Şerê li Bakurê Kurdistanê; Kîjan alî xetabar e, Tirkiye yan Kurd?

Şerê li Bakurê Kurdistanê; Kîjan alî xetabar e, Tirkiye yan Kurd?
Şerê li Bakurê Kurdistanê; Kîjan alî xetabar e, Tirkiye yan Kurd?

-       Piştî ku demeke dirêj Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di nava aramiyê de bûn, xelk rihet bû, û her kesî digot êdî careke din wê dengê sîlehan neyê bihîstin, ji nişkê ve şer dest pê kir, bajarên kurdistanê wêran bûn û bi hezaran malbat bûne penaber û koçber.
-       Ew netîceya siyaseta şaş ya AKP bû, yan jî, yan jî şaşîtiya Kurdan bi xwe bû?
-       Ew netîceya bêbaweriya Kurdan bi hikûmeta Tirkiyê bû, yan jî bêbaweriya Tirkiyê bi Kurdan bû?
-       AKP gelek soz dane Kurdan, lê tiştek nekir û sozeke tenê jî bi cih neanî, Kurd dibêjin.
-       AKP, got pirsa Kurd di nava kefa destê min de ye, tenê ez dikarim çareser bikim, lê niha dibêje min ew rûpel girt û tişetk bi navê pirsa Kurd tune ye û em hemû birayên hev in
-       Kurdan çi kir? Kurd ne li hev bûn, perçe perçe bûn, bê proje bûn, ne xwediyê qerarê bûn, bê muxateb bûn, ji çareserkirina pirsa Kurd zêdetir ji xwe re Erdogan kirin hedef û êrîşî wî kirin?
-       Erdogan jî got, madem hûn ev kes in, madem hûn çekan danaynin, ji aştiyê re ne amade ne, madem hûn nikarin xwe ji PKK û Qendîlê qut bikin, çi ji dest min were ezê bikin, û êdî pirs mirsa Kurd li Tirkiyê ji bîr bikin. 

Mêvan: 

- Hamit Kilicaslan (Siyasetmedar)
- Ebdulrehim Akdag (Parlamenterê berê yê AKP)