Nûçe derbarê 'Kakelo' Vegere

Rohat Alakom

‘Mîrê Kurdistanê’ Kakelo (Di çapemeniya Swêdî de)

Kakelo polêsên Fransa, Îngîltere, Almanya û Amerîkayê bi qasî deh salan mijûl kiriye, li pey xwe gerandiye. Wî, polêsên yûnanî, hollandî û îspanyolî jî mijûl kiriye. Kakelo diçe kîjan welatî ji ber sextekariya xwe tê girtin, di girtîgehê de dimîne û paşê ji wan welatan tê dersînorkirin.