Lêpirsîna Şaredariya Stenbolê destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma pişkîneran a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Înê 31ê Kanûna 2021an li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dest bi lêpirsînê kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bi hinceta ku kesên pêwendiyên wan bi “rêxistinên terorê” re hene  bo kar hatine wergirtin, derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de biryara lêpirsînê dabû.

Berdevkê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Ongun ragihand, pişkînerên ji aliyê Wezareta Navxwe ve hatin erkdarkirin li Şaredariyê dest bi kar kirin.

Murat Ongun got: “Ev kar, bi temamî lîstik, dehfik û organîzastoneke li dijî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ye.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, berî çend rojan li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê ragihand, “Ji kesên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, saziyên ser bi wê û kompanyayên wê dest bi kar kirine, bi hinceta pêwendiya 455 PKK/KCK, 80 DHKP-C, 20 MLKP, 2 MKP û hinek jî FETO û rêxistinên terorê yên din re hene gilî hatine kirin û li ser tiştên hatine tespîtkirin, bi armanca lêpirsîneke bi hûrgilî ji aliyê wezareta me ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha di daxuyaniya xwe de îdia kir, hinek kes ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve bi referansa Komeleya Alîkarî û Hevkariya Zanyarên Olî (DIAYDER) ku melayên Kurd avakirine bo kar hatine wergirtin.