STENBOL - Otomobîlek li wesayîta paqijkirina rêyan qelibî: 2 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Esenyurta Stenbolê qewimî de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku nasnameya şofêrê wê nehat zanîn, li ser rêya Esenyurt-Hadimkoyê li wesayîta paqijkirina rêyan a ÎSTAÇê qelibî.

Ji ber lêdanê şofêrê wesayîta ÎSTAÇê birîndar bû.

Di otomobîlê de jî kesek bi giranî birîndar bû û 2 kesan jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiye çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên derdorê.

Tîmên şaredariyê jî dest bi paqijkirina rê kir.