2 ali 22/06/2016

2 ali 22/06/2016

- Madem Itîlaf ji bo Kurdan titşekî nake, tu rolê nade Kurdan, tu projeyên Kurdan qebûl nake, hinek di nava Itîlafê de hene ji Basiyan xerabtir in, dema tu behsa Kurdistanê û mafê gelê Kurd dikî, canê wan dilerize, madem Kurd di nava Îtîlafê de, nikarin titşekî ji bo Efrîn, Şêxmeqsûd, Bab, Kobanî û Dêrikê bikin, wê demê Kurd di nava Itîlafê de çi dikin?

- Madem Kurd nikarin li Cinêvê, serbixzwe, serbilind, tevbigerin û weke hêzeke kurdî xwe bi dinyayê bidin nasandin, çi maneya wê heye dema ku dibêjin em di danûstandinên Cinêvê de beşdar in?

- Başe , eger Kurd ne di nava Îtîlafê de bin, wê li kuderê bin? Di nava Tev Demê de bin? ku ji xeynî xwe kesekî din qebûl nake, di nava Encumena Sûrya Dmeokratîk de bin, ku qerara wê ne di destê wê de ye, li cem rêjîmê bin? yan jî li cem hev bin? Wê çawa li cem hev in, ku her aliyekî xwe bi hêzekê ve girîdaye, eger destê wan berdin, wê Kurdên me li ser piştê bikevin.

Mêvan: 

- Fûad Elîko: Endamê şanda Danûstandkar li CInêvê
- Abû Sabir: Serkirdeyê partiya El Wehde

Pêşkêşkirin: Dilbixwîn Dara
Producer: Nureddîn Osman