Xizmetkirina giyanên xweşik ên Silêmaniyê

17 May 2024
Xizmetkirina giyanên xweşik ên Silêmaniyê

Xizmetkirina giyanên xweşik ên Silêmaniyê

Li Parêzgeha Silêmaniyê jineke bi navê Nigîn Mihemed heye. Ev jin ajeldost e û bi çend kesên din re komek pêk aniye ji bo parastin, dermankirin û dayîna xwarinê bi ajelên bêxwedî xasma kûçikên bêxwedî.

Nigîna ku navê ajelan kiriye giyanên bedew ên Silêmaniyê, bi hevkarên xwe re rojane xwarin û derman ji ajelan re berhev dike û ji wan re dibe.

Nigîn Mihemed dibêje: Ev çend sal in karê me ye ku em her roj xwarinê ji giyanên bedew re peyda dikin. Civaka me civakek e ku bêtir giyan jê re ne paqij tên an jî ji wan ditirse. Armanca me ew e ku em hem mirovan ji destê ruhan rizgar bikin û hem jî ruhan ji destê mirovan rizgar bikin.

Diyar Hesen ajeldostekî din e û hevkarê koma Nigînê ye, dibêje: Di vê xwezayê de me hem golên avê ji wan re çêkirine û hem jî xwarin ji wan re peyda kiriye. Ji lofeya Ezmerê heta Dola Mîranê her roj golên avê bi 150 heta 200 kûçikan tên dayîn, em her roj jî xwarinê ji wan re dibin.

 

Muzexaneya Îslaf

Qereqoş an jî Bexdêda navenda Qezaya Hemdaniyê ye, navçeyeke ku piraniya xiristiyanên Suryanî lê niştecih in.

Piştî kontrolkirin û qewitandina rêxistina bi navê "Dewleta Îslamî" DAIŞ, şêniyên deverê ji bo vejandina mîrateya xwe ya çandî û çandina wê di dilê nifşên nû de kar dikin.

Ev hewldan ji hêla çend jinên Qereqoşê ve têne serpereştîkirin. Ev jin seba vejandina giyanîtiya vê mîrateyê û ronîkirina reseniya wê ji dil û can dixebitin.

Mîrateya Qereqoşê ligel gelê wê zindî ye ji ber ku ew bi armanca avakirina siberojeke nû bi îradeyeke xurt kar dikin û dixebitin.


Xade Fesîh - Xwediya Muzexaneya Îslafê Dibêje  "Piştî ku min rewşa vir, ango Bexdêde dît, ku DAIŞ hatibû, her tiştê bedew li vir ji nav biribû, tiştên ku xizm û bav û kalên me li vir pê serbilind bûn, ez hatim vir û min got bila ez van tiştan wekî hezkirinekê ji min bo kelepûrê kom bikim û min dest bi berhevkirina tiştên girêdayî Bexdêde kir, ji şalgerdenê bigire heta digihe xalîçe û deriyên darîn da ku ez wan ji nemanê biparêzim. Hezkirina kelepûrê meraqa min e. Bi vî awayî min li vir dest pê kir."


Hena Qaşa – Cildirûya Cilûbergên Kelepûrî Dibêje  "Piştî ku em vegeriyan, me dît ku tevahiya deverê şewitiye, hemû mal wêran bûbûn, cilên me yên kelepûrî jî di wan de ji nav çûbûn, lê em wek jin, min wek jinekê xwest vê çandê sax bikim, loma min dest bi neqşandinê kir. Min gelek keç hînî vî karî kirin. Min gote wan, ji bo ku qet nebe hûn fêrî neqişandina şal bibin da ku wek bîranînekê li ba we bimîne ku we li xwe kir bibêjin me ev çêkiriye. Ya ku cilê me yên folklorî cuda dike, rengên balkêş û vekirî ne nemaze rengê zer ku li ser hemî cilan serdest e. Reng sembola xweza, gul, gulzar û keskesorê ye. Hemû ji xwezayê hatine wergirtin, ango rengên vekirî ne. Rêjeyeke kêm a xelkê van cilan li xwe dike lê bi taybetî di dema helkeftan de serdana me dikin xasma di helkefta Seanîn û Ehed Merqeryaqos an jî di dema aheng û dawetan de tu dibînî ku gelek jin van kincan li xwe dikin."

 


Gola Mam Şêx li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê

Li deverên çiyayî yên Parêzgeha Urmiyê li Dalanperê mirov dikare gelek lûtkeyên çiyayên bilind, golên avê yên xwezayî, çem û sûlavên balkêş bibîne ku mîna buhişta li ser rûyê erdê xuya dikin.

Yek ji golên herî balkêş Gola Mam Şêx e ku li quntara Çiyayê Bozê Sînayê cih digire û zêdetirî 3 hezar metreyan ji asta rûyê deryayê bilind e.

Her sal bi sedan geştyar û çiyager ji bo derbaskirina demeke xweş bi taybetî di demsala biharê de serdana vê herêmê dikin.

Malbateke Kurd a ajeldar li Kirgizistanê

Li Kirgizistanê hejmareke zêde ya Kurdan heye ku piraniya wan di serdema Stalîn de ji navçeyên xwe hatin cîhilkirin û sirgûnî komarên Yekîtiya Sovyetê ya berê bûn. Piraniya Kurdên Kirgizistanê li gundan dijîn û mijûlî ajeldarî û çandiniyê ne.

Li Kirgizistanê, em ê dabaşa malbata Resûl Hesen ku li gundekî ji gundan dijî û mijûlî ajeldariyê ye, bikin.

Ev malbat di sala 1937an de koçer bû. Ji Bakurê Kurdistanê diçûn zozanên Ermenistanê. Dema şer dest pê kir, sînor hatin girtin û êdî nikarîbûn vegerin, paşê ji aliyê Stalîn ve hatin cîhilkirin û sirgûnî Kirgizistanê hatin kirin.

Bi qasî 90 salan di ser vê cîhilkirin û sirgûnê re derbas bûye. Di demekê de ku ti dibistan û navendên xwendina kurdî tune ne jî, lê zarokên wan bi saya keda dê û bavên xwe bi zimanê kurdî diaxivin.