Alî Babacan bi Kurdî peyama sersalê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê  Alî Babacan bi helkefta sala nû peyamek Kurdî belav kir û sersala welatiyan pîroz kir.

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan îro 31ê Kanûna 2021ê ku roja dawî ya sala 2021ê ye  li ser hesaba xwe medya civakî piştî ku bi zimanê Tirkî peyama xwe ya sersalê belav kir, peyamek  Kurdî jî belav kir û bi zimanê Kurdî sersala welatiyan pîroz kir.

Alî Babacan di  peyama xwe de ji welatiyan re dibêje ku ew nikare bo sala 2022ê sozê bide wan, lê amajeyê bi sala 2023ê dide ku hilbijartina Tirkiyê dê  di wê salê de bê kirin. Bi gotina Babacan partiya wî dê di sala 2023ê de bo hemû welatiyan bibe derman.

Alî Babacan di wê peyama xwe de dibêje “Nikarim ji bo 2022yan soz bidim, lê sala 2023ê wê ji bo me hemûyan bibe DEVA. Sersala we pîroz be”