HDP: Sala nû dê ji bo gelên Tirkiyê bibe sala biharê

31-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Mithat Sancar di peyama xwe havbeş bo sersalê de dibêjin: “Sala 2023 ji bo gelên Tirkiyê dê bibe sala biharê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin!”

Hevserokên giştî yên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar peyameke hevbeş a pîrozbahiyê bi boneya hatina sala nû belav kirin.

Di peyama xwe de Buldan û Sancar dibêjin: “Li dijî şer û kuştinên ku li cîhanê û li welatê me zêde dibe, li dijî birçîbûn û xizaniyê, li dijî faşîzmê û bêhiqûqiyê, li dijî tarîtiya ku kûrtir dibe em bihêvî ne, ji bo guherînê em bibawer in. Ji sala 2023 û pê de ji xeynî azadî, aştî, demokrasî û edaletê tu rêyeke din ji bo gelên Tirkiyeyê nîne. Gelên Tirkiyê dê bi hev re tarîtiyê têk bibin. Ev tarîtî hew bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê dê belav bibe, bi têkoşîna hevpar em dê bigihîjin aştî, azadî, demokrasî û bihareke rengîn.”

Hevserokên HDPê herwiha amaje bi wê yekê din ku gelek nemaye desthilatdariya niha ya Tirkiyê bê guhertin û dibêje: “Pir hindik maye ku ev rejîma xerabiyê bê guhertin. Sala 2023 ji bo gelên Tirkiyê dê bibe sala biharê. Bi vê hêvî û baweriyê em sala nû ya gelên xwe pîroz dikin!

Serê salê pîroz be!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst