Parlamenterekî CHPê: Li Tirkiyê 600 cor derman peyda nabin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Enqerê ragihand ku li Tirkiyê 600 cor derman li bazarê bidest nakevin û welatî rûbirûyê pirsgirêkên tendirûstî dibin.

Parlamenterê CHPê Servet Unsal li Parlamentoya Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de got: “Li seranserê Tirkiyê 600 cor derman nemane û bi ti awayekî bidest nakevin. Desthilat jî wek çawa rastiyan vedişêre, van zanyariyan jî bi heman awayî vedişêre.”

Unsal da zanîn ku bi rêya Serokatiya Parlamentoyê pirsyar ji Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca kirine daku derbarê hejmar, cor û sedema peydanebûna wan dermanan de li bazarên wî welatî zanyariyan bide, lê heta niha bersiva wan nedaye.

Axaftina Parlamenterê CHPê di demekê de ye roja 27ê Kanûna 2022ê Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca bersiva rojnamevanan dabû û gotibû: “Ji 7 hezar corên derman ên li ber dest li bazaran, di 950 corên derman de kêmbûn hebûye, lê di dema kêmî mehekê de ew kêmbûn daketiye 154 cor derman.”

Servet Unsal jî dibêje: “Haya desthilatê ji tiştekî nîne û tenê bi kampanya hilbijartinê ve mijûl e û propagandeyê dike. Niha jî berî hilbijartinan behsa dîtina petrol û gazê dike ku kesî xêr ji vê petrol û gaze nedîtiye.”

Unsal got: “Ji sala 2011an ve sê keştiyên dîtina petrol û gaza xwezayî ji Koreya Başûr kirîne û bi rengên sor û spî reng kirine û navê wan kirine Kanunî, Fatih û Yavuz û xelk xapandin ku qaşo malê Tirkiyê ne. Ev di demekê de ye ku hersê keştî bi 744 milyon dolar kirîne û herwiha tîmên keştiyan jî ne xwemalî ne, hemû ji Koreya Başûr in û her ew di wan keştiyan de kar dikin.”