê Mûsilê dibin, peyamên xwe bigihînin piraniya xelkê."

Armanca vê şanoyê keskkirin û nûavakirina bajarê Mûsilê ye piştî şerê sêsalî yê Mûsilê ku di encama wî de piraniya navçeyên Mûsilê xasma hêla çepê ya Mûsilê bi temamî wêran bû. Herwisa armanceke din a şanoyê aştiya di navbera pêkhateyên Mûsilê de ye.

Enwar Kazim – Mamoste dibêje: "Karekî pir bedew bû, çanda vî bajarî anî bîra me. Çîrokên vî bajarî yên ku dapîrên me ji me re digotin, anîn bîra me. Ev derbasî neviyên me dibe. Ez hertim neviyên xwe bi xwe re dibim çalakiyên bi vî rengî. Hêvîdar im ku Mûsil dîsa were nûkirin û ber bi baştirbûnê ve here."

Vê şanoya bêdeng ji bilî mezinan, bala zarokan jî bi tevahî kişand ser xwe, çimkî hunereke nû ya şanoya bêdeng e ku li Iraqê jê re dibêjin şanoya bûkikan û li Mûsilê jê re dibêjin dûme. Kom plan dike ku vê şanoyê li hemû bajarên din ên Îraq û Herêma Kurdistanê jî pêşkêş bike.