Nûçe derbarê 'Abdullah Cewdet' Vegere

Abdullah Cewdet / Wêne: Rohat Alakom

Stefan Zweig li ser Abdullah Cewdet nivîsiye (1903)

Destpêka sedsala 19an û destpêka sedsala 20an gelek ronakbîrên Osmanî (Tirk, Kurd, Arnawûd û ji gelên din) li hemberî zordestiya Abdulhamîd II li gelek welatên Ewropayê bi rêyên demokratîk tekoşîneke berfireh dane. Ew bi giştî bi Fransî “Jeunes-Turcs“ (Tirkên Ciwan) hatine navandin, li her welatê Ewropayê belav bûne. Bi rêya derxistina kovar û rojnameyên pir-zimanî tekoşîna xwe tîrtir kirine. Yek ji wan kesên ku di nav wan de gelek navdar bûye jî nivîskar, helbestvan, weşanger û doxtorê kurd Abdullah Cewdet (1869-1932) e.