Kocaelî- 10 kes bi hinceta 'propagandaya rêxistinê' hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gebzeeyê ya Kocaeliyê ya Tirkiyeyê di operasyonekê de 10 kes bi hinceta parvekirina wêneyên rojnameger Cihan Bilgin û Nazim Daştan  hatin desterkirin.

Herdû rojnameger di êrîşeke dronên Tirkiyeyê li herêma Bendava Tişrînê li Rojavayê Kurdistanê hatibûn kuştin.  

31ê Kanûna 2024an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi ser çend navnîşanan de girtin û Hevserokên Şaxa Gebzeyê yên DEM Partiyê Melîke Aydin û Omer Yildiz jî di nav de 10 kes bi hinceta “propagandaya rêxistinê” desteserkirin.

Her 10 kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê ji bo Rêveberiya Ewlekariya Gebzeyê hatin birin.

Li gorî zanyariyan Hevserokên Şaxa Gebzeyê yên DEM Partiyê tevî 7 kesan piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.

Endamekî DEM Partiyê hat girtin

3 kesên mayî jî bi daxwaza girtinê ji bo dadgehê hatin şandin.

Dadgehê biryar da ku 2 kes ji wan bi mercê kontrola dadî bên berdan lê endamê DEM Partiyê Serhat Ziyali bi hinceta “propgandaya rêxistinê” hat girtin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê her deh kes bi hinceta ku li ser medyaya civakî wêneyên rojnamevan  Cihan Bilgin û Nazim Daştan parvekirine hatine desteserkirin.

Her du jî rojnamevanên ji Bakurê Kurdistanê bûn  û 19ê Kanûna 2024an dema li Rojavayê Kurdistanê pêşhatên dawî yên şerê li Bendava Tişrînê dişopandin di êrîşeke dronên artêşa Tirkiyê de hatibûn kuştin.