2 ali 15/06/2016

2 ali 15/06/2016

- Kurdên rojavayê Kurdistanê xewna wan ew bû ku rojekê ji rojan azad bijîn, ji ber karê xwe yê siyasî neyêne girtin, nekevine zindanan, neyêne mehkemekirin û îşkenceyan nebînin.

 - Kurdên rojavayê Kurdistanê, xewna wan bû ku rojekê ji rojan, bibînin ala wan li ezmanan bilind dibe, û kesek tune ye wê alê qedexe bike...

 - Xewn bû ji Kurdên rojavayê Kurdistanê re, polîsên xwe bibînin, leşkerên xwe bibînin û muxaberatekî biçûk û bê rutbe îhaneta wan neke.

 - Lê tu caran, rojekê ji rojan jî nedihate bîra wan, ku birayên Kurd, wan bigirin, bavêjin zindnan, û nehêlin ku xwediyên wan jî bizanibin ka li kuderê girtî ne.

 - Tiştê ku li ser binpêkirinên rêveberiya xweser têne gotin bêbextîyên partiyên kurdî ne, qebûlnekirina xebatên kantonên rojavayê Kuridstanê ye, yan jî bi rastî li wê derê maf têne binpêkirin.

 - Partiyên kurdî çi tiştî li derveyî qanûnê dikin, heta ku endamên wan têne girtin û ofîsên wan têne şewitadin.

 - Partiyên kurdî, çima hemû sûcî davêjin ser milê rêveberiya xweser û diçin welat bi welat digerin û wê bi binpêkirina mafên mirovan tewanbar dikin...