Başak Demirtaş wêneyê herî dawî yê hevjînê xwe Selahatîn Demîrtaş parve kir

31-12-2022
RÛDAW
Nîşan Başak Demirtaş Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Başak Demîrtaş wêneyê herî dawî yê hevjînê xwe Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, bi nivîsa “Hêvîdar im sala 2023an ji bo her kesî bibe sala azadiyê” parve kir.

Başak Demîrtaş îro Şemiyê 31ê Berfanbara 2022an wêne û rewşa herî dawî ya Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, parve kir.

"Hêvîdar im sala 2023an ji bo her kesî bibe sala azadiyê"

Başak Demîrtaş a ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyeke ku li hevjînê xwe ye parve kir, anî ziman, “Hêvîdar im sala 2023an ji bo her kesî bibe sala azadiyê” wêneyeke ku li kêleka hevjînê xwe ye parve kir.

Selahattîn Demîrtaş ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê û Kurdistanê û Îranê ku piştî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve dest pê kiribû, li girtîgehê porê xwe kur kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst