Yerlîkaya hejmara Sûriyeyiyên vegeriyane eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku piştî rûxîna rejîma Esed di 21 rojan de 35 hezar û 114 Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe.
Yerlîkaya her wiha got dê havînê li gel betlaneya dibistanan veger zêdetir bibe.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di weşana zindî ya NTVyê de bersiva pirsan da û li ser hejmara kesên ku piştî rûxandina desthilata Beşar Esed vegeriyane Sûriyê agahî dan.
Yerlîkaya diyar kir ku li Tirkiyeyê 4 milyon û 156 hezar biyanî bi awayekî qanûnî dijîn û got:
"Piştî 8ê Kanûnê Pêşîn Sûriyeyiyan li ser daxwaza xwe û bi awayekî rêkûpêk dest bi vegerê kiriye."
Rojane 1700 kes vedigerin
Yerlîkaya da zanîn ku di 21 rojan de 35 hezar û 114 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe û got. "Rojane nêzikî hezar û 700 kes vedigerin.
Di navbera 9-29ê Kanûnê de vegera rojane derdora hezar û 672 kes bûye. Bi giştî 775 hezar û 117 Sûrî li ser daxwaza xwe vegeriyane."
"Havînê dê veger zêdetir bibe"
Yerlîkaya destnîşan kir ku niha veger bi piranî ber bi Helebê ve ye û wiha pê de çû:
"Yên li Tirkiyeyê ji dayîk bûne welatîbûn bo wan nehatiye dayîn. Yên li Tirkiyeyê ji dayîk bûne ne xwediyê nasnameya Tirkiyeyê ne.
Statuya parastina demkî heye. Dema ku ji derî derbas dibin, parastina wan a demkî bi dawî dibe.
Li Şamê ofîseke koçberan dê were vekirin. Em dê li Şamê hemû corekî alîkariya perwerdeyê bidin saziyên wan.
Ber bi havînê ve dema dibistan bên betlanekirin dê veger zêdetir bibe."