ÎZMÎR - 3 karkerên Kurd miribûn; ne qeza karesat e

31-12-2022
Necmî Orta
Nîşan Vînc Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 3 ji wan  6 karkerên avahîsaziyê ku roja Înê   di encama qulibîna vînceke avahîsaziyê de  li navçeya Bornova ya Îzmîrê canê  xwe ji destdabûn Kurd in. Serokê Federasyona Çanda Agirî ya Egeyê Îsmaîl Kaya derbarê xemsariyên ku bûne sedema bûyerê ji Rûdawê re axivî û got, “Li wê qada ku vînca bircê lê hatiye danîn, divê cihê mana karkeran neyê avakirin. Lê berovajî wê li cihê ku vîncê kar dikir, konterynirên cihê mana karkeran hatine avakirin. 2 ji ew karkerên  ku canê xwe ji destdane jî di encama qulibîna vîncê bi ser konteynirê de canê xwe ji destdane. Ev bi eşkere ji mirinê derdikeve û dibe kuştin. Gelek xemsarî hene.”

Duh roja Înê 30ê Kanûna 2022an li navçeya Boronova ya Îzmîrê vînc bi ser konteynira karkerên ku li ser avahiyeke 32 qatî kar dikirin de qulibî û di encam de 6 karkeran canê xwe ji dest dabûn û 2 karker jî birîndar bibûn.

Îro 31ê Berfanbara 2022an nasnemayên wan karkerên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dabûn, hatin eşkerekirin û 3 ji wan Kurd in û ji parêzgehên Agirî û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gor agahiyan karkerên ku canê xwe ji dest dane Fesih Çîftçî û  Baykal Gunduz in û xelkê parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ne. Navê karkerê din ê Kurd jî Yıldırım Sari ye û xelkê parêzgeha Bedlîsê ye.

Hersê karkerên din ên ku canê xwe ji destdane  Umît Kara, Aslan Akkaya û Alî Şukru jî  ji bajarê Çorumê yên Tirkiyê ne.

Di bûyerê de welatiyên bi navê Mucahît Çiftçî û Haci Kent jî birîndar bûn.

Piştî vê bûyera ku 6 karkeran têde canê xwe ji destdan û 2 kes jî birîndar bûn, xemsariyên fîrmaya avahîsaziyê yên bûne sedema bûyerê  hatin rojevê. Yek ji xemsarî û îhmalên sereke jî danîna konteynira cihê razanê ya karkeran li jêr wî cihê ku vîncê lê kar dikir bû. Li aliyê din hat zanîn ku karkeran berî ku bûyer pêk bê karbidestên fîrmaya avahîsaziyê li ser vê mijarê hişyar kirine.

Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ve derbarê bûyerê de lêkolîn hatin destpêkirin û li gor zanyariya karbidestê sereke yê fîrmaya avahîsaziyê E.Y, şefê şantiyeyê M.Y û Pisporê Ewlehiya Kar F.M.A hatin destserkirin.

Li gor zanyariyan berpirsê sereke yê fîrmaya avahîsaziyê E.Y, dema hewl dida biçe derveyî welat li balafirxaneyê ji aliyê polîsan ve hat girtin. Ji bo desteserkirina xwediyê fîrmaya vîncê jî lêkolîn hatine destpêkirin û karûbarên lêgerîna wî berdewam in.

Serokê Federasyona Çanda Agirî ya Egeyê Îsmaîl Kaya li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Kaya amaje bi wê yekê da ku li gor gotinan bi awayek berdewam karên lênirîn û çavdêriya wan amûr û kelûpelên ku di avahîsaziyê de dihatin bikaranîn nehatine kirin û got, “ Me bi xwe ev yek tespît nekiriye. Ev li aliyekê bêyî ku li wan mirovên ku ji derveyî demjimêrên kar li wê derê bûn bê nêrîn, karûxebatên avahîsaziyê berdewam kirine. Xala sêyem û herî girîng jî ew e ku li wê qada ku vînca bircê lê hatiye danîn, divê cihê mana karkeran neyê avakirin. Lê berovajî wê li cihê ku vîncê kar dikir, konterynirên cihê mana karkeran hatine avakirin. 2 ji ew kesên ku canê xwe ji destdane jî di encama qulibîna vîncê bi ser konteynirê de canê xwe ji destdane. Ev bi eşkere ji mirinê derdikeve û dibe kuştin. Gelek xemsarî hene. Tê gotin ku karkeran li ser vê mijarê xwediyên fîrmayê û karbidestên wê agahdarkirine. Wiha dibêjin me.”

Îsmaîl Kaya da zanîn ku ew bûyerê ligel parêzeran dişopînin û got, “Xwediyê fîrmaya vîncê nediyar e lê 3 berpirsên fîrmaya avahîsaziyê hatine destserkirin.”

Serokê Federasyona Çanda Agirî ya Egeyê ragihand niha cenazeyê karkeran li Pizîşkiya Dadî ya Îzmîrê ne û ew bi karûbarên wan re mijûl dibin û got, “Me heta niha tenê cenazeyê karkerê ji navçeya Patnosê ya Agotî Baykal Gunduza radestî malbata wî kiriye. Me bi balafirê ew şand Enqerê. Dê li wir bi axê bê spartin. Em li benda cenazeyên din in.”

Li gor zanyariyan cenazeyê karkerên Alî Şukru û Aslan Kaya li Stenbolê, cenazeyê Fesîh Çiftçî li Agirî, cenazeyê Yildirim Sari li Bedlîsê û cenazeyê Umît Kara jî li Çorumê bi axê bên spartin.

Li aliyê din malbatên qurbaniyan  ku ji bo wergirtina cenazeyê kesûkarên xwe hatibûn Pizîşkiya Dadî ya Îzmîrê  jî îro roja Şemiyê 31ê Kanûna 2022an daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Parêzerê Fesîh Çiftçî ku di bûyerê de canê xwe ji dest dabû Harun Elçî ragihand ku ev bûyer di encama xemsariya xwediyên kar de çêbûye, lê hewl tê dayîn ku vê weke qezayeke kar diyar bikin.

Elçî ameje bi wê yekê da ku li şantiyeyê tedbîrên pêdivî yên ewlehiyê nehatine wergirtin û got, ”Diviyabû cihê mana karkeran ne di bin cihê karkirina vînce de bûya.”

Yek ji kesûkarên karkerê bi navê Arslan Akkaya ku di bûyerê de canê xwe  ji dest daye Meral Kiliç jî got, “2 zarokên wî sêwî man. Her du zarokên wî diçin dibistanê. Berpirsên vê bûyerê kî ne? Berpirsên bûyerê ne 3 kes in, mirineke wiha nabe.”

Li aliyê din hat îdiakirin ku yek ji şirîkên wê fîrmaya avahîsaziyê lîstikvanê futbolê yê nîştimanî yê Tirkiyê Cengîz Under e ku niha li tîma futbolê ya Marsîlyayê ya Fransayê lîstikvan e.

Li ew avahiya ku vînc lê qulibiye karûbarên rakirin û jêkirina vîncê ji avahiyê destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst