Stenbol di nav qeyran û hêviyan de xwe ji sala nû re amade dike
Hewlêr (Rûdaw) - Beriya sersalê li ber firoşkarê herî navdar ê bîletên piyangoyê yê li Stenbolê wekî her sal dîsa qerebalixiyeke gelekî zêde heye.
Qeyrana aborî, bê derefetî û mercên giran li hêlekê, ew rêjeya zêde ya îkramiyeya serê salê ya piyango, ji bo her welatiyek bûye xewn û xeyalek.
Ji ber ku heta niha gelek caran îkramiyeya mezin ji wan bîletan re derketiye ku li vê dikana biçûk hatine firotin.
Ji ber wê ji sibehê ta nîvê şevê pêşiya wê wiha qerebelix e.
Şikrî Acar got, "Ez li Bagcilarê rûdinim. Sersal nêzik bûye min jî got ez herim ji xwe re şansê xwe biceribînin. Înşala şansê me jî vegere.
Eger derkeve ezê têra xwe bigirim û yê mayî jî li xizanan belav bikim. Mi du bilêt stendine. Înşala şansê feqîra ji bileta min re were."
"Ji bo bilêtan ji bajarên din diçin stenbolê"
Mûsa Soyfîdan wiha anî ziman, "Ez ji Denîzliyê hatim û min li vir bilêt stendin.
Ya rast tu ji ku bistînî ferqa wê nîn e lê her kesî ji xwe re kiriye fihêl û her kes hezdike ji vê derê bilêtan bistîne. Ka em binêrin."
Bajarê ku bi roj di xeyala derketina piyangoyê de ye, bi şev jî wekî xewnan hatiye xemilandin.
Tevî ku li gelek cîhan êrişî bazar û haziriyên noelê tê kirin jî, Stenbol piştî çendîn salan careke din bi awayekî zêdetir hatiye xemilandin.
Hewl tê dayîn da tevî hemû nebaşiyên ku li cîhan welêt berdewam dikin jî, xelk bo serê salê hêviyan berz bike û bi kelecan pêşwaziya serê salê bike.
"Hêviya min rêveberiyeke baştir e"
Gulen Akyolê jî heviyên xwe wiha anîn ziman, "Hêviya min rêveberiyeke baştir e înşala.
Di sala 2024an da qet tiştek nebû. Înşala sala nû de bibe. Sihet, bextewerî, her tişt. Her tiştê ku baş be dixwezim."
Metîn Bal wiha axivî "Di sala 2024an de qet tiştekî bi sihet nebû înşala sala bê pêşiya me vebe û bi dilê her kesî be."
Fîsûn Ergînê got, "Ê min bavê min nexweşe tenê dixwazim ew bigihîje tenduristiya xwe."
Îsal li gorî salên borî, xeml û kelecana nava bajêr piçek zêdetir bûye.
Bi taybetî molên ku geştiyar bêhtir berê xwe didinê bazar germ e û çûn hatin li asteke bilind e.
Xelkê bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê, ango nişteciyên peytexta çendîn şaristaniyan, Stenbola şair û şi’ran bi birc û bedenên xwe, bi mizgeft û dêrên xwe hazir e ji bo sala nû.