Bazara Kokînayê geş e: 'Kirîna kulîlkê rîtûela sersalê ye'

STENBOL - Kulîlka Kokîna ku salê bo çend rojan tê dîtin û gelek çîrok û çîvanok li serê têne gotin li hemû bajaran standên kulîlkforoşan xemilandi ne.

Gelek kes ji bo hezkiriyên xwe û malbata xwe wê kulîlkê distînîn.

Li gorî rîvayetê yê ku xaniyê xwe tunebe eger wê kullkê bistîne û ew hea sala bê bimîne, daxwaza

Yek ji sêmbolên sersalê ew kulîlke ku navekî wê jî kulîlka sersalê ye.

Di vê wextê û van rojên beriya sersalê de li hemû kulîlkfiroşan baxên wan bi ser hev de hatine danîn û her kesê ku tê dezgeyên firoşkaran, ji wê distîne da hêvî û niyetên wan di sala nû de pêk werin.

“Kulîlk hatine sersalê bi bîra me dixe”

Welatiya bi navê Aysun Kiliçkayayêyê li ser kulîlkan wiha got:

Ew kulîlk hatina sersalê bi bîra meriv dixe. Di nîvê vê mehê de derdikeve heta dawiya mehê.

Ji bo ku şansê meriv bîne weke rîtûelekê ye û em ji bo hezkiriyên xwe distînin.

Min jî ji bo hevalekî xwe stand û ez dê herim cem. “

Kokîna kulîlkeke temen dirêj û nazenîn e. Di zimanê Yewnanî de tê wateya rengê sor, ango kokînî.

Piştî ku du corên nebatan têkelî hev hatine kirin, kokîna jê derketiye.

Cihê ku ew lê digîhê bêhtir başûrê Ewropa û derdora Behra Spî ye.

Li Tirkiyeyê jî li gelek bajaran digihê û di van çend rojên beriya sersalê de pêkan e tu wê li her derê bibînî.

“Kokîna kulîlka şansê ye”

Gulfiroşê bi navê Erdogan Çayirci jî li ser kulîlkê wiha got:

Ev salê carekê derdikeve. Sersalê tîne bîra mirov. Navê wê Kokîna ye û kulîlka bext e. Gelek mişteriyên me niyet dikin û bo wê distînin.”

Li gorî gotina gulfiroşê bi navê Serkan Kup jî eleqeyeke gelekî zêde ji bo Kokînayê heye.

"Kiryarên kulîlkan zêde ne"

Serkan Kup behsa kulîlkê kir û wiha got:

Welehî eleqeyeke gelekî zêde ji bo wê heye. Yê ku tê dibê kokîna yê ku diçe dibê kokîna.

Ji ber vê malê me yê din hemî dimîne. Bi dused lîreyî karê xwe hal dikin.

Wê rojê xanimek hat gel me. Tu nabê sala çuyî 5 bax ji bo keça xwe ji me standine û keça wê îsal xanî standiye.

Welehî wê bixwe got ne ku me tiştek jê re got.”

Li gelek malan ev curê kulîlkan wekî dekor û xeml tê bikaranîn.

Ji bo ku temenê wê dirêj be divê li cihên hênik bê danîn û hefte carek yan du caran jî av bê dayîn.

 Ji hêla gelek kesan ve hebûna wê di nava malan de wekî şans, bereket û xêre tê qebûlkirin.

Ji ber wê jî ji bo sala nû gelek kes ji xwe re distînin da kar û niyetên wan bi xêra Xwedê bimeşin.